• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Hezên demokratîk divê polîtîkayan hilberînin û saziyan ava bikin’

Omer Demîr / AW

18 HEZÎRAN 2026 - 09:35
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Stenbol – Rojnameger Alî Duran Topûz destnîşan kir ku “Konferansa di Sedsala Duyemîn de Veguherîne Komara Demokratîk” bi aweyekî serkeftî pêk hatiye û got: “Hezên demokratîk ji bo li dijî politîkayên şer bisekinin divê polîtîkayan çêbikin û saziyan ava bikin. Ji bilî Kurd û çapemeniya azad tu hêz tune ye ku li dijî polîtîkayên hegemonan bisekine.”

Bi tevlîbûna gelek rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, akademîsyen, rojnameger û nivîskaran di 12 û 13ê Hezîranê de li Stenbolê “Konferansa di Sedsala Duyemîn de Veguherîna Komarê ya Demokratîk” hate lidarxistin. Rojnameger Alî Adnan Topûz ê tev li konferansê bûye têkildarÎ girîngî û nîqaşên di konferansê de hatine kirin axivî.

‘Hêzên demokratîk cuda lê yên hegemon li gel hev in’

Alî Duran Topûz destnîşan kir ku divê îro hêzên demokratîk li dijî hezên hegomonîk xwe li pêş bixin û got: “Hezên hegomonîk ne bi gotinan û ne jî bi amûreke din têk naçin. Îro li cihanê li hemberî hezên hegomonîk tu hezên demokratîk tune ye. Tenê li Tirkiyeyê heza Gelê Kurd heye. Tevgera Kurd li Tirkiyeyê ji bo mafê gelek derdorên cuda tevdigere. Tevgera Kurd li ser mafê gelên din, ekolojiye, karkeran û demokrasiye dexibite. Lê siyaseta Tirkiyeyê zêde bêlav bûye. Di pirsgirêkan de nabin yek deng. Pirsgirêka Kurd li ser milê Kurdan, pirsgirêka ekolojiyê jî îro tenê li ser milê gundiyan e. Hezên cuda cuda nayên gel hev, lê li Tirkiyeyê jî hezên hegomon li gel hev in.”

‘Hegemon nahêlin hêzên demokrasiye bên gel hev’

Di berdewamiya axaftina xwe de Alî Duran Topûz destnîşan kir ku kesên demokrasiyê dixwazin divê werin gel hev û wiha bi dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku hezên tên gel hev dikarin rêya demokrasiyê vekin. Li Tirkiyeyê hezên hegomon rê nadin hezên demokrasiye bên gel hev. Hegemon di navbera Kurd û Kizilbaşan de cudahî çêdike û dixwaze ew jî neyên gel hev. Li Tirkiyeyê bi salan e tevgera ciwanan hatiye şikandin. Dewlet hevhatina gel ji bo xwe wekî taluke dibîne. Îro li Tirkiyeyê hezên sosyalîst û sosyal demokrat zêdetir wekî nijadperestan tevdigerin.” Alî Duran Topuz diyar kir ku pêvajoya li destpêkirin pir girîng e û wiha pê de çû: “CHPê jî li dijî pêvajoyê nesekinî. Pozîsyona CHP di serî de baş bû lê paşê tu planek derneket holê û hezên hegomonîk êrişî CHPyê kirin. CHP li dijî pêvajoyê bisekinîya, dê ev tişt nehatana serê wê. Ji ber ku desthilatdar dixwaze xwe tenê weke cihê çareseriyê bibîne.”

‘Kesên ku demokrasiyê dixwazin ne li vir bûn’

Alî Duran Topûz bi bîr xist ku pêkanîna konferansê girîng bû û da zanîn ku divê xebatên bi vî rengî zêdetir bên kirin û wiha axivî: “Ev konferans ne bêbandor e, bi serkeftî pêk hat. Lê îro medyaya mezin di destê desthilatdarê de ye. Hezên demokratîk jî ji bo li dijî wan bisekinin divê polîtîkayan çêbikin û saziyan ava bikin. Lê ji bilî tevgera Kurd û çapemeniya azad tu hêz tune ye ku li dijî wan bisekinê. Heval û hogirên Kurd, hin kesên cuda li vir bûn. Lê kesên ku demokrasiyê dixwazin ne li vir bûn. Ji bona wê jî bandora konferansê jî sînordar dimîne. Ev kêmasiyek mezin e. Bi organîzasyonên cuda em dikarin van xebatan berfirehtir bikin. Kemasiya kesên ku ji xwe re dibêjin hezên demokratîk derket holê.”

‘Çi bibe bila bibe herdem dê daxwaza gelan pêk were.”

Di dawiya axaftina xwe de Alî DuranTopûz anî ziman ku civaka Kurd bi çapemenî û hezên xwe çi pêk hatiye dizanê û got: “Lê ev zanîn terê nake. Belê gelê Kurd bi Serok û heza xwe bawer e. Gelê Kurd bi dengê Serokê xwe hêvîdar e. Lê gelê Kurd tenê dimîne. Çareserî tenê di navbera gelê Kurd û dewletê de bimîne em nikarin bibêjin ‘rêya çareseriyê dê biçe encamê.’ Ji ber ku di nava planên hezên hegomon û neolîberal de çareserî tune ye. Ew her dem li dijî fikra azadî û aştiyê ne. Her çar parçayên Kurdistanê jî hezên hegomonîk wekî faîlê navnetewî tevdigerê. Hem li Tirkiyeyê hem jî cihên din dixwazin fikra azadiyê bifetisînin. Wekî din jî Tirkiye ditirse ku gelê Kurd bi hezên din re tevbigere û sekna Tirkiyeyê vala derxe. Ez hêvîdarim ku planên hezên hegomonîk çi bibe bila bibe, her dem dê daxwaza gelan pêk were.”

Etîket: Alî Duran TopuzaştîKonferansnirxandinpolîtîkaRojnamegersazîbûn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Ji Hakan Fîdan serdan û îdiayên balkêş

Ji Hakan Fîdan serdan û îdiayên balkêş

12 ÎLON 2026
‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

26 TEBAX 2026
Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5  Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

17 TEBAX 2026

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne