• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
12 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şervanekî Tûgaya Hesekê hat kuştin

    Însiyetîfa Gel a Rojava: Divê encamên lêpirsînê ji gel re werin aşkerekirin û sûcdar bên darizandin

    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Li Êlihê derbeya 12ê Îlonê hate şermezarkirin

    Li Êlihê derbeya 12ê Îlonê hate şermezarkirin

    Ji bo şehîd Sîpan Hiznî şîn hate danîn

    Ji bo şehîd Sîpan Hiznî şîn hate danîn

    Însîyatîfa Kêdkarên Perwerde û Zanistê: Mafê ziman mafeke hebûnî ye

    Însîyatîfa Kêdkarên Perwerde û Zanistê: Mafê ziman mafeke hebûnî ye

    Bîranîna li Sêrtê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû

    Bîranîna li Sêrtê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şervanekî Tûgaya Hesekê hat kuştin

    Însiyetîfa Gel a Rojava: Divê encamên lêpirsînê ji gel re werin aşkerekirin û sûcdar bên darizandin

    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Li Êlihê derbeya 12ê Îlonê hate şermezarkirin

    Li Êlihê derbeya 12ê Îlonê hate şermezarkirin

    Ji bo şehîd Sîpan Hiznî şîn hate danîn

    Ji bo şehîd Sîpan Hiznî şîn hate danîn

    Însîyatîfa Kêdkarên Perwerde û Zanistê: Mafê ziman mafeke hebûnî ye

    Însîyatîfa Kêdkarên Perwerde û Zanistê: Mafê ziman mafeke hebûnî ye

    Bîranîna li Sêrtê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû

    Bîranîna li Sêrtê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Însiyetîfa Gel a Rojava: Divê encamên lêpirsînê ji gel re werin aşkerekirin û sûcdar bên darizandin

Navenda Nûçeyan / AW

12 ÎLON 2026 - 20:51
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Însiyetîfa Gel a Rojava îşaret pê kir ku entegresyona demokratîk nayê wateya gel dev ji nasnama xwe ya neteweyî, zayend û bawerî berde. Însiyatîfê der barê bûyerên ku di van rojên dawîn de pêş ketine ev banga hesabpirsînê kir û got: “Divê encamên lêpirsînê ji were aşkerekirin û sûcdar bên darizandin.”

Însiyetîfa Gel a Rojava li ser bûyerên ku di demên dawîn de li herêmê rû dane, ji xwepêşandanên gel ên ji bo zimanê Kurdî, şehîdxistina şervanê Tûgeya Hesekê Sîpan Hizî, her wiha bûyerên ku li Kobanê rû dane daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Ev demeke li parêzgeha Hesekê û Kobanê kiryarên xirab li hemberî gelê me tên kirin. Ji lîwaya Qamişlo 3 şervan hatin şehîdxistin, li taxa kelasê ya Hesekê nêzî cihê Asayîşê ciwanekî ji Dirbêsiyê hat şehîdxistin. Herî dawî li Hesekê şervanê bi navê Sîpan Hiznî hatî revandin û bi îşkencê hate şehîdxistin. Her wiha dema çalakiyên gel ên li dijî şihadeta şehîd Sîpan dihatin kirin jî, hêzek mezin a ewlekariya giştî ya hikumeta demkî, girtin ser barjarê Kobanê û bi zora hêzê ketin nava bajêr. Dema wan hêzan xwestine girtiyên di bin berpirsiyariya hêzên Asayîşê de ne, bigirin û bibin Helebê, girtî dengê wan dibhîsin û xwesteka wan protesto dikin, agir bi hepsê dixin. Di encama şewatê de 9 girtî şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn. Her wiha di dema belavbûna hêzên ewlekariyê di nava bajêr de 17 kes ji şeniyên Kobanî girtin û revandin. Hîna jî aqûbeta wan ne diyar e. Em bi navê Însiyetîfa Gel a Rojava, van êrişên proveketîf bi tundî şermezar dikin. Ji malbatên şehîdan û gelê xwe re sersaxî û ji birîndaran re şîfaya acil dixwezin. Em dixwezin rojek ji berî ya din ev bûyer werin lêpirsînkirin û kesên ku destên wan di van bûyeran de hene bên darizandin, hemû girtî tavilê bên berdan. Karên bi navê hêzên ewlekariya giştî (Emin El Am) li hemberî gelê me li Kobanê hatî kirin, nêzîkatiyek dijminane ye û divê tavilê ji gel lêborîna xwe bixwezin.

Gelê me û dostên xwe ên li ser vê axê bi hev din re dijîn, Kurd, Suryan, Ereb û hemû gelên herêmê bi sebir û hişiyarek mezin nêzî vê pêvajoyê dibin, pratîkkirina peymana 29’ê Çileyê dişopînin û ji bo rê li ber proveksyon û şerekî navxweyî bê girtin, fedakariyek mezin dikin. Em vê hişiyarî û fedakariya gelê xwe pir bi wate û nirx dibînin û silav dikin. Gelê me gelê Rêber Apo ye, gelekî zana û polîtîk e. Pêşketinên rû didin rast dixwîne û li gorî wê sekna xwe ya polîtîk raber dike.

Ji dema li hevkirina li ser peyman 29ê Çileyê ve, Rojava û Sûriyeyê ketî qonaxek nû. Li ser bingeha pratîkkirina peymanê kar tê kirin. Gelê me di wê zanebunê de ye ku têkoşîna me ya piştî wê peymanê ketî qonaxa stratijya siyaseta demokratîk û taktîka têkoşîna hiqûqî û zagonî. Ji lew ra gelê me hemû êşên şehîd û dîlgirtiyên xwe bi awayekî demokratîk anîn ziman û daxazên xwe di çarçoveya zagonî de kirine. Ji ber gelê me ji armanca xwe ya jiyana azad, wekhev û neteweya demokratîk gav paş de nedaye, pir baş dizane ku jiyana azad û sosyalîst di aştiya civakî re derbas dibe. Ji her demê bêtir gelê me di mijara azadî û demokrasiyê de bi îsrar e.

‘Zimanê dayikê bi qasî şîrê dayikê rewa ye’

Lê belê li aliyekî hêzên derve û li aliyekî din jî hêzên hundirîn naxwezin li Sûriyeyê aramî û lihevhatin çêbibin. Sûriyeyek aram û demokratîk, ne li gorî berjewendiya wan hêza ne. Dixwezin li Sûriyeyê her dem şer û alozî hebin da ku bi hundirê xwe ve mijûl bibin û nokaribin xwe li hemberî derve biparêzin. Ev hêz xala lawaz a Sûriyeyê baş dizanin. Li ser nakokiya olî, etnîkî û mezhebî dilîzin. Her dixwezin pirrengiya gelan û baweriyan bi amûra dewleta navendî û artêşa navendî, homojen bikin. Lê belê ji ber xwezaya civakan homjenî napejirînê, bertekên rewa yên civakê derdikevin holê. Gelê me lihevkirinek adil û demokratîk dixweze. Li gorî peymanê mafê xweseriya herêmên Kurdan, zimanê dayîkê û beşdariya li ser esasê makazagona demokratîk ya gelê me heye. Lê belê di pratîkê de hemû mafên gelê me tên redkirin. Beşdariya jinan a nava makanîzmayên biryarê, xwandina bi zimanê kurdî, xweparastina di çarçoveya herêmên xwe de û beşdariya nava makanîzmayên dewletê, ji bo gelê me rewa nayên dîtin û tên redkirin. Gelê me jî li hemberî van redkirin û tunehesibandina vîna wan ev demeke çalakiyên demokratîk dike. Xwesteka gelê me ya zimanê dayîkê bi qasî şîrê dayîkê rewa ye. Divê hikumeta demkî rê ji demokrasiya herêmî re veke. Pirrengiya civaka Sûriyeyê weke dewlemedî bibîne û hêzê jê bigire. Hikumeta demkî vê yekê nake, li şûna wê daxwazên Kurdan tên kirîmînalîzekirin. Her dem nerazîbûna eşîrên Ereb weke hincet tên raberkirin, bi vê yekê gefa şer dixwe. Gelê me tu car bawer nake ku eşîrên Ereb werin vê lîstokê. Ji ber bi hezarê salan e gelê Kurd û gelên herêmê bi hev re dijîn weke gel bi hev vre şer nekirine. Ev e 15 salên şoreşê jî tevî hemû hewildan û fiteyên hatin kirin jî, gelên herêmê bi saya fikra neteweya demokratîk bi hev re dijî û hev du nekuştin. Di vê pêvajoya dawîn de dixwezin Kurdan li derveyî makazagona dewletê bihêlin û ji dewletê qut bikin. Ev bibe sedem ku Kurd û Ereb bikevin nava şerekî etnîkî. Ev yek ne li gorî berjewendiya gelên Sûriyeyê ye, lê dikeve xizmeta hêzên xêrnexwez ên gelên Sûriyeyê.

Eşîrên Ereb ên esîl nayên listikê

Ev e demeke li çend ciha bi navê eşîrên Ereb şervan û ciwanên me tên şehîdxistin. Bi van kiryaran dixwezin him rojeva têkoşîna gelê me berevajî bikin û wê ji armanca wê bi dûr bixin, him jî eşîrên Ereb di bin tohmetê de bihêlin. Em bawer dikin eşîrên Ereb ên esîl nayên vê lîstokê. Keda me bi her da û xwîna me bi hevdu re rijand, esasê welat xurt bike.

Herî dawîn şêwaz û armanca îşkencekirin û şehîdxistina endamê Lîwaya Hesekê Şehîd Sîpan pir bi zanebun hatî hilbijaritin. Şehîd Sîpan ji malbetek welatparêz e. Du birayên wî di têkoşîna azadiya gelê Kurd de şehîd bûn. Revandin û êşkencekirina wî, her wiha parvekirina dîmenên wî li ser torên mediya civakî bi zanebûn e. Wer hatî kirin ku Kurdan tehrîk bikin û bînin hemberî eşîrên Ereb. Evên bi navê dewletê her carê êrişî gelê me dikin, berjewendî û yekparebûna Sûriyeyê naxwezin. Ji ber yekparebûna axa Sûriyeyê di makazagona demokratîk ku tê de cihê hemû netewe, ziman û baweriyan heye re derbas dibe. Ên bi vê awayî bi ser Kurdan de tên, dixwezin Kurd rêyên cuda hilbijêrin. Kurd vê yekê nakin, gelekî bi zanebun tercîha xwe dike. Kurdan tercîha xwe bi entgresyoan demokratî ve kirî. Gelê me dixweze di çarçoveya entegresyona demokratîk de beşdarî nava zagona dewletê bibe û têkoşîna xwe di çarçoveyva zagonan de bimeşîne. Entegresyona demokratîk nayê wateya, gelê me dev ji nasnama xwe ya neteweyî, nasnmeya zayend û ya bawerî berde. Ji ber ev hersê nasname ayîdî civakê ne, kes nikare bide wan û ji wan bistîne. Dîsa dema gelê me entegresyona demokratîk qebûl dike, nayê wê wateyê ku dev ji zimanê xwe berde û li şehîdên xwe xwedî dernekeve. Divê her kes ji xwestekên gelê me re rêzê bigre.

‘Divê encamên lêpirsînê ji gelê me re were aşkerekirin’

Divê gelê me dev ji çalakiyên xwe ên demokratîk ji bo zimanê xwe û xwedî derketina li şehîdên xwe bernede. Lê dema em vê dikin, pêwîste neyên tehrîka ti kesî, bi sebir û zanebûn çalakiyên xwe ên demokratîk bikin. Şehadeta şehîd Sîpan û şehîdên me ên din, mijarên şexsî û malbatî nîn in. Raste rast li hemberî gelê me hatî kirin. Dema em biryarekê didin em ê bi berpirsiyarî û li gorî berjewendiyên gelê xwe didin. Encamên îro li Kobanê derketine holê encamên bi êş in. Divê him şehadeta Sîpan û him jî êrişa li ser Kobanê û şewata hepsê rast bê famkirin. Encamên rast jê bên derxistin. Pêwîste komîsyonek bê alî were avakirin û lêpirsîna vê êrişê bê kirin. Encamên lêpirsînê ji gelê me re were aşkerekirin û sûcdar bên darizandin. Ji bo mafên rewa em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

12 ÎLON 2026
Li Êlihê derbeya 12ê Îlonê hate şermezarkirin

Li Êlihê derbeya 12ê Îlonê hate şermezarkirin

12 ÎLON 2026
Ji bo şehîd Sîpan Hiznî şîn hate danîn

Ji bo şehîd Sîpan Hiznî şîn hate danîn

12 ÎLON 2026
Însîyatîfa Kêdkarên Perwerde û Zanistê: Mafê ziman mafeke hebûnî ye

Însîyatîfa Kêdkarên Perwerde û Zanistê: Mafê ziman mafeke hebûnî ye

12 ÎLON 2026
Bîranîna li Sêrtê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû

Bîranîna li Sêrtê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû

12 ÎLON 2026
Salvegera darbeya 12ê Îlonê li ber Girtîgeha Hejmara 5 hat şermezarkirin

Salvegera darbeya 12ê Îlonê li ber Girtîgeha Hejmara 5 hat şermezarkirin

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Selçûk Mizrakli ji girtîgehê derket

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran roja yekem a bîranînên şehîdan bi dawî bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Remzî Azîzoglu: Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk, yek gotin: Em bi şehîdê xwe serbilind in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne