• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevdîtinên şandeya Rojava di çapemeniya cîhanê de cihek berfireh girt

Navenda Nûçeyan / AW

16 SIBAT 2026 - 10:14
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A

Hevdîtinên şandeya Rojavayê Kurdistanê yên li Munîhê wekî bilindbûna asta rewabûna Kurdan a di qada navneteweyî de û mijarek stratejîk a girêdayî paşeroja şerê Sûriyê, mîmariya ewlehiyê û hevsenga hêzên herêmî hate nirxandin. 

Hevdîtinên Serfermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ahmed yên li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê di çapemeniya cîhanê de cihek berfireh girt.  Di medyaya Amerîka, Ewropa, Rûsya û Ereban de nûçeyên derbarê vê beşdariyê de, naveroka hevdîtinan, peyamên dîplomatîk û bandorên wê yên li ser Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bi çarçoveyên cuda hatin nirxandin.

‘Di mîmariya ewlehiyê pêşketina rola hêzên Kurd’

Ajansên nûçeyan ên Amerîkayê pêşveçûn zêdetir bi perspektîfa ewlehî û hevkariya leşkerî nirxandin. Reûtersê derbarê hevdîtinên di konferansê de hatine kirin wekî pêşketina rola hêzên Kurdî di mîmariya ewlehiya navneteweyî de nirxand û ev hevdîtin wekî “têkiliyên dîplomatîk ên krîtîk ku paşeroja hevkariya li dijî DAIŞê diyar dikin” bi nav kir. Assocîated Pressê jî hevdîtinên Abdî û Ahmed yên bi berpirsên  Ewropa û DYAyê wekî nîqaş li ser “Rêxistinên ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rewşa girtîyên DAIŞê” pênase kir.


The Guardîan: Kurd zêdetir derdikevin pêş

Çapemeniya Ewropayê, beşdarî zêdetir ji aliyê meşrûtiyeta dîplomatîk û temsîla siyasî ya Kurdan ve hate şirovekirin. Rojnameya The Guardian a Brîtanyayê bal kişand ser hevdîtinên konferansê, têkiliyên bi serokên Ewropayê re û ev yek wekî, “zêdebûna xuyabûna aktorên Kurd di muzakereyên paşeroja Sûriyeyê de” nirxand.


‘Reûters: Entegrasyonê Kurd anîn qada navneteweyî

Di analizên Reutersê de jî hate gotin ku hevdîtinên Abdi û Ehmed bi gotina, “Pêvajoya entegrasyonê ya di navbera HSD û Şamê de Kurd anîn qada dîplomasiya navneteweyî” rave kir. Di nûçeyên li ser agahiyên çavkaniyên dîplomatîk hatine honandin de hate diyarkirin ku hevdîtinên bi Serokomarê Fransayê Emmanûel Macron û berpirsên Almanyayê re pêk hatîn têkildarî lêgerîna çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê bûne.


‘Kurdan li platformên navneteweyî ne’

Di çapemeniya Rûsyayê de jî beşdariya konferansê bi zimanekî zêdetir jeopolîtîk û hişyartir girte dest. Di nûçe û şîroveyên RIA Novostî û TASSê de bal zêdetir ne li ser kesayetî, lê li ser encamên teşedarî hate dayîn. Di analizên Rûsyayê de wateya hevdîtinan wiha tê şîrovekirin: “Bi van hevdîtinan cih girtina Kurdan a di nav teşedariya nû ya Sûriyê de, di platformên navneteweyî de tê nîqaşkirin.” Her wiha hevdîtin wekî hewildana DYAyê ya parastina qada bandora xwe hate pênasekirin.


‘Mînaka dîplomasiya bilind’

Çapemeniya Ereban jî zêdetir li ser aliyê dîplomasiya herêmî û normalîzasyona bi Şamê re hate rawestîn. Al Arabiya, hevdîtin wekî, “Mînakek dîplomasiya bilind ku ku kêm tê dîtin, di navbera DYA, Sûriye û HSDê çê bû” pênase kir.

‘Siyaseta piştî şer tê mûzakerekirin’

Al Jazeerayê trafîka dîplomasiyê ya li paşperdeya konferansê vegot û ev pêvajo mîna, “Hevdîtinên ewlehiyê yên piralî ku tê de teşedariya piştî şer a Sûriyeyê tê muzakerekirin” bi nav kir. Ajansa herêmî Shafaq News jî bal kişand ser peyamên Şamê û pêvajoya entegrasyonê bi gotina, “Domandina muzakereyên li ser tevlêbûna gav bi gav a HSD di sazûmaniya dewletê de” ragihand.

‘Rewabûna Kurdan zêdetir bû’

Di nirxandinên hevbeş ên çapemeniya navneteweyî de û bi taybetî çapemeniya Ewropayê de beşdariya asta temsîla Kurdî li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ne tenê wekî pêşveçûnek protokolî, wekî bilindbûna meşrûîyeta Kurdan a di qada navneteweyî û mijarek stratejîk a girêdayî paşeroja şerê Sûriyeyê, mîmariya ewlehiyê û hevsengiya hêzên herêmî hate nirxandin.

Etîket: AFPAlmanyaÇapemeniya CîhanêDYAFransaKurdistanMazlum EbdîMunîhReutersRojavaRûsya
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Hizbûllah û rêveberiya Sûriyeyê li Tirkiyeyê civînek veşartî pêk anîn!

Hizbûllah û rêveberiya Sûriyeyê li Tirkiyeyê civînek veşartî pêk anîn!

1 COTMEH 2026
Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

29 ÎLON 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne