• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji jinên girtî re qert û fularên pîrozbahiya 8ê Adarê şandin

2 ADAR 2026 - 15:50
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
TJAyê û EGE-TUHAYDERê bi boneya 8ê Adarê li Îzmîrê ji bo jinên girtî fular û kartên pîrozbahiyê şandin.

Bi banga Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî re ya Herêma Egeyê (EGE TUHAY-DER) bi boneya Roja Jinên Kedkar a Cîhanî qertên pîrozbahiyê û fular şandin. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo azadiya jinên girtî, em jiyanê dihonin” hat vekirin û dirûşmên wekî “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî piştevaniya jinan” li kolanên Îzmîrê deng veda. Parlementera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk û gelek dayikên aştiyê jî tevlî çalakiyê bûn. Hevseroka EGE-TUHAYDERê Ayfer Yildirim daxuyanî xwend.

‘Ruhê 8ê Adarê di berxwedana jinên Kurd de şîn dibê’

Ayfer Yildirimê bal kişand ser vîn û berxwedana jinên kurd û diyar kir ku jinên kurd bi salan e li dijî hişmendiya baviksalar, polîtîkayên înkar û îmhayê li ber xwe didin û got: “Jinên kurd ne tenê wekhevî xwestin; wan nîşan da ku jiyaneke azad jî pêkan e. Modela jiyanê ya bi pêşengiya jinan li Rojava hat ava kirin, îsbat kir ku jin ne tenê mexdûr in, lê afirînerên jiyanê ne. Îro hevalên me yên li girtîgehan jî berdewamiya vê kevneşopiya berxwedanê ne.”

Ayfer Yildirim her wiha bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ên wekî cezayên dîsîplînê yên kêfî, astengkirina mafê tenduristiyê û tecrîdê û destnîşan kir ku heta azadiya jinan neyê mîsogerkirin, aştiyeke rasteqîn pêknayê.

‘Bila girtiyên siyasî bên berdan’

Dayika Aşitiyê Sultan Yagmekan jî di çalakiyê de axivî û got: “Em dixwazin hemû hevalên me yên jin di nav me de bin. Salek e behsa pêvajoya aştiyê dikin, lê ka edalet? Kesên ku jinan dikujin û şîdetê dikin tên berdan, lê girtiyên me yên siyasî hîn di hundir de ne. Em bang li Wezareta Dadê dikin; girtiyên me serbest berdin.”

Li dijî tundiya li girtîgehan banga têkoşînê

Di dawiyê de parlamenter Burcugul Çubuk axivî. Burcuguç Çubuk bal kişand ser îşkenceya ku li girtîgehan li jinan tê kirin û got ku jinan bi kelepçeyî muayene dikin û leşkeran dixin odeyên bijîşkan. Çubuk ev rewş wekî ‘sûcekî zayendî’ pênase kir û got: “Ew dixwazin bi girtinê pêşiya me bigirin, lê em ê li her derê li dijî tecrîd û zextan dengê xwe bilind bikin. Ev kartên ku em dişînin, ji bo şikandina dîwarên li dora vîna jinan e.”

Çalakî bi şandina qert û fularan bi dawî bû.

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a CîhanêJinên GirtîKomeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî re ya Herêma Egeyê (EGE TUHAY-DER)Tevgera Jinên Azad (TJA)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nagîhan Akarsel li Erziromê hate bibîranîn

Nagîhan Akarsel li Erziromê hate bibîranîn

5 COTMEH 2026
Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Li Êlihê şermezarkirina îşkenceyê: Ev bûyer birînek civakî ye

Li Êlihê şermezarkirina îşkenceyê: Ev bûyer birînek civakî ye

27 HEZÎRAN 2026
Li Stenbolê starta ‘Mitînga Azadiyê’: Em ê ji bo Rêbertiya azad li qadan bin

Li Stenbolê starta ‘Mitînga Azadiyê’: Em ê ji bo Rêbertiya azad li qadan bin

16 HEZÎRAN 2026
Di 5 mehan de 118 jin hatine kuştin: Divê jin komunên xwe ava bikin

Di 5 mehan de 118 jin hatine kuştin: Divê jin komunên xwe ava bikin

13 HEZÎRAN 2026
TJA: Divê Rahmî Koç demildest lêborînê ji jinên Kurd bixwaze

TJA: Divê Rahmî Koç demildest lêborînê ji jinên Kurd bixwaze

6 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne