• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji PJAKê daxuyanî: Li şûna fitneyê em ê yekitiyê ava bikin

Navenda Nûçeyan / AW

23 HEZÎRAN 2025 - 14:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Meclîsa PJAKê têkildarî hewldanên fitneyê ku dixwazin bixin navbera gelên Kurd û Tirk ên Azerî hişyarî da û destnîşan kir ku wê ji bo xurtkirina girêdana hêja ya navbera Kurd û Azeriyan hêza xwe heta dawiyê bi kar bînin.

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ji bo gelê Tirk ê Azerî û hewldanên ku dixwazin fitneyê bixin navbera Kurdan û Tirk ên Azerî daxuyaniyek da.

PJAKê diyar kir ku di rojên dawî de bi destpêkirina şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, nakokî û gengeşeyên li Rojhilata Navîn gihîştine astek nû û got: “Bê guman, şerekî bi rehendin ewqas mezin wê bandorek dîrokî û demdirêj li ser çarenûs û paşeroja neteweyên Îranî bike. Ev yek ji bo herdu neteweyê Kurd û Tirkê Azerî derbas dibe. Ji ber nêzîkbûna erdnîgarî ya Kurd û Tirkên Azerî û hebûna wan a hevbeş li deverên wekî Ûrmiyeyê, ev şer û bûyerên pê re têkildar wê ji bo herdu neteweyan encamên cidî bi xwe re bîne.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di her qonaxên dîrokê de Kurd û Azerî mil bi mil li ber zor û zehmetiyan rabûne, encamên hêja û berçav bi dest xistine û hate gotin: “Her gava ku xêrnexwaz û destên biyanî ketine jiyana siyasî ya van her du neteweyan û agirê nakokiyan gur kirine, her du netewe jî di bûyerên nexweş û tal de asê mane. Hem bîranîna rojên dijwar ên ku bi hev re ku bi dostî û xebata hevbeş a her du neteweyan re derbas bûne, hem jî bîranîna rojên tal ên dabeşbûn û aloziyê yên ku ji hêla xêrnexwaz û dijminan ve hatine çêkirin, di bîra dîrokî ya Kurd û Tirkên Azerî de hatine tomarkirin. Di vê demê de ku şerê di navbera Komara Îslamî ya Îran û Îsraîlê de siya xwe avêtiye ser jiyana herdu neteweyan, guncaw e ku em li ser ezmûnên xwe yên dîrokî binêrin da ku em bikaribin mil bi mil di vê qonaxa dîrokî ya xeternak de bimeşin û bi ewlehî jê derbas bibin.”

‘Ji bo xurtkirina têkiliya Kurd û Azeriyan em ê têbikoşin’

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Em, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), di qonaxên cûda de, hem ji hêla raman û projeyan ve ji bo dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkan û hem jî di warê pratîkî de, hewl dane ku hevpariyên dîrokî yên di navbera Kurd û Tirkên Azerî de veguherînin derfetek hêja ji bo bilindkirin a têkoşînên azadîxwaz û avakirina pergalek demokratîk. Niha em ji her demê bêtir bi vê yekê re eleqedar in. Ji ber ku di germahiya vî şerê ku tevahiya Îranê girtiye nav xwe, hem saziyên ewlehiyê yên hikûmetê û hem jî xêrnexwazên ku ji bo afirandina aloziyê di navbera Kurd û Tirkên Azerî de kemîn kirine, hewl didin ku di navbera van her du neteweyên bira û hevçarenus de atmosferek Tirkofobiyê û Kurdofobiyê biafirînin. Em bi eşkereyî radigihînin ku PJAK hemî hêza xwe bi kar bîne da ku girêdana hêja ya di navbera her du neteweyan de ji her demê xurttir bike û bi vî rengî, zirara ku ji ber şerê heyî çêdibe bigihîje asta herî kêm. Em xwe ji her du neteweyan re berpirsiyar dibînin û wê hemî kapasiteyê xwe bikar bînin da ku planên xerab ên hikûmeta Îranê û xêrnexwazên din ên li herêmê pûç bikin.”

Daxwaza saziyên hevbeş

PJAK’ê di vê çarçoveyê de pêşniyar kir ku rêxistin û saziyên civaki û sivîl ên Kurd û Tirkên Azerî saziyên hevbeş ava bikin da, karibin mil bi mil bixebitin da ku li bajar û herêmên ku wekî welatê hevpar ê her du neteweyan têne hesibandin, li dijî xetere û zirarên muhtemel ên vî şerî re, têkoşîn bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, amade ne ku bi hemû sazî û rêxistinên azadîxwaz û demokratîk ên Azerî re hevkariyê bikin da ku ruhê hevgirtina demokratîk di navbera her du neteweyan de pêş bixin. Bi vî rengî, em dikarin erkê xwe yê dîrokî bi cîh bînin da ku bi bandorên wêranker ên şer li ser jiyana gelên me re têkoşîn bikin û rejîm û hikûmetên din ên firsendperest ên li herêmê ji derfeta çandina nakokî û dabeşbûnê di navbera Kurdan û Tirkên Azerî de bêpar bikin.

Banga li dewleta Tirk û komara Azerbaycanê

Em bawer dikin ku neteweya Kurd û neteweya Tirk a Azerî xwedî hêza birêvebirina karûbarên xwe ne û bêyî hewcedariya destwerdana derve piştgirî û alîkariya hev dikin. Di vî warî de, peyama me ji bo hikûmeta Tirkiyeyê û Komara Azerbaycanê ev e ku heke ew bi rastî li berjewendiyên Tirkên Azerî dinêrin, divê ew ji her siyasetek ku Kurdan wekî gefek li ser Tirkên Azerî nîşan dide dûr bisekinin. Ji ber ku her hewldanek ji bo afirandina atmosferek ji Kurdfobiyê û xternak nîşandana Kurdan, rêya têkoşînên demokrasixwazi ên neteweya Tirk a Azerî li Îranê şaş bike û wan ji armancên wan ên rastîn dûr bixe, û ev kar tenê dê sûdê bide rejîma Komara Îslamî.

Em, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, ji Tirkên Azerî re radigihînin ku hûn xwişk û birayên Kurdan in, piştrast bin ku ti xeterek ji aliyê me ve tehdîtek nake, her wiha di vê serdema xeternak de ku agirê şer li her derê belav bûye, em ê bi hemû hêza xwe erkê xwe yê şoreşgerî bicîh bînin da ku ti zerarek negihe we. Ji ber ku bi raya me, bidestxistina azadî û mafên gelê Kurd û tirkê Azerî bi awayekî kûr bi têkiliya her du neteweyan re hatiye girêdan. Bi destxistina azadî û mafên ku hatine tepeserkirin, ku di heman demê bi dehsalan xwestek û daxwaza siyasî ya her du gelên Kurd û Tirk ê Azerî ye, tenê bi destdayîna bi dostaniyê û hevkariya pir ali ji bo derbaskirina serdema aloz a heyî û avakirina pêşeroja me ya azad û demokratîk a hevpar mimkun e. Di vî warî de çi berpirsiyar be, em ê bi hesasiyet û hişyariyê de pêk bînin û li hember wê jî, em hêvî dikin ku rêxistin û saziyên din ên siyasî û sivîl jî di vê rêyê de bi me re bibin û hevkariyê bikin.”

Etîket: AzerîÎranÎsraîlKurdPJAK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 COTMEH 2026
Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne