Ji bo şehîdê Tevgera Azadiya Kurdistanê Ayhan Guner (Firat Demhat) li Wanê bîranîn hate lidarxistin û mewlûd hate dayîn.
Ji bo şehîdê Tevgera Azadiya Kurdistanê Ayhan Guner (Firat Demhat) ku di 26ê Tîrmeha 2024an de li Xakûrkê şehîd ketiye, ji aliyê malbatê ve li mizgefta Hz.Hamza ya li taxa Seyrantepe ya Wanê bernmeya bîranê hate lidarxistin. Bîranîn di roja sêyemîn de bi mewlûdê berdewam kir. Endamên MEBYA-DER, TUHAY-DER, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li bîranînê û mewlûdê bûn.
Di mewlûdê de welatiyan ji bo şehîd Firat Demhat dia kirin û sersaxiyê ji malbat û hemû gelê Kurd re xwestin.
Wê bîranîn îro êvarê bi dawî bibe.
















