• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Ji bo çareseriyeke aştiyane reforma mafên mirovan diparêze bidin destpêkirin’

Wan / AW

21 GULAN 2025 - 18:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Endamê Komîsyona Girtîgehan ê OHDê Mûrat Ozçîçek ku di daxuyaniya ji bo girtiyên nexweş de axivî, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: “Ji bo ku îro li Tirkiyeyê rê li ber çareseriyên aştiyane bê vekirin divê li hemû saziyên dewletê, bi taybetî jî li girtîgehan, pêvajoya reformê ya ku mafên mirovan diparêze bê destpêkirin.”

Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Wanê (WAN TÛHAY-DER) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) têkildarî girtiyên nexweş ên siyasî li Kolana Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji girtiyên nexweş re azadî” hat vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin. Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Wanê, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, endam û rêveberên saziyên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

‘Divê pratîka desthilatwarî ya ATKê bi dawî bibe’

Endamê Komîsyona Girtîgehan a OHDê Mûrat Ozçîçek daxuyanî xwend û diyar kir di qanûnên derbarê girtiyên nexweş de tu guhertin nehatine kirin û di pêvajoya taloqkirina cezayên girtiyên nexweş de cihêkarî heye. Mûrat Ozçîçek anî ziman ku girtiyên nexweş ne ​​xwediyê derfetên guncav û têr ên dermankirinê ne û pêvajoya dermankirina wan bûye cezayekî cuda û got: “Ev hemû rastî ne ku rêveberî û wezaret nikarin berpirsyariyên xwe paşguh bikin. Divê astengiyên li pêşiya dermankirina girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê bên rakirin, girtiyên nexweş ên giran demildest bên berdan û daxwazên wan ên ji bo taloqkirina cezayê bên qebûlkirin. Divê pratîka Saziya Tiba Edlî (ATK) ya deshilatwarî bi dawî bibe û nêrînên lijneyên zanistî û bêalî esas bê girtin.”

‘Rêzdar Ocalan israra xwe ya çareseriyê nîşan da’

Mûrat Ozçîçek diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di banga xwe ya 27ê Sibata 2025an de bi gotina xwe ya ‘naskirina siyaseta demokratîk û pîvana hiqûqî’ vîna xwe ya israr û biryardarî ya çareseriyê nîşan dide û wiha bi dawî kir: “Tecrîda girankirî ya li ser Rêzdar Ocalan ne tenê binpêkirina mafên takekesî ye, her wiha li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê û pêvajoya aştiyê jî dibe asteng. Bersiva vê bangê ancax bi rakirina tecrîda li Îmraliyê û afirandina şert û mercên ku birêz Ocalan tevkariyê li aştiya civakî bike, dikare bê bersivandin. Ji bo ku îro li Tirkiyeyê rê li ber çareseriyên aştiyane bê vekirin, hemû beşên civakê li ser esasê hemwelatiya wekhev bi hev re bijîn û dewleta hiqûqê ji nû ve bê avakirin, divê li hemû saziyên dewletê, bi taybetî jî li girtîgehan, pêvajoya reformê ya ku mafên mirovan diparêze bê destpêkirin. Divê demildest dawî li pêkanînên cihêkarî û kêfî yên li girtîgehan bê anîn. Em bang li hemû civakê û raya giştî dikin ku li hemberî van binpêkirinên mafan bi hestiyar bin, destekê bidin têkoşîna dewleta hiqûqa demokratîk û bi berpirsyarî rabin.”

Saziyên ku ev daxuyaniyê îmze kirine wiha ne: Baroya Wanê, KURDÎGEH, Komeleya Jinan a STAR, TJA, TÎHV, Odeya Diranan a Wanê, Dîsk Genel-Îş, Komeleya Ekolojiyê ya Wanê, Nûnertiya MEBYA-DERê ya Wanê, Komeleya Teqawîdan a Wanê, Şaxa ÎHDê ya Wanê, Komeleya Ajokar û Otomobîlan a Wanê, Odeya Tabîban a Wan-Colemêrg, Lijneya Koordînasyona Bajêr a Wanê ya TMMOBê, Şaxa Odeya, Şaxa Endezyarên Înşaatê ya Wanê, Şaxa Odeya Endezyarên Zîraatê ya Şaxa Wanê, Şaxa Odeya Avahîsazan a Wanê, Nûnertiya Odeya Bajarvanan a Wanê, Nûnertiya Endezyarên Lêgerîn û Kadastroyê ya Herêmê, Nûnertiya Odeya Endezyarên Makîneyê ya Wanê, Nûnertiya Odeya Endezyarên Jeolojiyê ya Wanê, Nûnertiya Odeya Endezyarên Kîmyayê ya Wanê, Odeya Endezyarên Xwarinê ya Wanê, Nûnertiya Odeya Endezyarên Hawirdorê ya Wanê, Nûnertiya Odeya Mîmarên Hundirîn a Wanê, Nûnertiya Odeya Endezyarên Madenê ya Wanê, Odeya Mîmarên Peyzajê ya Wanê, Platforma Şaxan a KESKê, Şaxa SESê ya Wanê, Şaxa Egîtîm-Senê ya Wanê, Şaxa TUM BEL-SEN ya Wanê, Şaxa YAPI YOL-SEN a Wanê, Şaxa Orkam Senê ya Wanê, Şaxa Haber Sen a Wanê, Şaxa BESê ya Wanê, Nûnertiya BTS ya Wanê, Nûnertiya Çand û Huner Senê ya Wanê û Nûnertiya Dives a Wanê.

Etîket: daxuyanîgirtinexweşWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

19 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Li Erxeniyê li dijî şerê taybet banga ‘Rabin’ hate kirin

Li Erxeniyê li dijî şerê taybet banga ‘Rabin’ hate kirin

16 TEBAX 2026
Alîgirên Amedsporê: Em ê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê li ber xwe bidin

Alîgirên Amedsporê: Em ê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê li ber xwe bidin

16 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne