• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji rêxistinên jinan kampanyaya piştgiriya YPJê: Divê wekî hêzek fermî bê nasîn

Navenda Nûçeyan / AW

26 NÎSAN 2026 - 12:01
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava, ji bo piştgiriya YPJê kampanyayek da destpêkirin. Jinan daxwaz kir ku YPJ bi parastina xweseriya xwe, di nava Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de wekî hêzeke fermî bê naskirin.

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava, bi daxuyaniyeke girseyî kampanyaya piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) îlan kir. Daxuyanî li Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê ya bajarê Qamişloyê, bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, hiqûqnas, rewşenbîr û bi dehan jinan hat dayîn. Daxuyaniyê bi Kurdî ji aliyê Berdevka Kongra Star Rîhan Temo, bi Erebî ji aliyê Cîgira Seroka Desteya Jinan a Cizîrê Wesayîf Dendea û bi Suryanî jî ji aliyê endama Yekitiya Jinên Suryan Semîra Gewriyê ve hat xwendin. Di çalakiyê de pankartên “Em hemû YPJ ne” û “YPJ nûnertiya me dike” hatin hildan.

‘YPJ sembola parastina rûmeta mirovahiyê ye’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku parastina cewherî mafekî rewa û gerdûnî ye. Hat bibîrxistin ku di salên borî de YPJê di şerê li dijî DAIŞê û rêxistinên terorîst de li refên pêş cih girtiye û bi hezaran jin û zarok rizgar kirine. Jinan diyar kir ku rola YPJê ne tenê leşkerî ye, di heman demê de hêzeke exlaqî û civakî ye ku li dijî zîhniyeta tarî nirxên wekhevî û edaletê diparêze.

Di daxuyaniyê de daxwazên bingehîn ên kampanyayê jî aşkera kirin. Platformê daxwazên xwe yên ji bo pêşeroja YPJê û ewlehiya jinan di 6 xalên sereke de wiha rêz kirin:

Naskirina Fermî: YPJ wekî hêzeke leşkerî bi rêkûpêk di nava Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de bê naskirin.

Parastina Xweseriyê: Pêkhateya YPJê wekî beşeke yekgirtî û xweser di nava pergala parastinê ya Sûriyeyê de bê parastin.

Mîsogerkirina Destkeftiyan: Destkeftiyên jinan ên li Rojava ku ji cîhanê re bûne mînak, werin parastin û xurtkirin.

Azadî û Edalet: Girtiyên jin serbest werin berdan, cenazeyên şehîdan werin radestkirin û aqûbeta jinên winda bê eşkerekirin.

Banga li Koalîsyonê: Bang li Koalîsyona Navneteweyî tê kirin ku piştgiriyê bide naskirina statûya YPJê ya di nava wezaretê de.

Mafê Makezagonî: Li gorî makezagona ku xizmeta leşkerî tenê bi mêran re sînordar nake, divê rola jinan a di nava artêş û saziyên ewlehiyê de bê mîsogerkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû tevgerên jinan, hêzên demokratîk, raya giştî ya cîhanê û medyaya navneteweyî hat kirin ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê û li kêleka têkoşîna azadiyê ya YPJê cih bigirin. Hat diyarkirin ku beşdarbûna YPJê di nava artêşê de, wê bibe gaveke dîrokî ji bo avakirina saziyeke parastinê ya ku cihêrengiya civaka Sûriyeyê nîşan dide.

Etîket: Hikûmeta Demkî ya SûriyêPlatforma JinanRojavayê KurdistanêYPJ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026
YPJ: Bersiva hemû êrişên çeteyan hat dayin

Ji Fermandariya Giştî ya YPJê daxuyanî: Hevdîtin êrênî pêk hat

27 TEBAX 2026
YPJ dê weke hêzeke taybet di nava Wezareta Navxwe de cih bigire

YPJ dê weke hêzeke taybet di nava Wezareta Navxwe de cih bigire

27 TEBAX 2026
Efrîniyê ku duh vegeriyabû hat revandin

Li Efrînê lîwaya leşkerî tê avakirin

26 TEBAX 2026
Piştî heft salên koçberiyê vegera Serêkaniyê

Piştî heft salên koçberiyê vegera Serêkaniyê

10 TEBAX 2026
Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

20 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne