• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ji bo ku Yûsûf Tekîn îstîfa bike li bendê ye çend xwendekarên din can bidin?’

Amed/ AW

17 NÎSAN 2026 - 14:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ku têkildarî êrişên faşîst ên li zanîngehan û êrişên li ser dibistanên li Sêwreg û Mereşê pêk hatin daxuyanî dan. Xwendekaran xwestin Wezîrê Parastinê Yûsûf Tekîn îstîfa bike û ev pirs kirin: “Ji bo Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Yûsûf Tekîn îstifa bike li bendê ye ku çend xwendekarên din can bidin?”

Li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê bi sedan xwendekar li dijî êrîşên faşîst ên li Zanîngehên Ege, Hacettepe û êrişên li ser dibistanên Sêwreg û Mereşê pêk hatin, li ber Fakulteya Fenê ya zanîngehê kom bûn. Xwendekaran pankarta “Li dijî perwerdehiya bêewle li her derê têkoşînê bilind bike” rakir û bi dirûşmên “Yûsûf Tekîn îstîfa”, “Bijî berxwedana ciwanan” û “Bijî berxwedana xwedekaran” berz kirin. Xwendekar heta ber avahiya rektoriyê meşiyan. Piştî meşê, li ser navê xwendekaran bi zaravayê kurmancî yê Kurdî Faike Şik, bi Tirkî jî Serhat Tanilir metna daxuyaniyê xwend.

‘Faîl bi ‘necezakirinê’ tên parastin’

Faike Şik, bal kişand ser komkujiyên li dibistanan û polîtîkaya necezakirinê û wiha got: “Em weke xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê; ji bo ku li dijî zincîra tundî, lînç û komkujiyên ku di demên dawî de li saziyên perwerdeyê zêde bûne bibin yek deng, ji bo kêmasiyên ewlehiyê yên sîstematîk teşhîr bikin û qadên perwerdehiya azad biparêzin, li vir in. Li Mereşê, mûhîmatên di mala polîsekî berê de ku ji aliyê zarokekî ve bi awayekî profesyonel hatin bikaranîn, ne bûyereke ji rêzê ye; encama tundiyeke ku bi destê dewletê hatiye mezinkirin e. Tiştên ku di vê pergalê de diqewimin berhema polîtîkayeke wisa ye ku faîl bi ‘necezakirinê’ tên parastin.”

‘Dema çeteyên faşîst bi palan dikevin kampusan, dibin kor û ker’

Faike Şik, bertek nîşanî dorpêçkirina kampusan a bi navê “ewlehiyê” da û wiha domand: “Çareserî ne ‘polîtîkayên ewlehiyê’ ne ku zanîngehan veguherînin girtîgehên vekirî. Tecrîdkirina fakulteyan a ji hevdû, bi turnîkeyan sînordarkirina qada tevgera xwendekaran an jî bi navê ‘ewlehiyê’ bicihkirina çawîşên pispor ên ku 7 salên xwe tejî kirine, ewlehiyê nayîne, dê zexta li ser xwendekaran zêde bike. Em dizanin; yên ku li hemberî xwendekarên mafên xwe yên demokratîk diparêzin bi sedan polîsan rêz dikin, dema çeteyên faşîst bi palan dikevin kampusan, dibin kor û ker.”

‘Yûsûf Tekîn, ji bo îstifa bike li bendê ye ku çend xwendekarên din can bidin?’

Faîke Şik di axaftina xwe de pirsên xwe yên li ser berpirsiyariya saziyan wiha rêz kirin: “Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Yûsûf Tekîn, ji bo îstifa bike li bendê ye ku çend xwendekarên din can bidin? Gelo dê hesabê mûhîmatên di destê polîsekî berê de ku rê li ber komkujiyekê vekir, bê pirsîn? Hêzên ewlehiyê yên ku di çalakiyeke herî piçûk a xwendekaran de dibin artêş, çima çavên xwe ji ketina çeteyên faşîst a bi palan a nav kampusan re digirin? YOK, dê kengî li hemberî vê avahiya xwar berpirsiyariyê bigire ser xwe?”

Banga ji bo avakirina zanîngeha azad

Faîke Şik di dawiya daxuyaniyê de banga yekîtiyê kir: “Em dibêjin ‘ji tundiya di perwerdeyê de re na’; em bang li hemû hevalên xwe dikin ku li dijî vê tundiyê werin cemhev, piştevaniyê mezin bikin û zanîngeha azad-xweser ava bikin. Tişta ku dibistanên me ewle bike, ne çawîşên pispor an turnîkeyên hesinî ne; yekîtiya birêxistinkirî û piştevaniya xwendekaran e. Bijî piştgiriya xwendekaran!”

 

Etîket: daxuyanîêrişên dibistananêrişên faşîstFaîke ŞikSerhat TanilirXwendekarên Zanîngeha Dîcleyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

2 TÎRMEH 2026
Endamekî Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ya Siwêdayê birîndar bû

Endamekî Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ya Siwêdayê birîndar bû

1 TÎRMEH 2026
‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

29 HEZÎRAN 2026
Malbata Kabaîş: Me wekaleta bi Baroya Wanê re betal kir   Baro: Ragihandin û şopandin zehmet bûye

Malbata Kabaîş: Me wekaleta bi Baroya Wanê re betal kir
Baro: Ragihandin û şopandin zehmet bûye

28 HEZÎRAN 2026
TEV-ÇAND: Kadîr Înanir dostê gelê Kurd bû

TEV-ÇAND: Kadîr Înanir dostê gelê Kurd bû

28 HEZÎRAN 2026
Cezaya li Ayşe Gokkan hatî birîn li Îzmirê hat şermezarkirin

Cezaya li Ayşe Gokkan hatî birîn li Îzmirê hat şermezarkirin

26 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (34)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne