• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevseroka PJAKê: Kurd wê li Îranê ji bo mafên xwe têbikoşin

Navenda Nûçeyan / AW

17 HEZÎRAN 2025 - 10:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka PJAKê Peyman Viyan destnîşan kir ku gelên Îranê bi ruhê berxwedana “Jin Jiyan Azadî” dikarin sîstemeke civakî ya alternatîf ava bikin û got: “Kurd li Îranê civaka herî bi rêxistinbûyî û baldar e. Em ê ji bo mafên xwe têbikoşin.”

Piştî ku Îsraîlê şeva 13ê Hezîranê li Îranê êrîş bir ser hedefên leşkerî û nukleerî yên li Tehran, Kirmaşan, Tebrîz, Kûm, Loristan û Hemedanê, li Rojhilata Navîn metirsiya şer mezin bû. Di encama êrîşan de fermandarên payebilind ên Îranî û zanyar hatin kuştin. Vê yekê hevsengiya navxweyî ya rejîma Îranê jî hejand. Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) piştî van bûyeran daxuyaniyeke balkêş da.

PJAKê bang li gelên Îranê kir ku rêveberiya xwe û rêxistiniya xwe ya demokratîk pêk bînin. Rêxistinê diyar kir ku li hemberî şer û dîktatoriyê, alternatîfeke din heye û got: “Ya ku azadiyê bîne Îranê têkoşîna demokratîk a gelan e û şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye.”

‘Rejîm neguhere wê êriş girantir bibin’

Hevseroka PJAKê Peyman Viyan ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û wiha got: “Bûyerên ku li Iraq, Lîbya û Sûriyeyê qewimîn li Îranê jî bi şêweyekî cuda pêk tên. Ev mijar bi rejîma Îranê ve jî girêdayî ye. Eger rejîm hîn bêhtir li ber xwe bide wê êrîş jî giran bibin. Milên Îranê yên li derve hemû hatin jêkirin û di vê astê de li milên wê yên navxweyî tê xistin. Gelek fermandar û rêveber hatin kuştin. Paradîgmaya Komara Îslamê ji xwe bi nakok e. Mejiyê ‘Farşîsîzm’ (Fars+Şîa) ji xwe nakokiya herî mezin e. Li aliyê din tîma rantxur a li nava rejîmê pêşî li hêzên aqlê selîm digire, siyasetê li gorî berjewendiyên xwe bi rêk û pêk dike. Krîza aboriyê zexteke giran li gel û dewletê dike. Li gel vê yekê ziwatiyeke mezin jî heye. Tenê li bakur û Zagrosan av heye. Li Îsfahan, Şîraz û Kirmanê tirseke mezin a pêla koçberiyê heye. Ev faktor û êrîşên dawî wê bandoreke mezin li gel bike. Lewma ev mijar bi baldarî tê meşandin. Li aliyê din mijara hêzên dijberê rejîmê bi taybetî jî hêzên Kurd divê bi rengekî cuda û taybet bê nirxandin.”

‘Kurd li Îranê civaka herî bi rêxistinbûyî ye’

Peyman Viyan destnîşan kir ku gelê Kurd li Îranê civaka herî bi rêxistinbûyî ye û bi baldar e û got: “Kurd li Îranê daxwaza mafên xwe yên bingehîn dikin. Berevajî îdîayên rejîmê ‘cihêkar’ nîn in. Niha gelê herî baldar û rêxistinbûyî yê li Îranê Kurd e. Hin hêzan hewl dan berxwedana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lê belê em di vê pêvajoyê de gelekî bi baldarî tevgeriyan û me sekna xwe ya zelal nîşan dan. Vê yekê jî nîşan da ku Kurd çawa veguherîn hêza bingehîn a guherîna siyasî û civakî. Rêber Apo zêdeyî 20 sal berê gotibû ‘Kurd ê azad, nasnameya nû ya Rojhilata Navîn e’. Divê rejîm baş zanibe ku Kurd mafên xwe yên bingehîn dixwazin. Kurd bi paradîgmaya xwe ya azadîparêz hîn bi berfirehî difikire û daxwazên xwe yên bingehîn dikin. Şert û merc çi dibin bila bibin em ê ji bo mafên xwe têbikoşin. Kurd alîgirê rêveberiyeke hevpar in ku formulasyonê nîqaş bikin, ne alîgirê şer e. Di heman demê de parastina xwe dike, xwedî hêza siyasî û rêxistinî ye. Em ê dest ji Kurdîtiya xwe û mafên xwe bernedin. Weke ku Rêber Apo got, ‘Kurdîtî êdî heqîqeteke misogerkirî ye’. Em li ser şopa heqîqetê ne, Kurdîtiya me heqîqeta me ye.”

Etîket: Hevseroka PJAKê Peyman ViyanÎranÎsraîlPJAK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026
Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

20 ÎLON 2026
Li Rojhilat greva giştî: Dikan hatin girtin

Li Rojhilat greva giştî: Dikan hatin girtin

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne