• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ÎHD: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan

Bazîd Evren / AW

4 GULAN 2025 - 08:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE, TENDURISTÎ
A A
Wan – Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Wanê Mehmet Salîh Coşkûn, destnîşan kir ku girtiyên nexweş rewşa wan giran in û xwest hemû girtiyên nexweş bê şert û merc demildest bêne berdan.

Li Tirkiyeyê binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan her ku diçe zêdetir dibe. Herî zêde mafên girtiyên nexweş tên binpêkirin. Desthilata heyî bi polîtîkayên dijminatiyê nêzîk girtiyan dibe. Tevî astengkirina mafên girtiyan ên jiyanî, girtiyên nexweş bi awayekî rêk û pêk nayên tedawîkirin û girtî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku di 28ê nîsanê de li Amedê eşkere kirin, hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan 230 girtiyên nexweşiya wan giran in û nikarin bi tena serê xwe bijîn.

‘Divê bê şert û merc bên berdan’

Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Mehmet Salîh Coşkûn ku ew jî di nava komîsyona girtîgehan a rapora girtiyên nexweş amade kiribûn de ye, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kir ku ji girtiyên nexweş 230 girtî bi tena serê xwe nikarin bijîn. Mehmet Salîh Coşkûn, anî ziman ku di nava van hezar û 412 girtiyan de kesên divê hertim di bin kontrolê de bin hene û got: “Gelek girtiyên ku divê emeliyat bibin hene, girtiyên çavên wan nabînin û guhên wan nabihîzin hene. Hewceye ku înfazên van hezar û 412 girtiyan bê şert û merc bên sekinandin û tedawiyên wan li der ve li gor şert û mercên nexweşxaneyekî baş bê kirin.”

‘ATK raporê nade’

Mehmet Salîh Coşkûn, da zanîn ku ji bo berdena girtiyên nexweş rapora Saziya Tip a Edlî (ATK) hewce ye û bi lêv kir ku ATK tevî nexweşiyan wan jî raporê nade girtiyan. Mehmet Salîh Coşkûn, destnîşan kir ku ji bo berdana girtiyên nexweş divê qanûnek bê derxistin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Yan jî divê efûyeke bi giştî bê derxistin ku ev girtiyên nexweş bên berdan û jiyana xwe li derve bidomînin. Em hêvîdarin ku ev pêvajoya nû ya aştiyê tevî girtiyên nexweş bandoreke erênî li ser hemû girtiyan bike. Lê mixabin heta niha jî ti gav nehatine avêtin. Di navbera DEM Partî û Wezareta Dadê de hevdîtin hene, lê hêj ti pêşketin çênebûne. Em hêvîdar in ku ev pêvajo bibe sedema berdana giştî ya girtiyan. Her wiha divê berdana girtiyên nexweş girêdayî ti pêvajoyan nebe, pêvajo tinebe jî li gor rûmeta mirovan divê tedawiya girtiyên nexweş bê kirin û ew bên berdan.”

Banga hestyariyê kir

Mehmet Salîh Coşkûn, bang li wezaret û dadmendiya Tirkiyeyê, raya giştî, partiyên siyasî û saziyên sivîl kir û got ku di girtîgehan de rewşeke gelek xerab heye. Mehmet Salîh Coşkûn, diyar kir ku girtiyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heke li girtîgehê jiyana xwe ji dest nedin jî, di rewşeke wisa de tê berdan ku di nava demeke kin de jiyana xwe ji dest didin. Ji bo ev mirin nebe qedere girtiyên nexweş, hewceye ku bê şert û merc bên berdan ku weke miroveke birûmet jiyana xwe bidomîne. Ji bo vê yekê jî divê xebatên qanûnî bên kirin û girtî bi lez bên berdan.”

Etîket: Girityên nexweşÎHDMehmet Salîh Coşkûn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026
‘Ji bo berdana Mehmet Saît Yildirim pêdivî bi qanûnên nû nîn e’

‘Ji bo berdana Mehmet Saît Yildirim pêdivî bi qanûnên nû nîn e’

6 ÎLON 2026
Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

5 ÎLON 2026
Cîhan Sîncar: Bi sedan Mehmet Sîncar hene

Cîhan Sîncar: Bi sedan Mehmet Sîncar hene

4 ÎLON 2026
‘Em di aştî û demokratîkbûnê de bi israr in’

‘Em di aştî û demokratîkbûnê de bi israr in’

1 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne