• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji bo Kobanê bangên mirovî yên lezgîn hate kirin

Navenda Nûçeyan / AW

24 ÇILE 2026 - 15:36
Kategorî: ROJANE
A A
Gelek sazî û dezgeyên mirovî bangên lezgîn kirin ku demlidest alîkari bidin Kobanê. Heyva Sor a Kurd banga vekirina korîdoreke însanî kir, du rêxistinên mafê mirovan jî bang li Neteweyên Yekbûyî kirin. Dîsa Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Ferhan Hac Îsa got ku divê demlidest alîkarî ji bo Kobanê bêne kirin. Her wiha ji nexweşxaneyên Kobanê jî bangên xwîn dayînê têne kirin.

Kobanê ya ku di bin dorpêça çeteyan de ye bi rewşekî nebaş ya mirovî re rû bi rû ye. Ev yek jî fikaran zêde kir dê karesateke mîrovî pêk bê li vê herêmê. Bajarê ku av û elektrîk û înterneta wê hatiye qutkirin bu mijara sazî û dezgeyên mafê mirovî û tenduristî.

Heyva Sor a Kurd: Ji bo Kobanê korîdoreke însanî vekin

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Ebdullah, têkildarî dorpêça hikumeta demkî û komên girêdayî dewleta Tirk a li ser Kobanê axivî û bang kir ku bi lezgînî korîdoreke mirovî were vekirin.

Hediye Ebdullahê got ku dorpêça li ser Kobanê ji gelek aliyan ve rê li ber pirsgirêkan vedike û got: “Bû sedem ku xwarin, derman û mazot kêm bibe. Herî dawî jî hewa sar bû, berf bariya û vê jî rewşa giran a li wir hêj xerabtir kir. Her wiha bû sedema belavbûna nexweşiyan.”
Hediye Ebdullahê anî ziman ku têkildarî mijarê bi gelek saziyên têkildar re hevdîtin kirine da ku korîdoreke însanî were vekirin û got: “Li cihekî ewqas sivîl lê dijîn dive korîdoreke însanî were vekirin. Ceyran, av û înternet hatiye birîn. Naxwazin tiştên li wir tên jiyîn bi dinyayê re bên parvekirin. Li gorî agahiyên li ber dest; herî dawî şevê din pitikeke 2 mehî, yek a 3 mehî, zarokek 2 salî û zarokek 4 salî ji sermayê jiyana xwe ji dest dane. Divê korîdora însanî tavilê bê vekirin. Rewşa li wir krîtîk e û her ku diçe giran dibe. Heke korîdora însanî vebe, em amade ne ku bi lez û bez biçin wê derê.”

Ji rêxistinên mafên mirovan bang li Neteweyên Yekbûyî

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûrî û Rêxistina Mafên Mirovan a Firatê bangeke lezgîn li Neteweyên Yekbûyî kir ku dorpêça li ser Kobaniyê were rakirin û bi awayekî lezgîn alîkariyên mirovî bigihînin sivîlan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Qutbûna av, elektrîk û sotemeniyê, li gel nebûna alîkariyên mirovî yên bingehîn ên wekî xwarin, derman, şîrê zarokan û pêdiviyên germkirinê, bûye sedema xirabûna rewşa mirovî. Her wiha Heyva Sor a Kurd ragihand ku 4 zarokan ji ber sermayê û nebûna lênêrîna bijîşkî wefat kiriye. Ev yek nîşan dide ku eger mudaxeleya lezgîn neyê kirin, karesateke mirovî ya berfireh dê çêbe.”
Her du rêxistinan destnîşan kir ku dorpêçkirina berdewam binpêkirina qanûnên mirovî yên navneteweyî ye.

Rêxistinan bang li Neteweyên Yekbûyî, Ofîsa Koordînasyona Kar û Barên Mirovî (OCHA), Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor û saziyên navneteweyî yên têkildar kir ku tavilê tedbîrên pêwîst bigirin da ku dorpêça li ser bajarê Kobanî û gundewarên derdora wê were rakirin û ji bo parastina sivîlan korîdorên mirovî yên ewle vekin. Her wiha rêxistinan daxwaza peydkirin û derbaskirina alîkariyên mirovî yên lezgîn kir.

