• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ji bo pêşketina pêvajoyê divê TMK were guhertin’

Omer Demîr / AW

16 GULAN 2025 - 08:57
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Endamê rêveberiya OHDê ya Amedê Mehmet Sonmez da zanîn ku PKK û Abdullah Ocalan gavên dîrokî avêtine û niha jî dora gavavêtinê ya dewletê ye û got ku ji bo birêvebirina pêvajoyê divê TMK were guhertin.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de kir, PKK 1ê Adarê agirbest ragihand. Her çiqas PKKê agirbest ragihandibû û herî dawî xwe fesix kiribe jî dîsa êrişên Tirkiyeyê bênavber berdewam dikin. PKKê di 12ê Gulanê de eşkere kir ku dawî li hemû xebatên xwe aniye.

Endamê rêveberiya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê Mehmet Sonmez têkildarî pêvajoyê axivî û diyar kir ku divê guhertinên qanûnî bên kirin.

‘PKKê her tiştî kir, niha divê dewlet gav biavêje’

Mehmet Sonmez destnîşan kir ku biryara PKKê dîrokî ye û wiha axivî: “Biryara PKKê nayê wê wateyê ku bi şert û mercan xwe fesix kiriye. Ev 50 sal in PKKê şerê çekdarî dike. Welê xuya dike ku êdî bi rêya siyaseta demokratîk û dîplomasiyê dê xebatê xwe bidomîne. Ji bo biryara PKKê hem ji bo Kurdan hem jî ji bo Rojhilata Navîn gelek girîng e. Civak dibêje ku serdemek hat girtin serdema dîplomasiyê û siyaseta demokratîk dest pê kiriye. Ji bo vê biryara pêwîst e dewlet jî tiştên dikeve ser milê xwe bike. PKKê biryarek girt û her tiştî kir, piştî vê divê dewlet gav biavêje.”

‘Divê daxwazên gel bên qebûlkirin’

Mehmet Sonmez diyar kir ku divê gel dixwaze xwe her li qadê bînê zimen û ev tişt got: “Gel di serî de divê bibe xwedî nasnameya xwe. Gel daxwaza hebûn, ziman û cihê ku navê wê hatiye guhertin dike. Bi vî awayî gel dikare tev li pêvajoyê bibe. Saziyên me yên hiqûqî li ser qanûna bingehîn ku nû were avakirin dikare pêşniyarên xwe amade bikin. Saziyên me divê li dijî politîkayên ne ji bo gel, rabin û xebatê bikin.”

‘Gel li benda azadiya birêz Abdullah Ocalan e’

Mehmet Sonmez da zanîn ku daxwaza gel divê neyê paşxistin û axaftina xwe wiha domand: “Gel dixwaze ku mafê hêviyê pêk were. Gel tenê rakirina tecrîdê naxwaze. Îro gel li benda azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Îro tecrîd li hemû girtîgehan berdewam dike. Dewlet he jî tu gav neavêtiye, divê demildest gav bên avêtin. Gel li ser dawxaza perwerdehiya Kurdî jî disekine. Di nav daxwazên serekê de ev heye. Lê ev daxwaz ne tenê dersên hilbijartî ye. Ji bo wê divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Îro gavek dîrokî hatiye avêtin divê dewlet jî gavên girîng biavêje. Divê ev daxwazên gel neyên paşguhkirin.”

‘TEM neyê guhertin tu pirsgirêk jî çareser nabin’

Mehmet Sonmez bi bîr xist ku piştî biryara PKKê gelek tişt divê werin guhertin û wiha axivî: “Piştî vê biryara dîrokî, gelek kar û bar dikeve ser milê saziyan. Em jî wekî OHDê amade ne ku di amadekarkirina qanûna bingehîn a nû de cih bigirin. Em jî ji bo vê yekê xebatê dimeşînin. Mijara înfazê jî gelek girîng e. He jî nehatiye çareserkirin. Kesekî cezayê meubedê lê hatibe birîn û cezayê xwe yê 30 salî qedandibe, nayê berdan. Divê ev yek ji holê bê rakirin an jî were nûkirin. Kesên ku cezayê muebeda giran li wan hatibe birîn di qanûnê de dibêje; dê heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de bimînin. Ev tişt li du dera cîhanê tune û nayê qebûlkirin. Pewîst e ev qanûn were rakirin. Gelek pirsigrêk di nava qanûna TMKê de hene. Ji bo ev pirsgirêk werin çareserkirin divê ev qanûn were rakirin. TMK neyê guhertin tu pirsgirêk nayê çareserkirin.”

Etîket: Abdullah OcalanOHDpêvajopkkTMK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Otomatik taslak

TUHAD-FED: Dest ji astengkirina berdana girtiyan berdin

5 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne