Stenbol – Endama ÇHDê Dîlan Eskî bal kişand ser girtin û binçavkirinên ji ber lûtkeya NATOyê hatine kirin û wiha got: “Tevahiya kesên hatine girtin ji bo tev li çalakiyên li dijî NATOyê nebin, bi îşkenceyê hatin binçavkirin û girtin.”
Li Stenbolê bi sedan kes hêj tev li çalakiyan nebûbûn, bi hinceta ‘Dikare çalakî bike’ hatin binçavkirin. Axaftinên bi telefonê yên Seroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdemî (ÇHD) ya Stenbolê Ezgî Onalan û endamê ÇHDê Yûnûs Emre bi Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglû re kiribûn jî weke ‘axaftinên biguman’ hatin dîtin. Razandina pereyê muwekÎlên wan jî ‘razandina pere ya biguman’ hate dîtin. Kesên li ser malên wan de hatine girtin jî bi hinceta ‘dikare çalakî bike’ hatin binçavkirin. Desthilata AKPê ji bo tu kes li dijî Lûtkeya NATOyê çalakî li dar nexe sedan kesan binçav kir.
Operasyonên binçavkirinê
Di 15ê Hezîranê de li Stenbolê operasyonek hat lidarxistin û 23 kes hatin, ji wan 21 kes hatin girtin.
Di 26ê Hezîranê de li Stenbolê ji 31 kes hatibûn binçavkirin ji wan 19 kes hatin girtin. Di nava kesên ku hatibûn binçavkirin de mamoste, bijîşk û parêzer jî hebûn. Kesên ku hatin girtin bi hinceta ‘endamên rêxistinê ne’ û ‘îhtîmal heye ku çalakî bikin’ hatin girtin.
Di 29ê Hezîranê çalakiya ciwanan de 89 ciwan hatin binçavkirin û piştî karûbarên îfadeyê roja din hatin berdan.
Di 5ê Tîrmehê de operasyonek din pêk hat û Seroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên a Hemdemî (ÇHD) ya Stenbolê Ezgî Onalan jî di nav de 16 kes hatin binçavkirin.
Di 7ê Tîrmehê de li Kolana Îstîklalê herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.
Di 7ê Tîrmehê de li Kadikoyê dehan ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin û polîs destê ciwanekî şikand.
Di 8ê Tîrmehê de 25 kes hatin girtin.
Bi giştî li Stenbolê sedan kes hatin binçavkirin, ji wan 54 kes hat girtin.
Endama Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdemî (ÇHD) ya Stenbolê Dîlan Eskî têkildarî girtin û binçavkirinan axivî.

‘Xwestin binçavkirî bêparêzer bimînin’
Dîlan Eskî diyar kir ku kesên ku hatine binçavkirin rastî îşkenceya polîsan hatine û wiha axivî: “Li Stenbolê di serdegirtina malan de kesek ji polîsên taybet re dibêje ‘Ez şîfreya telefona xwe nadim’. 5 polîsên taybet êrişî ciwanî dikin û bi îşkenceyê şîfreya face id (şifreya rû) telefonê vedikin. Ji ber îşkenceyê di rûyê wî ciwanî de xwîn tê. Di çalakiya 7ê Hezîranê de li Kadikoyê polîs îşkenceyê li keseke binçavkirî dike. Destê kesekê di wê çalakiyê de ji aliyê polîsan ve tê şikandin. Hat xwestin ku kesên hatine binçavkirin bê parêzer bimînin. Jixwe gelek hevalên me di serdegirtina malan de û di çalakiyan de hatin binçavkirin.”
‘Ji bo çalakî li dar nexin sedan kes hate girtin’
Dîlan Eskî destnîşan kir ku gelek hevalên wan û miwekîlê wan hatin girtin û got: “Seroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên a Hemdemî (ÇHD) ya Stenbolê Ezgî Onalan û endamê ÇHDê Yûnûs Emre bi miwekîlê xwe re di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û di 8ê Hezîranê de hatin girtin. Hefteya borî endama ÇHDa Stenbolê parêzer Doga Încesû û endemên ÇHDa Enqereyê Semra Dêmîr û Kurşat Bafra di operasyên NATOyê de hatibûn binçavkirin û piştre hatin girtin. Dîsa endamê ÇHDa Stenbolê Ozge Ûsanmaz li Enqereyê hate binçavkirin û bi biryara kontrola edlî hate berdan. Ji kesên hatine binçavkirin sedema tevlibûna çalakiyan hatiye pirsîn. Sedema girtinan jî ‘girtina bergir’ e. Tevahiya kesên ku hatine girtin ji bo tev li çalakiyên li dijî Lûtkeya NATOyê nebin hatine girtin. Ev sepana desthilatdarê jî her ku diçe zêdetir dibe. 55 sal beriya niha sosyalîst û gel di çalakiyên li dijî Filoya 6emîn û di sala 2024an de çalakiyên li dijî Lûtkeya NATOyê hatibûn girtin. Îro cudahî çiye? Îro hê protesto pêk nehatiye gel tê girtin. Girtinên îro bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ pêk hat.”