Meclîsa Kantona Firatê bang kir

Derbarê dorpêça li ser bajarê Kobanê û bandorên ku bi xwe re tîne Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Ferhan Hac Îsa ji ANHAyê re axivî.
Ferhan Hac Îsa diyar kir ku Kobanê di rewşeke herî zehmet de ye, li aliyekî dorpêçkirî ye û li aliyeke din şer û pevçûn derdora wê hene. Av, kehrebe, internêt û pêdiviyên jiyanê tune ne. Li hember vê yekê jî helwesta xelkê li Kobanê jî berxwedan e û wiha dom kir: “Tişta ku roj bi roj di nava bajar namîne, pêdiviyên jiyanê ne. Ji ber dorpêçê xelkê Kobanê niha rastî qirkirinê tên. Rewşa dermanan û nexweşxane di metirsiyê de ne.”
Ferhan Hac Îsa bal kişand ser zêdebûna şêniyên li bajarê Kobanê û da zanîn ku hejmara şêniyan gelek e, gelek koçberên Tebqa, Reqa, Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Kobanê ne. Cih û warê ku ew koçberan lê bi cih bikin, tune ye. Wan beşeke mezin ji koçberan li dibistan, bexçeyên zarokan, mizgeft û saziyan bi cih kirine. Lê bi hezaran kes di vê rewşa berfê û seqemê de li derve dimînin û li derve radizên jî.
Ferhan Hac Îsa destnîşan kir ku ji bo parastina şêniyan li Kobanê divê mudaxeleyeke lezgîn bê kirin. Êdî piştgiriyên ku tenê gotin dimînin têrê nakin, Kobanê bi hacetî xwarin û vexwarinê ye.
Ferhan Hac Îsa da zanîn ku pişt ku komên çete yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê dest danîn ser bendava Tişrînê, rê bi temamî di navbera Kobanê û derdorê hate girtin, av, kehrebe, rêya anîna xwarin û dermanan jî hate girtin. Bi rêgirtinê niha rengê jiyanê li Kobanê tê qutkirin.

Ferhan Hac Îsa bang li hemû kesên ku behsa nirxên mirovahiyê û piştgiriya xelkê Kobanê dikin, hêzên navneteweyî û saziyên mirovahiyê kir ku bi awayeke demildest destwerdana rewşa Kobanê bikin.

Ji Neteweyên Yekbûyî daxuyanî

Nivîsgeha Hemahengiyê ya Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî di der barê dorpêça li ser Kobanê de diyar kir ku tîma NYyê bi rayedarên li Helebê re di nava dan û standinan de ye da ku rêyên peydakirina piştgiriya lezgîn ji bajêr re bibîne.

Nivîsgehê bi bîr xist ku tevkarên wê yên li Kobanê dixebitin, fikarên xwe yên zêde ji ber rewşa mirovî anîne ser ziman.

Nivîsgehê diyar kir ku li Kobanê enerjî, av û ceyran qut in, ev yek xizmetên bingehîn asteng dike. Nivîsgehê da zanîn ku li gorî raporan xurek, derman û pêdiviyên din kêm in. OCHAyê da zanîn ku ekîba Neteweyên Yekbûyî ji bo dîtina rêbazên piştgiriya lezgîn bo Kobanê bi desthilata li Helebê re di nava dan û standinan de ye.

Ji nexweşxaneyê banga lezgîn ji bo xwînê

Li aliyê din xebatkarên tenduristiyê yên Kobanê diyar kirin ku pêdiviya wan a lezgîn bi xwînê heye.
Xebatkarên tenduristiyê bangeke lezgîn li şêniyan kir ku biçin Nexweşxaneya Aykûr û xwînê bidin birîndaran.

 

Etîket: Kobanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

6 COTMEH 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

16 ÎLON 2026
Mazlum Ebdî diçe Kobanê

Mazlum Ebdî diçe Kobanê

12 ÎLON 2026
Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

1 ÎLON 2026
‘Dê mafên xwendekaran û kadroyên perwerdeyê bên mîsogerkirin’

‘Dê mafên xwendekaran û kadroyên perwerdeyê bên mîsogerkirin’

23 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne