• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

HSD: Dewleta Tirk agirbest bin pê kir û êrişî başûrê Kobanê dike

Navenda Nûçeyan / AW

18 KANÛN 2024 - 16:31
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê agirbest bin pê kirine û êrişî başûrê Kobanê dikin.

 

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek weşand û ragihand ku dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter agirbest bin pê kirine û ji duh êvarê ve bi piştgiriya hewayî ya balafirên bêmirov êrişî bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê ya li başûrê Kobanê dikin.

Daxuyaniya HSDê wiha ye:

“Tevî hewldanên aramkirinê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê duh û îro jî li ser gelek herêmên derdora Kobanê, Bendava Tişrînê û Eyn Îsayê berdewam kirin.

Duh êvarê saet di 18.00an de çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriya hewayî ya balafirên keşfê ji 3 baskan ve êrişî herêma Bendava Tişrînê kirin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiv dan. Di pevçûnan de kuştî û birîndarên wan çêbûn û neçar bûn ku ji herêmê birevin.

Li herêma Pira Qereqozaqê û gundê Bîr Heso yê dikeve başûrê bajarê Kobanê, balafirên bêmirov ên artêşa Tirk saet di 23.00an de bi 3 êrişên hewayî herêm bombebaran kir, her wiha artêşa Tirk a dagirker bi dehan moşek û top li herêmê barandin.

Li Eyn Îsayê, duh êvarê, balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li gundê Hoşanê li erebeyekê xist, her wiha gundên rojhilatê Eyn Îsayê û rojavayê Girê Spî jî bi dehan topên hewanan bombebaran kirin.

Îro danê sibê komên çete bi piştgiriya hewayî û bejayî ya artêşa Tirk a dagirker, ji gelek baskan ve êrişeke berfireh li ser herêma Bendava Tişrînê pêk anî. Di van kêliyan de şerên dijwar di navbera hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyan de diqewimin. Li herêmê balafirên keşfê yên dagirkeran digerin.

Li hemberî vê yekê û ji ber ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agirbest bin pê kir, her wiha ji ber bombarana dijwar a balafirên keşfê yên bêmirov û topbaranê, duh danê êvarê hêzên me li derdora pira Qereqozaqê balafireke keşfê ya Bayraktar TB2 a Tirk xist xwarê. Her wiha hêzên me ji bo bersivdayîna êrişan li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet li Kobanê ketine rewşa berevaniyê.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê agirbestê bi kar tînin û hewl didin êriş û planên xwe yên dagirkeriyê bidomînin û dixwazin raya giştî bi kar bînin. Ev yek ji raya giştî re pir xuya ye. Êdî pir diyar e ku bi hemû hovîtiya xwe dixwaze herêmê dagir bike û gelê wê koçber bike.”

 

Etîket: bendava tişrînêÇetedewleta TirkHêzên Sûriyeya DemokratîkKobanêQereqozaqê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

6 COTMEH 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

16 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Mazlum Ebdî diçe Kobanê

Mazlum Ebdî diçe Kobanê

12 ÎLON 2026
Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

1 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne