• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji bo Emîne Ocak merasîm hat lidaxistin: Kujer dê bên darizandin

Navenda Nûçeyan /AW

24 TÎRMEH 2025 - 13:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Ji bo Emîne Ocak ku yek ji sembolên Dayikên Şemiyê bû, li Qada Galatasarayê merasîm hate lidarxistin. Kesên di merasîmê de axivîn diyar kirin ku dê têkoşîna Dayika Emîne li erdê nemîne û kujerên windakiriyan bên darizandin.

Dayika Şemiyê Emîne Ocak, ku di 20’ê Hezîranê de ji ber krîza dil a ji ber têkçûna nefesê li beşa lênêrîna giran dihat dermankirin, di 22yê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da. Merasîma cenazeyê Emîne Ocak li Qada Galatasarayê, cihê berxwedana mirovên Şemiyê, hate lidarxistin.

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Giştî Eren Keskîn, endama Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan, Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, parlamenterên DEM Partiyê, parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû, dayika Berkîn Elvan, Gulsum Elvan, mirovên Şemiyê, rêxistinên civaka sivîl, parêzvanên mafên mirovan, Dayikên Aştiyê, partiyên siyasî û bi hezaran kes tev li merasîma cenazeyî bûn.

Girseyê darbesta Emîne Ocak a bi qumaşê reş pêçayî anî Qada Galatasarayê. Wêneya Emîne Ocak û pankarta bi nivîsa “Te dest jê berneda, em jî dê dest jê bernedin” li ser maseya ku darbesta wê lê hatibû danîn hatin daliqandin û qurnefîl li ser darbesta wê hatin danîn.

‘Em ê ji bo hemû dayik, bav û xizmên xwe yên windakirî li ber xwe bidin’

Merasîma cenaze bi xwendina çîroka jiyana Emîne Ocak dest pê kir û axaftin hatin kirin. Keça Emîne Ocak Masîre Ocak axivî û got: “Dayika min a ku ji êşê sebir, ji sebirê jî hêvî afirand. Dayika min tu bû hêvî di dilê bi milyonan mirovî de. Tu her tim bi serbilindî sekinî. Ne tenê êşa te, êşa her kesî di dilê te de bû. Me di çavên te de êşa yên windakirî hîs kir. Em ê wan ji bîr nekin. Em niha te ber bi Hasan ve bi rê dikin. Hişê gelekî bi dilê dayikekê lê dide. Em ê ji bo hemû dayik, bav û xizmên xwe yên windakirî li ber xwe bidin.”

‘Em ê têkoşîna te li erdê nehêlin’

Hevjîna Fehmî Tosûn ê bi kiryar nediyar hate windakirin Hanim Tosûn jî wiha got: “Em sozê didin te Dayika Emîne, em ê têkoşîna te li erdê nehêlin. Oxir be ji te re. Li wê derê dayik hene ku li benda te ne. Dayika Elmas, Dayika Berfo, Hasan li wir e. Dema ku te Hasan hembêz kir, em ê jî kêfxweş bibin.”

‘Kujer wê bêne darizandin’

Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan jî wiha axivî: “Ev qad qada dayika Emîneyê ye. Ev qad qada berxwedanê ye ku beriya 30 salan dest pê kir. Te li pişt xwe bi milyonan mirov hiştin. Silavan li Hasan, Savaş, Abdullah bike. Kujer wê bêne darizandin, hesab bidin. Oxir be ji te re Dayika Emîne.”

‘Te em hînî gelek tiştan kir’

Hevseroka ÎHDê ya Giştî Eren Keskîn jî got, “Dayika Emîne yek ji wan kesan bû ku çalakiya bê îteatiya sivîl dan destpêkirin. Têkoşîna dayikên Şemiyê ewqasî xurt bû ku îro neçar man vê qadê vekin. Te em hînî gelek tiştan kir, xweş razê.”

Merasîm bi dirûşma “Dayê em li vê derê ne” bi dawî bû. Cenazeyê Emîne Ocak wê saet di 16:00 de bibin Cemxaneya Gazî. Piştre jî li Goristana Gazî li kêleka gora kurê wê Hasan Ocak bê veşartin.

 

Etîket: Dayikên ŞemiyeEmîne OcakMerasîma cenazeQada GalatasarayêStenbol
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026
Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

26 ÎLON 2026
‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

19 ÎLON 2026
Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

10 ÎLON 2026
‘Em bi saya şehîdan li ser piyan in’

‘Em bi saya şehîdan li ser piyan in’

27 TEBAX 2026
‘Divê em ala ku şehîdan ji me re hiştine bigihînin asta herî jor’

‘Divê em ala ku şehîdan ji me re hiştine bigihînin asta herî jor’

26 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne