• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Heserokê PJAKê Kerîmî: Gel dîktatoriyeke nû naxwaze

Navenda Nûçeyan / AW

12 ÇILE 2026 - 18:46
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Amîr Kerîmî diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê bi rengekî fîêlî hilweşiyaye û got, “Tiştê ku îro Komara Îslamî ya Îranê li ser piyan digire, tundû û zext e.”
Amîr Kerîmî li Çiyayên Zagrosê di roportaja xwe ya li gel endamê Rebaz Majeed a desteya weşana The Amargiyê de protestoyên li Îranê, pêşeroja siyaseta kurd û hevsengiyên herêmî nirxandin.
Amîr Kerîmî diyar kir ku rejîm hê jî xwediyê dewletê ye lê belê rewabûna xwe ya civakî ji dest daye got: ‘’Jixwe Komara Îslamê ya Îranê hilweşiyaye.’’
Amîr Kerîmî Komara Îslamê şiband însanekî ku mejiyê miriye lê belê dilê wî diavêje û anî ziman ku li gorî wî rejîm bes bi rê û rêbazên zextê xwe li ser piyan digire.
Amîr Kerîmî krîza li Îranê bi têkçûna modela netewdewleta klasîk a li seranserê Rojhilata Navîn ve girê dide. Amîr Kerîmî, vê modelê bi nêzîkatiya ‘’yekreng, yekotorîte, yekziman û yekal’’ pênase dike û diyar dike ku gelê Kurd di nava vê pergalê de bi awayekî sîstematîk tên vederkirin.
Kerîmî di axaftina xwe de diyar dike ku gelê kurd ji hiqûq, siyaset û hemû tiştan dûr xistin û dibêje: ‘’Dihat payîn ku yan asîmîle bibin yan jî tune bibin.’’
Kerîmî destnîşan dike ku lawazbûna avaniyên dewletên navendî dibe ku ji bo gelê kurd bibe derfetek û dibêje ku ev yek bes bi veguherîneke demokratîk pêkan e.
Kerîmî piştre dibêje: ‘’Hilweşîna avaniya netewdewletê… ev yek bêguman ji bo gelê kurd derfetek e. Lê belê ger guherîn ber bi demokrasiyê ve neçe… ev yek teqez ji bo gelê kurd talûkeyek e.’’
Îran weke Koreya Bakur a girtî ye
Kerîmî di dewama axaftina xwe de diyar dike ku li Îranê qutkirina ragihandinê ya di dema protesyan de stratejiyeke bi zanebûnî ye û van yekan tîne ziman: ‘’Komara Îslamê ji bo ku li ser piyan bimîne hemû rêyên ragihandinê qut kirin. Çima? Ji bo ku bi awayekî rehet însanan qetil bike.’’
Kerîmî destnîşan dike ku dibe komkujiyeke mezin pêk hatibe û ev yek aniye ziman: ‘’Îro Komara Îslamê weke Koreya Bakur a girtî ye û nayê zanîn ku li hundirê çi diqewime.’’
Kerîmî diyar dike ku amûrên rewabûnê yên weke ol û neteweperestiyê ku rejîmê berê pişta xwe didan wan, bi dawî bûne û fikarên xwe yên têkildarî serdema piştî rejîmê anîn ziman.
Amîr Kerîmî piştre van yekan tîne ziman: ‘’Tecrûbeya me ya sala 1979an heye. Şah çû, hemû kes bextewer bû. Lê belê piştre dîktaroriyeke talûketir hat. Dibe ku vê carê jî heman tişt pêk were.”
Yekitiya kurdan
Kerîmî, anî ziman ku çarçoveya siyasî ya hevpar a ku partiyên kurd li Îranê diyar kirine ji ber pêwîstiyan derketiye holê. Kerîmî, destnîşan kir ku wan vê carê rêbazek cuda ceribandiye û got: “Me zemînek a diyalogê û nêzîkbûnê ava kir.”
Kerîmî, da xuyakirin ku pêwîst e di siyaseta kurd de dev ji pêşbaziya hegemonîk bê berdan û got divê tu hêz xwe li ser yên din ferz neke û got, “kurd xwedî wê hêzêne ku pirsgirêkên xwe bînin rojevê û çareser bikin.”
Kerîmî, anî ziman ku PJAK li gelek herêmên kurdan ên Îranê çalak e. Kerîmî, li hember nêrîna ku PJAK tenê weke rêxistineke çekdar e nerazîbûn nîşan da û got, “Ji hêzeke çekdarî bêhtir em xwe weke hêzek rêxistinkirina siyasî dibînin. Têkoşîna çekdarî ji bo me ne rêbaza çareseriyê ye; amûrek a xweparastinê ye. Civak xwedî mafek rewa ne ku xwe biparêzin.”
Rêya sêyemîn
Kerîmî, da zanîn ku ew bi aktorên navneteweyî û DYAê  re di nava têkiliyê de ne, lê ew çareseriyek li ser bingeha destwerdana derve qebûl nakin.
Kerîmî got, “Em li dijî dîktatoriya dewletê ne. Lê baweriya me nîne ku hêzek ji derve were û me rizgar bike.”
Kerîmî, diyar kir ku hevkariyeke eşkere bi Îsraîlê re tune ye, lê xetera avakirina rejîmeke otorîter a nû bi rêya Riza Pehlewî ye heye. Kerîmî got, “Gel dîktatoriyeke nû naxwaze.”
Kerîmî, destnîşan kir ku armanca PJAK ne cudaxwazî ye, berevajî Îraneke demokratîk û nenavendî ye û got, “Bernameyeke me ya bi navê Komara Demokratîk a Îranê heye.”
Kerîmî got ku, ew pergalek li ser esasê xwerêveberiya gel dipejirînin.
Kerîmî, anî ziman ku krîza li Îranê ne tenê bi rejîma heyî ve sînordar e, encama xitimîna modela netew-dewlet a navendî ya sed salî ye û got ku xetera herî mezin ew e ku ev pêvajo veguhere otorîterîzmeke nû.
Kerîmî, diyar kir ku tenê garantiya li dijî vê yekê demokrasî, yekîtiya kurdan û rêxistina siyasî ya li ser bingeha civakê ye.
Etîket: Amir kerîmîdîktatorÎranPJAK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026
Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

20 ÎLON 2026
Li Rojhilat greva giştî: Dikan hatin girtin

Li Rojhilat greva giştî: Dikan hatin girtin

16 ÎLON 2026
Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

15 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne