Li Bûrsayê ji ber ku dikandarekî strana Ahmet Kaya vekiribû êrişa nijadperest li hemberî wî pêk hat. Kesek nijadperest bi gotina, “Tu strana Kurdî vedikî?” êriş kir.
Li Bûrsayê di dikanek ecînfiroş de li stranên Ahmet Kaya hate guhdarîkirin. Piştî guhdariya li stranan bi êrişa kesek nijadperest re rû bi rû ma. Êrişkarê ku hate dikanê, bi telefona xwe kêliya êrişê tomar kir û li ser hesabên xwe medya dîjîtal belav kir. Nehat zanîn ku êrişkar kî ye.
Ev kesê nijadperest bi van gotinan, “Tu stranên Kurdî vedikî? Tu ji ku yî? Em li Komara Tirkiyeyê bijîn hûn nikarin li stranên Ahmet Kayayê ku gotiye ‘heta mirinê em Kurd in’ guhdarî bikin. Heke tu guhdar bikî dê tengezarî çêbibe.” êrişî dikandar dike.













