• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jin li Wanê meşiyan: Em ê vê pergalê biguherînin

Wan / AW

25 MIJDAR 2025 - 20:57
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Saziyên Jinan ên Wanê têkildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan di çarçoveya kampanyaya “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin” de meşek li dar xistin û gotin: “Jin wê vê pergala mêr-dewlet biguherînin.”

Saziyên Jinan ên Wanê têkildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan di çarçoveya kampanyaya “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin” de meşek li dar xistin û kampanya bi dawî kirin. Jin, ji pêşiya Wan AVMê heta Qada Bajêr meşiyan û pankarta “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin” vekirin û dowîzên “ez jin im jiyan im”, “di xeta azadiya jinê de heta serkeftinê têkoşîn”, “xweparastin hebûn e”, “li ser şopa Sarayan ber bi şoreşa jinê” û hwd. hatin hilgirtin. Gelek jin tev li çalakiyê bûn.

Kampanyaya xwe bi dawî kirin

Piştî meşê jinan li ser Rêya Cûmhûriyetê daxuyaniyek da û metna daxuyaniyê ji hêla rêvebera KURDÎGEHê Evîndar Akbûlût ve hat xwendin. Evîndar Akbûlût anî ziman ku ew kampanyaya xwe ya “em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin” bi dawî dikin. Evîndar Akbûlût destnîşan kir ku ew xwişkên Mirabal, yên ku ji aliyê dîktatoriya Trujîllo ve hatin kuştin û bûne semboleke gerdûnî ya têkoşîna ji bo azadiya jinan, bi bîr tînin û got: “Îro em dengê Rojin Kabaiş, Nagihan Akarsel, Cihan Bilgin, Îpek Er, Şûle Çet, Hevrîn Xelef û hemû jinên ku  bedenê xwe bi axê re kirine yek û bûne bêdawî nin. Dengê me dengê wan e û têkoşîna me berdewamiya jiyana wan e.”

‘Li cîhanê heta meha mijdarê 86 hezar jin hatine kuştin’

Evîndar Akbûlût diyar kir ku mirinên bi guman ên jinên afirînerên jiyanê tu carî tesaduf nînin. Evîndar Akbûlût da zanîn ku serhildana wan ya li dijî mirinên bi guman ên jinan û komkujiyên li ser jinan her roj xurttir dibin û got: “Ev komkujiyên li ser jinan encama newekheviya zayendî, bêcezayî û polîtîkayên şerê taybet û her wiha sîstema olî, mîlîtarîst û serweriya mêran e. Wekî encama van polîtîkayan, em serhildana xwe ya kûr a li dijî zêdebûna kuştinên jinan, li Bakûrê Kurdistanê, li her devera ku em lê amade ne, vediguherînin berxwedanê. Ji aliyê zîhniyeta mêrê desthilatdar ve heta  mijdara 2025an li cîhanê 86 hezar jin hatine qetilkirin. Di cîhaneke ku her roj, 140 jin têne qetilkirin, tundî bûye sîstem, laşê jinê dixwazin bikin amûra îstîsmarê.”

‘Ji bo pêşîlêgirtina tundiyê her sazî bila erka xwe bi cîh bîne’

Evîndar Akbûlût bi lêv kir ku bi parastina jiyana hev, bi mezinkirina hevgirtinê, bi bûyîna hêza li hemberî tundîyê, jin wê vê pergalê biguherînin. Evîndar Akbûlût binê wê xêz kir ku ew dixwazin bijîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: Em  tu carî bêdeng namînin, tu carî paşdegav ne avêjin. Ev têkoşîn ne tekoşîna îro ye, ya bi salan e . Em bangewaziya xwe dubare dikin. Ji bo pêşîgirtina tundiya li ser jinê em daxwaz dikin ku hemû sazî erkên xwe bi cih bînin, polîtîkaya bêcezabûnê bi dawî bibe, sûcdarên şidetê neyên parastin, hemû sepanên zagon û îdarî yên ku qadên Azadiyê yên jinê teng dikin bên rakirin. Ji bo Rojînê û ji bo her jina ku hatiye qetilkirin û windakirin, ji bo jiyanên nîvcomayî, ji bo jîn û jiyînê em têkoşîna xwe bi rêxistin dikin.”

Meş û daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.

 

Etîket: daxuyanîJinmesWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne