• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Heta deriyê Îmraliyê neyê şikandin ev gel nasekine’

Fexredîn Kiliç / AW

18 ÎLON 2025 - 14:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Hevserokê DBPê yê Amedê Ahmet Dogan ku duh tev li meşa “Mafê Hêviyê” ya li Amedê bû destnîşan kir ku heta deriyê Îmraliyê neyê şikandin ev gel nasekine û diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe dê li qadan bin.

 

Platforma Saziyên Demokratîk, duh li Amed, Mêrsîn û Wanê bi dirûşma “Ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo em ber bi azadiyê ve dimeşin” meşên girseyî li dar xist. Bi deh hezaran kes tev li meşan bûn, xwestin biryara “Mafê hêviyê” were bicihanîn û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were. Yek ji pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk jî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) e. Hevserokê DBPê yê Amedê Ahmet Dogan têkildarî peyamên di meşan de hatin dayîn û astengkirina meşan ji ajansa me re axivî.

Ahmet Dogan da zanîn ku saleke ev pêvajoya heyî dest pê kiriye û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd gaveke pir şênber avêt. Li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn xetimandinek hebû. Rêberê Gelê Kurd gavek avêt ev xetimandin hinek ji holê rakir. Pêşiya pergalê jî û pêşiya gelê Kurd jî vekir. Dîyalogek da destpêkirin. Lê di nava dewletê de hinek tevlihevî heye. Qismek xeteriya li ser welatê xwe dibînin. Ev dixwazin aştiyek pêk were. Lê belê baskê din jî naxwaze aştî pêk were. Rêberê Gelê Kurd jî bi vê gavê xwest destê baskê aştîxwaz xurt bike. Gel di vî warî de bi Rêberê xwe bi bawer e, li pey Rêberê xwe ye. Me duh jî di dîmen û wêneyan de dît. Gava pergalê ya destpêkê kelecanek ava nekir. Lê dîmenekî Rêberê Gelê Kurd daxuyaniyên wî kelecaneke pir mezin da avakirin. Îro kelecanek hebe bi saya Rêberê Gelê Kurd çêbûya. Hêviya gelan ji Rêberê Gelê Kurd heye.”

‘Xelasiya Komara Tirkiyeyê bi Rêber Apo pêkan e’

Ahmet Dogan di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Polîsan duh gotin ku poster û alên ku wêneyên Rêber Apo li ser di meşê de naxwazin. Bi wî hişmendiyê hatin qadê. Bi hezaran polîs hatibûn. Hinek tirs heye. Ji ber ku kelecana gel û xwedîderketina li Rêber Apo dibînin. Yanî ew beşa ku naxwaze ev aştî bi encam bibe naxwaze ev kelecan pir derkeve holê. Naxwaze girse mezin bibe û dengê gel bilind bibe. Lê ne tenê xelasiya gelê Kurd xelasiya Komara Tirkiyeyê bi Rêber Apo pêkan e.”

‘Heta Rêber Apo azad nebe wateya tu tiştî tune ye’

Ahmet Dogan bal kişand ser meşa duh li Amedê hate li dar xistin û wiha pê de çû: “Gel pir zelal vê dibêje ‘Em azadiya Rêberê xwe dixwazin’. Me di dirûşmeyan de jî dît dibêjin ‘Bê Serok Jiyan Nabe’. Dibêjin ‘Sed heb aştî çêbin jî heta Rêberê me dernekeve tu wateya wê nîne.’ Gelê Kurd ku duh li qadan bû dibêje ‘Heta Rêber Apo azad nebe wateya tu tiştî tune ye’ Heta ku deriyê Îmraliyê neyê şikandin ev gel nasekine. Ev gel pir bi biryar e, me coşa gel a duh dît. 52 sal in di van hestan de kêm bûn çênebûye. Her tim girêdayîna Rêber Apo zêdetir bûye. Xeta wan a sor e. Ev gel bi her awayî bi Rêberê xwe ve girêdayî ye. Heta dawiyê jî wê girêdayî be. Me duh dîmenê vê yekê dît. Ev kelecan dît. Gel dibêje ‘em di vê pêvajoyê de bi desthilatê ne bawer in, em tenê bi Rêber Apo bawer in. Divê ew jî li derve be. Divê azad bibe, di şert û mercên azad de li ser maseyê muzakereyê bide meşandin. Wekî din em tu rê û rêbazan napejirînin. Ji ber vê yekê divê demildest Rêberê me azad bibe.’”

‘Êrişên wan li dijî pêvajo û aştiyê ne’

Ahmet Dogan nerazîbûn nîşanî astengkirina meşen duh da û wiha domand: “Hêzên li hemberî aştiyê li Wanê û Mêrsînê jî derketin holê. Ev êrişên wan li dijî pêvajoyê û aştiyê ne. Ev aştî çiqas ji me re lazim be deh qatî wê ji Komara Tirkiyeyê re lazim e. Rêberê Gelê Kurd dixwaze wan pirsgirêkên di sedsala 20an de hatine jiyîn di sedsala 21an de çareser bike rûpeleke nû veke, di vê rûpelê de jî hemû gelên Rojhilata Navîn û Komara Tirkiyeyê tevî gelan her kes bi rengê xwe bi mafê xwe yê bingehîn di nav aştî û demokrasiyê de bijî. Rêberê Gelê Kurd aktorê sereke yê pêvajoyê ye.”

‘Ji bo destê Rêberê Gelê Kurd xurt bibe em ê li qadan bin’

Ahmet Dogan di dawiya axaftina xwe de ev bang li rayedarên desthilatê kir: “Divê komîsyona hatiye avakirin demildest here Îmraliyê. Çareyeke din nîne. Divê ji vê dudiliyê derkevin. Ev dudiliya wan pêvajoyê dereng dixîne. Pêvajo dirêj dibe ji provokasyonan re vedibe. Hêzên hundir û yên derve dixwazin vê pêvajoyê xera bikin. Ji wan re derfet çêdibe. Rêberê Gelê Kurd ji desthilatê re derfet ava kiriye, yekane çare ew e ku li ser maseyê bi Rêberê Gelê Kurd re rûnin ev sozên dane û peywîra li ser milê wan divê bi cih bînin. Divê Rêberê Gelê Kurd demildest ji bin esaretê derkeve. Hêviya gel jî hêviya hemû sazî û dezgehên me jî ev e. Rojeva me ya ewil azadiya Rêberê Gelê Kurd e. Serokê MHPê got ‘çûkek bi baskekê tene nikare bifire.’ Rast e bi hêlekê tişt naçin serî lazim e desthilat demildest gavan biavêje. Ji bo ku gav biavêjin weke Wan, Mêrsîn û Amed em ê li qadan bin. Ji bo destê Rêberê Gelê Kurd û baskê aştîxwaz xurt bibe em ê di kolanan de bin, em ê li qadan bin tişta dikeve ser milê me em ê bikin. Em nasekinin.”

Etîket: Ahmet DoganAmedDBPMeşa Mafê HêviyêPlatforma Saziyên Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

‘Divê em li dijî şerê taybet bi rêxistinî tevbigerin’

1 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne