• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ÎHDê ji girtiyên nexweş re azadî xwest

Navenda Nûçeyan / AW

7 KANÛN 2024 - 16:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Şaxa ÎHDê ya Stenbolê û Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî li Stenbol û Enqereyê çalakî li dar xistin û ji girtiyên nexweş re azadî xwestin. Malbatan xwest Melek Akgun û Emrah Abî demildest serbest bêne berdan.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, li Stenbol û Enqereyê çalakî lidar xist.

Stenbol

Şaxa ÎHDê ya Stenbolê bi heman boneyê her hefteyê çalakiya “Rûniştina F”yê lidar dixe. Şaxê, di hefteya 663yan de li pêşiya avahiya xwe ya li Beyoglûyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş a 58 salî Melek Akgun ku ji sedî 82 astengdar e û li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin.

Endamê komîsyona Girtîgehan a ÎHDê Taylan Bekîn da zanîn ku dilê Melek Akgun zeîf e, nexweşiya KOAH a kronîk, nexweşiya gurçikan, Romatoid Artrit, helîna hestiyan, jicihçûna hestiyên piştê, nebihîstin, nedîtin û hwd. ên Melek Akgunê hene. Di heman demê de peyama keça Melek Akgunê ji komîsyonê re şandî jî hate xwendin.

Keça Melek Akgunê di nameyê de nexweşiyên dayika xwe yek bi yek vegot û got ku divê dayika wê her tim bê tedawîkirin lê ji ber şert û mercên girtîgehê nikare baş tedawî bibe, heke di şertên girtîgehê de bimîne dibe ku hestiyên wê bişikên û gurçikên wê bi temamî îflas bikin, nexweşiya wê ya qelewiyê pêş dikeve û divê dayika wê bi awayekî negirtî were darizandin û banga berdana dayika xwe kir.

Enqere

Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re jî di hefteya 535an de li ser Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin” hate hilgirtin. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Emrah Abî ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê tê ragirtin. Yazmaci, da zanîn ku Abî ji zarokatiya xwe ve nexweşê dil e, di 20’ê gulana 2002’yê de li Nexweşxaneya Îhtîsasa Bilind a Wanê emeliyeta dil a vekirî bûye û platîn xistine derîçeyê dilê wî.

Omer Faruk Yazmaci, destnîşan kir ku heke kontrol û tedawiya Abî neyên kirin dê ev yek rê li rijîna xwînê ya ser mejî veke û xetereya mirinê bi xwe re bîne. Yazmaci, da zanîn ku ji ber nexweşiya dil, rapora Abî ya “ji sedî 55 astengdar e” heye û wiha domand: “Piştî girtîgehê, nexweşiyên weke fitqa piştê, fitqa stû, êşên gehikan, menuskus, ulser û hwd. lê peyda bûne.” Yazmaci, diyar kir ku şert û mercên girtîgehê bandoreke neyînî li ser tenduristiya Abî dikin û xwest ku Emrah Abî tavilê were berdan.

Etîket: Enqeregirtiyên nexweşÎHDMelek AkgunStenbol
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

3 COTMEH 2026
Hamdullah Aydemîr tevî ku ji sedî 92 astengdar e jî nayê berdan

Hamdullah Aydemîr tevî ku ji sedî 92 astengdar e jî nayê berdan

3 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026
Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

19 ÎLON 2026
Girtiyê nexweş Mehmet Elçe tevî rapora astengdariyê jî nayê berdan

Girtiyê nexweş Mehmet Elçe tevî rapora astengdariyê jî nayê berdan

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne