• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji bo aştiyê ‘Milyonek îmze’

Navenda Nûçeyan /AW

16 ÇILE 2025 - 14:25
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

HDKê dest bi kampanya ‘Milyonek îmze ji bo aştiyê’ kir. HDK’ê bang li her kesî kir ku ji bo aştiyê bi berpirsyarî rabin.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li otelek li navçeya Beyoglû ya Stenbolê deklarasyona kampanya ‘Milyonek îmze ji bo aştiyê’ ragihand. Hevberdevkên HDKê Meral Daniş Beştaş û Alî Kenanoglû, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan jî di nav de nûnerên pêkhateyên HDKê beşdarî civînê bûn.

Hevberdevka HDKa Meral Daniş Beştaş anî ziman ku li cîhanê aştiyeke domdar dikare pêş bikeve û got: “Tenê em şensekê bidin aştiyê. Ji bo em vê şensê bidin, em li vê derê ne. Pir hindik ji bo aştiyê nîqaş têne kirin. Deriyek hatiye vekirin. Dibe ku em gelekî nêz in, dibe ku em ê vê nêzbûnê tayîn bikin. Ji ber vê yekê jî em dest bi kampanya îmzeyan dikin. Aştî pêvajoyeke hêsan nîne. Eger aştî hêsan bûya wê li cîhanê şerên ewqasî mezin nebûya. Du şerên giran ên cîhanê qewimîn. Niha em li ber şerê sêyemîn ê cîhanê ne.”

Meral Daniş da zanîn ku duh agirbestek hate ragihandin, lê bûyerên ku li Xezeyê qewimîn nikarin demeke dirêj ji bîr bikin û wiha axivî: “Divê em biryarekê bidin. Gelo em ê di nava van rûpelên şermê de bin, yan jî li gel wan kesan be ku dixwazin aştiyê weke mîrateyekê li pey xwe bihêlin. Em aştiyeke xurt dixwazin. Me civakîbûna aştiyê weke HDK’ê danî pêşiya xwe. Di 8-9’ê Sibatê de em ê konferanseke navneteweyî li Stenbolê lidar bixin.”

Piştre Hevberdevkê HDKê Alî Kenanoglû metna îmzeyan xwend. Alî Kenanoglu di metnê de ku ji bo Serokatiya Meclîsê hatiye amadekirin de wiha got: “Ji ber polîtîkayên ewlekariyê yên têkildarî pirsgirêka kurd bi sed hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, êşên giran rû dan. Pirsgirêka Kurd li benda çareseriyeke demokratîk, aştiyane û civakî ye. Em nikarin dest ji aştiyê û parastina paşeroja jiyana hevpar berdin. Êrîşên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê ku di asta komkujî û qirkirinê de têne kirin, nîşan didin ku aştî ji bo gel û baweriyên li herêmê jiyanî ye. Ji ber vê yekê di serî de Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) em bang li hemû derdorên civakî û siyasî, mirovên bi hesreta jiyaneke wekhev û azad dikin ku ji bo pêkanîna aştiyê bi berpirsyarî rabin. Ji bo rizgariya ji tarîtiya şer û xwegihandina ronahiya aştiyê, ez jî îmzeyê didim.”

Kenanoglû anî ziman ku kampanya wê ji aliyê pêkhateyên wan ve bê meşandin û wiha axivî; “Ev ne tenê kampanya dayina îmzeyan e. Em ê vê yekê di demeke kurt de pêk bînin. Em ê ji aliyê civakîbûna aştiyê ve binirxînin. Em ê bi civîn û kombûnên li hemû bajar û navçeyan vê kampanyayê bimeşînin. Em ê şensê jiyaneke hevpar a aştiyane ya li welatekî hevpar teslîmî kesî nekin.”

Etîket: HDK.Meral Daniş Beştaşx
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

26 HEZÎRAN 2026
Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

21 HEZÎRAN 2026
Kampanyaya Xweparastin dide jiyandin: Hêza herî mezin rêxistinbûyîn e

Kampanyaya Xweparastin dide jiyandin: Hêza herî mezin rêxistinbûyîn e

19 HEZÎRAN 2026
Li Stenbolê starta ‘Mitînga Azadiyê’: Em ê ji bo Rêbertiya azad li qadan bin

Li Stenbolê starta ‘Mitînga Azadiyê’: Em ê ji bo Rêbertiya azad li qadan bin

16 HEZÎRAN 2026
HDKê konsera ‘Gel bi hev re ne’ li dar xist

HDKê konsera ‘Gel bi hev re ne’ li dar xist

11 GULAN 2026
54 kes sewqî edliyê kirin

HDK: Înkarkirin berdewamiya qirkirinê ye

24 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne