• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji Îzmîrê peyama Berxwedana Geziyê: Ji Geziyê heta Kobanê şoreşger li vir in

Îzmîr / AW

1 HEZÎRAN 2026 - 20:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê di salvegera 13an a Berxwedana Geziyê de daxuyaniyek da û hat destnîşankirin ku Gezi mîraseke bihêz e ku ronahiyê dide têkoşîna ked û demokrasiyê.

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê, boneya salvegera 13an a Berxwedana Geziyê li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylanê daxuyaniyeke dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Gezi tevgereke gel a dîrokî ye ku bi mîlyonan mirov li dora daxwazên wekhevî, azadî, demokrasî û edaletê gihandine hev. Di çalakiyê de pankarta “Gezi di 13 saliya xwe de ye, tarîtî diçe Gezî dimîne” hat vekirin û dirûşmeyên “Ji Geziyê heta Kobanê şoreşger li vir in” û “Hesabê Geziyê dê bê pirsîn” hatin berzkirin. Daxuyaniya çapemeniyê li ser navê girseyê ji hêla Berdevkê KESKê ya Îzmîrê Savaş Candemir ve hat xwendin.

‘Gezi mîraseke bihêz e ku ronahiyê dide têkoşîna ked û demokrasiyê’

Savaş Candemir diyar kir ku Geziyê bi mîlyonan mirov bi daxwaza wekhevî, azadî, edalet, aştî, demokrasî û laîktiyê li qadan gihandine hev û got: “Gezi; wekî yek ji tevgerên gel ên herî girseyî, herî berbelav û herî birûmet ên dîroka Tirkiyeyê, zindîtiya xwe ya di bîra me de û hêviya xwe ya ji bo têkoşîna civakî diparêze. Em ciwanên xwe yên ku di Geziyê de jiyana xwe ji dest dane, di sala 13an de careke din bi rêzdarî bi bîr tînin; em careke din radigihînin ku em ê dest ji dûvçûna kujerên wan û vîna siyasî ya li pişt van qetlîaman bernedin. Berxwedana Geziyê; zemîneke mezin a piştgirî û berxwedanê ye ku bi sekna mil bi mil a jin, ciwan, karker, kedkarên giştî, xwendekar, hunermend, parêzvanên ekolojiyê û fecesên gel ên ji nasname û baweriyên cuda hatiye avakirin. Gezi ne tenê tevgereke gel a ku di rabirdûyê de maye ye; îro jî mîraseke bihêz e ku ronahiyê dide mûxalefeta civakî û têkoşîna ked û demokrasiyê.”

‘Ev hîn destpêk e, têkoşîn dê bidome!’

Savaş Candemir anî ziman ku Gezi hêvî, berxwedan û vîna azadî, wekhevî û edaletê ya gelan e û wiha pê de çû: “Kes, sazî, sendîka, rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiyên siyasî yên ku li pêşberî desthilatdariyê çok danaynin, tên hedefgirtin; mûxalefeta civakî tê xwestin ku bi polîtîkayên zext, ceza, qamçiyê darazê û çavtirsandinê bê teslîmgirtin. Lê belê, heta ku serî de karker û kedkarên giştî, hemû beşên civakê yên tên mêtin, çewisandin, marjînalîzekirin û yên ku bi neheqî di zindanan de tên girtin, di wê rêya ku Geziyê vekiriye de bimeşin, li ku derê têkoşîn hebe dê şopeke Geziyê teqez li wir hebe. Berxwedana Geziyê di rabirdûyê de dîwarên tirsê yên hatibûn hûnandin hilweşandiye; bi gotina ‘Ev hîn destpêk e, têkoşîn dê bidome!’ rêya ku divê em tê de bimeşin nîşanî me daye. Li dijî hemû sepanên der-hiqûqî, binpêkirinên mafan, keyfîtiya siyasî ya ku destûra bingehîn jî nas nake û polîtîkayên çavtirsandinê, yekane rêya derketinê; têkoşîna rêxistinkirî, biryardar û girseyî ya kedkaran e.”

Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeyên “Slav ji her kesê ku li Geziyê ketî û şer kirî re” bi dawî bû.

Etîket: Berxwedana GeziyêdaxuyanîHezên Ked û Demokrasiyêİzmir
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

19 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Li Erxeniyê li dijî şerê taybet banga ‘Rabin’ hate kirin

Li Erxeniyê li dijî şerê taybet banga ‘Rabin’ hate kirin

16 TEBAX 2026
Alîgirên Amedsporê: Em ê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê li ber xwe bidin

Alîgirên Amedsporê: Em ê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê li ber xwe bidin

16 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne