Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê bertek nîşanî binçavkirina karkerên madenê da û xwest ku karkerên binçavkirî demildest bên berdan.
Karkerên madenê yên giredayê Sendîkaya Madenê ya Xweser ên ku li Holdînga SSS a Yildizê yê Doruk Madenê û Etî Gumuş Madenê yê Elezîzê dixebitin ji bo destheqê xwe û Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî re hevdîtin bikin li ber wezaretê dest bi çalakiyê kiribûn. Karker di 4 rojan de 3 car hatin binçavkirin. Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê ji bo bertek nîşanê binçavkirina karkeran bidin û piştgiriyê bidin karkeran li ber Peykera Karkera Madenê ya kolana Olgularê ya navçeya Çankayaya Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Dewlet diparêze, Holding desteser dike, destheqê karkerên Etî Maden û Doruk Madenê bidin” dinivîsî hat rakirin. Di daxuyaniyê de girse dirûşmeyên “Binçavkirin û girtin nikarin vîna me bişkenin” û ” Karkerên madenê ne bi tenê ne” berz kirin.
‘Zêdetirî 84 karker û endamên malbatê di binçavan de ne’
Beriya daxuyaniyê parêzerê Sendîkaya Madenê ya Xweser Lutfî Sabrî Bati derbarê binçavkirinan de agahî da û got:” Serokê Sendîkaya Madenê ya Xweser Gokay Çakir jî di nav de 84 karker di binçavan de ne. Malbatên karkeran ku ji bo pişgiriyê hatin Enqereyê û malbatên karkeran dixwazin tevli 25emîn salvegera damezirandina AKPyê ku serokomar jî beşdar bibe, bibin û daxwazên xwe li wir bînin ziman. Ew jî li Akkopruyê hatin binçavkirin. Niha malbatên karkeran jî di binçavan de ne. Bi biryara dozgeriyê karker heta sibê nîvro dê di bin çavan de bimînin.”
‘Divê hemû binçavkirî bên berdan’
Pişre Şevval Sari metna daxuyaniyê xwend. Şevval Sari diyar kir ku Yildiz Holdîng di gelek şîrketên xwe de destheqên karkerên xwe nade û wiha got:” Baweriya me ji vê holdingê nîne. Em vê holdingê muxatab nagirin. Divê wezaret vê holdingê desteser bike û pirsgirêkên karkeran çareser bike. Çalakiyên me bi zextê bi dawî nabin. Divê daxwaz û destheqê me were dayîn. Divê hemû b8nçavkirî bên berdan. Divê destheqê me radestî me bê kirin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan daxuyanî dawî bû.

















