Heşdî Şabiyê ragihand ku di encama êrişên vê sibehê yên Amerîka û Erebistana Siûdî de, ji hêzên wan kuştî û birîndar hene.
Heşdî Şabiyê bi daxuyaniyek ragihand ku vê sibehê li deverên cuda yên Iraqê hin baregehên wan yên fermî ji aliyê Amerîka û Erebistana Siûdî ve bûn armanca êrişan. Di encamê de kuştî û birîndar hene.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Armanca vê êrişê alozkirina rewşê ye, metirsîdare û binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye. Aliyên peywendidar rewşê dinirxînin, xebatên ji bo eşkerekirina ziyanên êrişê jî berdewam dikin.”
Vê sibehê çend navend û baregehek komên ser bi Heşdî Şabî ve yên li Musil, Amirlî, Kerbela, Kerkûk, Besra û Bexdayê ji aliyê Amerîka û Erebîstana Siûdî ve bûbûn armanca êrişan.













