Li gundê Micerceî yê Hesekê merasîma şehîd Sîpan Hiznî hate lidarxistin. Şandeyeke eşîran û hikumeta veguhêz jî tev li merasîmê bû.
Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê, şandeyeke eşîran û hikumeta veguhêz tev li merasîma şehîd Sîpan Hiznî bûn. Merasîm li gundê Micercei yê Hesekê hate lidarxistin.
Piştî deqeya rêzgirtinê endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso axivî û got: “Bûyerên ku li herêmê diqewimin ku yek ji wan sûcê kuştina Sîpan Hiznî ye ji aliyê dewleta Tirkiyeyê û ji nava hikûmeta veguhêz kesên girêdayî wê ne ve, têne kirin. Sûcê kuştina Sîpan bi eşîre û civakê ve ne girêdayî ye. Bûyera li Kobanê qewimî bi vê rewşê ve girêdayî ye.”
Oso got pirsgirêka zimanê kurdî yek ji daxwazên gelê Kurd ên sereke ye û divê fermî were naskirin.
Şêwirmendê qebîleya El Cebûr şêx Ekrem Mehşûş jî axivî û got sûcê hatiye kirin nûnertiya êlên herêmê, adet û kevneşopên herêmê nake, divê kujer di demeke nêz de werin cezakirin û heke kesên berpirsyarê vê bûyerê neyên cezakirin dê bandorê li ser entegreyê jî bike.
Ji hikumeta veguhêz jî cîgirê parêzgarê Hesekê Ehmed El Hîlalî, cîgirê rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn yê parêzgeha Hesekê Siyamend Efrîn serdana malbata şehîd Sîpan Hiznî kir û got kujer dê di çarçoveya qanûnî de werin cezakirin û anîn ziman ku divê aramiya herêmê were parastin.













