• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji DYAyê êrişên muzakereyan: 4 dronên Îranê hatin xistin

Navenda Nûçeyan / AW

28 GULAN 2026 - 13:12
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
DYAyê li nêzî Tengava Hurmuzê 4 dronên Îranê xistin xwarê û li Bender Ebasê êrişî stasyoneke kontrolê kir. Hêzên Pasdaran ên Îranê jî bi moşekan bersiv dan û baregeheke DYAyê kirin hedef. Ji ber êrişên dualî nirxê petrolê li cîhanê dîsa bilind bû. Êrişên DYAyê wekî zextek têkildarî muzakereyan hate nirxandin.

Ligel berdewamkirina muzakereyên xitimîn, di navbera hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û rejîma Îranê de êrişên rasterast ên leşkerî pêk hatin. Rayedarekî DYAyê ragihand ku hêzên wan li nêzî Tengava Hurmuzê 4 dronên Îranê xistine xwarê û li bajarê Bender Ebas ê li peravên başûrê Îranê jî, stasyoneke bejayî ya kontrolkirina dronan kirine hedef. Çavkaniyên DYAyî daxuyandin ku êriş li dijî nêzîkatiya Îranê ya muzakereyan pêk hatiye.

Îranê bi moşekan li baregeha DYAyê xist

Li hemberî êrişa DYAyê, Artêşa Pasdarên Şoreşê ya Îranê daxuyaniyek weşand û da zanîn ku wan di seatên sibê de bi moşekan baregeheke DYAyê ya ji wir êrişî nêzî Balafirgeha Bender Ebasê kiribû, kiriye armanc. Di daxuyaniyê de der barê cihê baregeha DYAyê û zirarên bombebaranê de agahiyên berfireh nehatin dayîn.

Li Kuweytê û Tengava Hurmuzê alarm

Bandora vê rageşiyê li welatên din ên herêmê û qadên deryayî jî hate hîskirin. Artêşa Kuweytê ragihand ku sîstema wan a parastina asmanî bersiv daye êrişên moşek û dronan, lê der barê jêdera êrişê de hûrgilî parve nekirin.

Keştî ji hêla Îranê ve hatin hişyarkirin

Di heman demê de, Saziya Radyo û Televîzyonê ya Îranê jî da zanîn ku hêzên deryayî yên Îranê hişyarî daye 4 keştiyên ku xwestine bêyî koordînasyonê di Tengava Hurmuzê re derbas bibin. Hate destnîşankirin ku keştiyên navborî destpêkê guh nedane hişyariyan, lê piştre hatine neçarkirin ku vegerin.

Bandora şer: Nirxê petrolê firî

Şer û rageşiya leşkerî ya li herêma Kendavê, rasterast bandor li bazarên aboriyê yên cîhanê kir. Piştî êrişên dualî, nirxê bermîlek petrola xam a Brentê ji sedî 2 zêde bû û derket 96.13 dolaran. Her wiha nirxê petrola Teksasê (WTI – West Texas Intermediate) jî ji sedî 1.75 zêde bû û gihîşt 90.23 dolaran.

Peyama Tehranê: Îhtîmala şer kêm e, lê em amade ne

Tevî şerê fîîlî jî, rayedarên Îranê hewl didin rageşiyê di çarçoveyeke diyarkirî de bihêlin. Yek ji fermandarên payebilind ên Hêzên Deryayî yên Artêşa Pasdaran Mûhammed Ekberzade duh ji ajansa Tasnîmê re axivîbû û îdia kiribû ku ji ber “lawaziya dijmin” îhtîmala şerekî giştî kêm e.

Rêveberiya Tehranê jî destnîşan kir ku ligel berdewamiya hevdîtinên dîplomatîk, ew li hemberî her cure êrişên gengaz di nava amadekariyê de ne.

Etîket: droneDYAHurmuzÎranpetrolşer
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne