• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê: Soma ne qeder e kuştin e

Îzmîr / AW

13 GULAN 2026 - 20:09
Kategorî: ROJANE
A A
Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê, di 12emîn salvegera Komkujiya Madenê ya Somayê de daxuyaniyek dan çapemeniyê û gotin: “Soma ne qeder e, kuştin e!”

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê, bi boneya 12emîn salvegera karesata madenê ya Somayê, li ber Navenda Çanda Turkan Saylan a li Alsancakê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di çalakiyê de pankarta “301 kuştin, ne qeder e” û “Me Soma ji bîr nekiriye û em nadin ji bîr kirin” hate vekirin. Di daxuyaniyê de dirûşmên wekî “Yekîtiya kedkaran dê kapîtalê têk bibe”, “Somayê ji bîr neke, nede jibîrkirin”, “Em ji bîr nakin û efûkirin nakin hatin berzkirin.

Parlamenterê Îzmîrê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Îbrahim Akin, nûnerên gelek saziyên demokratîk û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê li ser navê girseyê ji aliyê Nûnera Herêma Egeyê ya DÎSKê Denîz Şahîn Gumuştekîn ve hate xwendin.

‘Komkujiya Somayê ne qeder e, kuştin e’

Denîz Şahîn Gumuştekîn diyar kir ku tiştên di 13ê Gulana 2014an de li Somayê qewimîn ne qeder û ne jî “fitrat” in û got: “Soma; encama polîtîkayên taşeroniyê ye. Soma berhema hirs û xwedahiya sermayeyê û tercîhên desthilatdariya siyasî ya dijminê karkeran e. Soma, navê wê pergalê ye ku ji bo ‘kêmkirina lêçûnê’ jiyana mirovan tune dihesibîne û ji bo qezanceke zêdetir, karkeran di binê erdê de dişîne mirinê. 301 birayên me yên kedkar, li ber çavan hatin kuştin.”

Em ê dev ji hesab pirsîna 301 madenvanan bernadin

Denîz Şahîn Gumuştekîn destnîşan kir ku heke Soma bê ji bîr kirin, dê Somayên nû biqewimin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji vir bang li desthilatdariyê û derdorên sermayeyê dikin: Karker ne kole ne! Kedkar ne mecbûr in ku dema barê vî welatî hildigirin, rastî mirinê werin. Şert û mercên xebatê yên li gorî rûmeta mirovahiyê ne xêr e, maf e. Rêxistinkirina sendîkayî ne sûc e, mafekî destûrî ye. Careke din em dibêjin: Me Soma ji bîr nekiriye û em nadin ji bîr kirin! Em ê dev ji hesabpirsîna 301 madenvanan bernedin!”

Daxuyanî bi dirûşmên “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û “Yekîtiya karkeran dê sermayeyê têk bibe” bi dawî bû.

Etîket: daxuyanîDİSKİzmirSoma
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî buyerên tacîzê meşiyan

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî buyerên tacîzê meşiyan

19 MIJDAR 2026
TAJÊ xwest Iraq vîna îdarî û siyasî ya Êzidiyan nas bike

TAJÊ xwest Iraq vîna îdarî û siyasî ya Êzidiyan nas bike

12 MIJDAR 2026
Tulay Hatîmogûllari: Ev ne qeza ye, qetlîam e!

Tulay Hatîmogûllari: Ev ne qeza ye, qetlîam e!

10 MIJDAR 2026
Li ber Girtîgeha Xelatê bang kirin: Ji bo girtiyên nexweş azadî

Li ber Girtîgeha Xelatê bang kirin: Ji bo girtiyên nexweş azadî

10 MIJDAR 2026
Li ber Wezaretê bang kirin: Aştî ji Îmraliyê dest pê dike

Li ber Wezaretê bang kirin: Aştî ji Îmraliyê dest pê dike

5 MIJDAR 2026
Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

2 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne