• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji DEM Partiyê peyama Komkujiya Çorûmê

Enqere / AW

29 GULAN 2026 - 15:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, di 46emîn salvegera Komkujiya Çorumê de banga rûbirûbûna bi raboriyê re kirin. Hevserokan destnîşan kirin ku aştiyeke civakî ya mayînde tenê bi derxistina heqîqetê û pêkanîna edaletê pêkan e.

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, bi boneya 46emîn salvegera Komkujiya Çorumê ku li dijî civaka Elewî pêk hatibû, li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal daxuyaniyên nivîskî belav kirin û banga rûbirûbûna bi raboriyê re kirin.

Hatîmogullari: Bîra tarî zindî ye

Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogullari di peyama xwe de bal kişand ser tarîtiya dewletê û ev tişt anî ziman: “Komkujiya Çorumê, bîra vî welatî ya di tarîtiyê de hatiye hiştin e. Birîneke mezin e ku êşa wê kêm nebûye, edaleta wê pêk nehatiye û hîn jî bi heqîqeta wê re rûbirûbûn çênebûye. Ev bîra tarî ya ku ji Çorumê heta Mereş, ji Sêwasê heta Gaziyê dirêj dibe, hîn jî zindî ye.”

‘Em dê têkoşînê bidomînin’

Hatîmogullari diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Li hemberî nefreta li dijî Elewiyan, înkar û pergala bêcezahiştinê; em ê bîra xwe zindî bigirin û em ê tu carî dev ji lêgerîna xwe ya heqîqet û edaletê bernedin. Ez canên me yên ku hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînim. Li ser bingeha welatîbûna wekhev; bi baweriya xwe, bi nasnameya xwe û cudahiyên xwe, em ê jiyana hevpar a ku em ê bi hev re û di nava azadiyê de bijîn, bi hev re ava bikin.”

Bakirhan: Aştî bi rûbirûbûnê pêk tê

Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan jî bal kişand ser qetilkirina bi dehan welatiyên Elewî û bi bîr xist ku ev komkujî encama xerabiyeke rêxistinkirî ye. Peyama Bakirhan wiha ye: “Bi sedan kes birîndar bûn; di bîra me ya civakî de birînên kûr û nayên pêçan vebûn. Komkujiya Çorumê encameke tal a polîtîkayên tarî, zimanê nefretê û xerabiya rêxistinkirî ku armanc dikir gelan, baweriyan û nasnameyan bera hev bide û wan bike dijminên hev, bû. Tevî ku ewqas sal derbas bûne jî, derneketa holê ya berpirsên rastîn bi hemû aliyên xwe ve û domandina zîhniyeta bêcezahiştinê êşan zindî digire.”

‘Çareserî bi aştiyek mayînde pêkan e’

Bakirhan destnîşan kir ku rêya çareseriyê di rûbirûbûnek samîmî de ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xurtbûna Tirkiyeyê ya wekî dewleteke hiqûqê ya demokratîk; tenê bi avakirina aştiyeke civakî ya mayînde pêkan e. Riya vê jî ew e ku gel, bawerî û nasname di nava wekhevî, azadî û ewlehiyê de bijîn. Rûbirûbûneke jidil û wêrek a bi raboriyê re, derxistina holê ya heqîqetê û pêkanîna edaleta bêkêmasî pêwest e.”

‘Em canên xwe bi rêzdarî bîrtînin’

Li ser mijarê Bakirhan xwest ku gavên pêwist bên avêtin û wiha pêde çû: “Em canên xwe yên ku me li Çorumê winda kirine bi rêzdarî, hesret û rehmet bi bîr tînin; em careke din kesên ku ev komkujiya organîzekirî pêk anîne, kesên fermana wê dane û zîhniyeta tarî lanet dikin. Em ê têkoşîna xwe ya heqîqet, edalet, welatîbûna wekhev û jiyana hevpar bi biryardarî mezin bikin.”

Etîket: ElewîKomkujiya ÇorumêKurdistanTulay HatimogullariTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

27 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

27 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Hevserokên DEM Partiyê bi sazî û komeleyên Elewiyan re civiyan

Hevserokên DEM Partiyê bi sazî û komeleyên Elewiyan re civiyan

22 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne