• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hêzên Ked û Demokrasiyê: Ne sîstema rantê lê jiyana ewle esas bigrin!

Îzmîr / AW

6 SIBAT 2026 - 21:25
Kategorî: ROJANE
A A
Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê têkildarî salvegera 3yemîn a erdhejên 6ê Sibatê li peykera erhejê ya Bayrakliyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pirsgirêkên welatiyên ku li herêma erdhejê dijîn hê jî berdewam dikin û hate destnîşan kirin ku dê hesab ji sîstema rantê û bêcazhiştin bê pirsin.

Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê têkildarî salvegera 3yemîn a erdhejên 6ê Sibata 2023an daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne erdhej e, qetilkirin e. Em di 3yemîn salvegera erdehejê de ji bîr nakin, efû nakin” hate verikirin, dovîzên “Zarokên ku di dema erdhejê de winda bûne li ku ne?” û “Ne erdhej lê pergala we ya talanker dikuje” hatin bilindkirin û dirûşmên “Di dema erdhejê de tevdîr diparêzin, ne erdhej lê îhmal dikuje” û “Em ji bîr nakin, efû nakin û heqê xwe helal nakin” hatine berzkirin. Daxuyanî li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê ji hêla Berdevkê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Hamdî Çalik ve hate xwendin.

Hamdî Çalik bi bîr xist ku di 6ê Sibata 2023yan, bi erdhejên ku navenda wan navçeyên Bazarcix û Elbistanê yên Mereşê bûn û bi mezinahiya 7,8 û 7,5 qewimî bûn, bi dehan hezaran welatî canê xwe ji dest dan, bi sedan hezar kes birîndar bûn û jiyana bi milyonan kesan bi temamî hate guhertin û got: “Di salvegera 3emîn de, em wan kesên di erdhejê de canê xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînin û em sond dixwin ku em ê li hemberî sîstema rantê û bêcezakirinê, têkoşîna xwe mezin bikin û em ê bêguman ji wan kesên ku bûne sedema vê wêraniya mezin, hesab bipirsin.”

Hamdî Çalik diyar kir ku li vî welatî, hejmara welatiyên ku di erdhejan de canê xwe ji dest dane, tu carî bi awayekî şefafnehatine eşkerekirin û got: “Li gorî daxuyaniyên fermî 53 hezar û 537 kesî jiyana xwe ji dest dane, 107 hezar û 213 kes birîndar bûne. Di heman demê de piştî karesatê zêdetirî 2 milyon kesî pirsgirêka penaberiyê/cîwarbûnê jiyîn, herî kêm 5 milyon kes neçar man ku koçî herêmên cuda bikin. Li gorî daneyên Rêxistina Kar a Navneteweyî (ILO) jî, piştî erdhejan 658 hezar kesî derfetên xwe yên debarê ji dest dan. Lê belê em dizanin ku ev hejmar tenê beşeke biçûk a rastiyê nîşan didin.”

Hamdî Çalik daxwaziyên Hêzên Ked û Demokrasiyê ên derbarê karesata 6ê Sibata 2023an wiha yek bi yek rêz kir:

“ * Hemû avahiyên giştî (dibistan, nexweşxane, xanî, dadgeh, avahiyên xizmetguzariyê û hwd.) divê bilez bi pîvanên serbixwe û zanistî bêne kontrolkirin. Avahiyên ku li hemberî erdhejê ne bi hêz in, divê demildest bêne valakirin, xebatên xurtkirin û nûkirinê demildest bêne kirin.

*  Bi taybetî di bajarên herêma erdhejê de, divê raporên rîska erdhejê û kontrol ji aliyê dewletê ve bêne kirin û ji bo kesên ku tenê xaniyek wan heye, teşwîqên xurtkirin xaniyan bêne dayîn.

*  Divê nêzîkatiya bazirganî û rantxwaz bê redkirin.

*  Mafê jiyaneke ewle, xebateke ewle û penaberiyeke ewle divê ji bo her kesî bê misogerkirin; efûyên îmarê divê bi temamî bêne rakirin. Kontrola giştî û zanistî divê esas bê girtin.

*  Divê dawî li sepanên wekî “qada rezerv” û “kamûnalkirina bilez” ên ku bi riya veguherîna bajarî rê li ber projeyên rantê yên nû vedikin bê anîn. Dema ku pêwîstî bi veguherînê hebe, divê dewlet ji her alî ve berpirsiyariyê bigire.

* Divê bacên erdhejê li gorî armanca xwe û di berjewendiya civakê de bên bikar anîn.

*  Divê bi tevlêbûna derdorên zanistî û rêxistinên ked-pîşeyî, qanûneke erdhejê ya berfireh bê amadekirin.

*Divê rêveberiya karesatê, bi tevlêbûna rêxistinên pîşeyî, sendîka û xelkê herêmê bi awayekî demokratîk ji nû ve bê avakirin.”

Daxuyanî bi pêxistina mûmên ji bo yadkirina welatiyên jiyaan xwe ji dest dane bi dawî bû.

Etîket: 6ê SibatedaxuyanîErdhejİzmirsalveger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Li Osmaniye û Edeneyê li dû hev erdhej çêbû

Li Osmaniye û Edeneyê li dû hev erdhej çêbû

4 COTMEH 2026
Li Meletiyê bi pileya 5.0 erdhej çêbû

Li Rihayê bi pileya 5.8 erdhej çêbû.

24 ÎLON 2026
Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

‘Jin çirûska azadî û demokrasiyê ne

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne