• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Şirnexê banga statuya zimanê Kurdî hat kirin

Şirnex / AW

15 GULAN 2026 - 16:46
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Saziyên Ziman ên Şirnexê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî da û banga statuya zimanê Kurdî kir.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî meş hat lidarxistin. Li gel endam û rêveberên partiyên siyasî, hevşaredarên Cizîrê, endam û rêveberên saziyên ziman gelek welatiyên li ber avahiya Saziya Ziman, Çand û Hunerê ya Birca Belek kom bûyîn heya Rezê Mîra meşiyan. Di meşê de pankarta, ‘Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî’ hat hilgirtin.

Piştî ku girse gihîşt Rezê Mîra, Rêveberê Saziya Birca Belek Cahît Akil daxuyanî xwend û got ku di sedsala 21emîn de, hê jî li ser me Kurdan, bi taybetî li ser milyonan zarokên Kurd polîtîkayên bişaftinê bi awayekî hovane tên meşandin.

Banga Ocalan xebatên li ser ziman anî merheleyek nû

Cahît Akil bal şikand ser gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê zimanê Kurdî de û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Neteweya Kurd herî dawî, bi banga Rêber Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ wekî hemû nîqaşên li ser civakê yên din, nîqaşên pêşîlêvekirina  astengiyên li pêşiya azadî, statu û perwerdehiya bi zimanê Kurdî, têkoşîn û xebatên ji bo Kurdî yên civakî gihandin merheleyeke nû. Asta hewldan û xwedîlêderketina li Kurdî xurt kir. Divê em bi taybetî destnîşan bikin ku banga Rêber Abdullah Ocalan di heman demê de bûye sedema zindîkirina giyanê neteweyî û civakeke azadîxwaz, aştîparêz û demokratîk. Biserxistina têkoşîna vê pêvajoyê dê rê li ber mîsogerkirina nasname, xwebûn, statu, mafê siyasî û hiqûqî veke. Ji bo pêkhatina van jî em ê di asta herî bilind de xwedî li banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derkevin, têkoşîna xwe ya ji bo pêşvebirin û xurtkirina zimanê Kurdî ji her demê zêdetir berfireh bikin.”

‘Têkoşîna me ya ji bo statuya Kurd dê berdewam bike’

Cahît Akil herî dawî diyar kir ku heya statuya zimanê Kurdî were naskirin têkoşîna wan dê berdewam bike û wiha dawî da axaftina xwe: “Em wek neteweya Kurd, dê tu car jiyaneke bêyî ziman, çand û nasname, ku hêmanên statuya siyasî ya gelê Kurd in qebûl nekin. Ji bo ku ev daxwazên me Kurdan pêk bên em  Kurd dê ji her demê zêdetir têkoşîna xwe ya mafdar û rewa bi biryar bidomînin.”

Daxuyanî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.

Etîket: bangCejna Zimanê KurdîCizîrmesstatu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

28 TEBAX 2026
Roja 2yemîn a bîranîna Cizîrê bi tevilbûna hezaran bi dawî bû

Roja 2yemîn a bîranîna Cizîrê bi tevilbûna hezaran bi dawî bû

27 TEBAX 2026
Gelê Nisêbînê bi meşê derbasî cihê bîranînê bû

Gelê Nisêbînê bi meşê derbasî cihê bîranînê bû

27 TEBAX 2026

Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşê serdana şîna şehîdan kirin

25 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

17 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne