• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hunermend û nivîskaran serdana hevşaredarên Êlihê kirin

Navenda Nûçeyan / AW

10 KANÛN 2024 - 15:49
Kategorî: ROJANE
A A
Nivîskar û hunermendan serdana Hevşaredarên Elihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik kirin. 

Şandeyek ji hunermend, nivîskar û rojnamevanan pêk dihat serdana Hevşaredarên Bajarê Êlihe Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik kirin û piştgiriya xwe anîn ziman. Heyetê duh jî Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê ziyaret kiribûn. Di serdana hevşaredaran de Nivîskar Oya Baydar daxuyanî da û got: “Em; xwediyê hevpar ê vê xakê Tirk, Kurd, Ermen, Rûm, Laz, Ereb, Çerkez, Roman, Misilman, Xiristiyan, Mûsewî, Suryan, Êzidî, Sûnî, Elewî, yên bi bawerî û bê bawerî, bi rengîniya xwe em zarokên vî welatî ne. Em mirovên baş û bi wijdan in ku bi jin, mêr, ciwan extiyar dixwazin şa bin” û bi vî rengî dewam kir: “Yên vî welatî bi rê ve dibin; hûn ji bo aştî, bawerî û aramiyê hatin hilbijartin. Bi gotinên kîn û nefretê me ji hev cuda nekin, baweriya me ya bi maf û hiqûqê tine nekin. Zanibin ku em vê rêveçûnê qebûl nakin.

Kiryarên qeyûm ên zêde bûne, mafdariya me ya ji ber fikaran nîşan da. Yên ku îro gotina milî ji ser zimanê wan kêm nabe, ji hilbijêrên bajar û navçeyên ku bi binpêkirina îradeya hilbijêran qeyûm li wan hate tayînkirin dibêjn, ‘Em we ji milet nabînin’. Bi kiryarên kêfî yên ku zerarê didin hesta edaletê derbê li demokrasiyê û aştiya navxweyî dixin. Em dixwazin bi bîr bixînin ku qeyûm ne tenê biryareke îdarî ye. Girtina sindoqa hilbijartinê ye ku bermahiya dawî ya demokrasiyê ye. Em; bi navê mirovên ku dixwazin hurmet ji aştî, edalet û îradeya milet re bê nîşandan hatine vê derê ku ji siyaseta qe ya qeyûm a kêfî û antî demokratîk re bibêjin, em razî nîne. Em hatin vê derê ji bo piştgiriya xwe bi hilbijêrên îradeya wan hatiye desteserkirin nîşan bidin. Em bang li desthilatdariyê dikin ku dest ji kiryara qeyûm berde, bang li hemû aktorên siyasî dikin ku li ber siyaseta qeyûm rabin. Em ji vê derê careke din dubare dikin. Em ji kiryarên qeyûm re razî nînin ku li dijî demokrasî û îradeya gel e.”

Kesên ku beşdarî heyetê bûn wiha ne:

Serokê Federasyona Amedê AlÎ Îhsan Dinçer, Akademîsyen Ayşe Erzan, Hekîm Ayten Yildirim, Akademîsyen Berrin Sonmez, Binnaz Toprak, Parlamenterê berê Celal Korkut Yildirim, Oldar Ekrem Baran, Mîmar Enes Atila Pay, Nivîskar Erdogan Aydin, Rojnameger Fazil Alp Akiş, Gulayşe Koçak, Nûnerê saziya civakî Gulseren Onanç, Radyovan Gurhan Ertur, Niviskar Îslam Ozkan, Nivîskar Mehmet Altan, Siyasetmedar Mehmet Saltoglu, Nivîskar Murathan Mungan, Siyasetmedar û Seroka ANAPê ya berê Nesrin Nas, Rojnameger Nilay Akgun, nivîskar Nurcan Baysal, Muxavîr Nurten Ertugrul, Nivîskar Orhan Alkaya, Orhan Silier, Oya Baydar, Omer Faruk u Hekîm Tatyos Bebek

Etîket: Ayşe ErzanAyten YildirimÊlihheyet
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Êlihê jî welatiyan dest bi çinîna tutunê kiriye

Li Êlihê jî welatiyan dest bi çinîna tutunê kiriye

25 ÎLON 2026
‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

16 ÎLON 2026
Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

Li Êlihê bîranîna şehîdan di roja duyemîn de didome

9 ÎLON 2026
‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

2 ÎLON 2026
Di şewata li Êlihê de parêzer Gulsum Tunç jî jiyana xwe ji dest da

Di şewata li Êlihê de parêzer Gulsum Tunç jî jiyana xwe ji dest da

31 TEBAX 2026
ARÎ-DERê kongreya xwe li dar xist: Ger ku ziman tune be tu wateya xebatan jî tune ye

ARÎ-DERê kongreya xwe li dar xist: Ger ku ziman tune be tu wateya xebatan jî tune ye

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne