• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Helbûsî: Hilbijartina serokomariyê nayê paşxistin

Navenda Nûçeyan / AW

6 NÎSAN 2026 - 22:06
Kategorî: CÎHAN
A A
Serokê Parlamentoya Iraqê Heybet Helbûsî ragihand ku fraksiyon û partî li ser roja hilbijartina serokomariyê li hev kirine û hilbijartin nayê paşxistin.

Serokê Parlamentoya Iraqê Heybet Helbûsî têkildarî hilbijartina serokomariyê agahî belav kir. Helbûsî ragihand ku rûniştina hilbijartina serokomariyê dê li gorî bernameyê were lidarxistin, navên wan parlamenterên ku beşdarî rûniştinê nabin dê werin eşkerekirin.

Her wisa da zanîn ku serokatiya parlamentoya Iraqê û serokên fraksiyonan li hev kirine ku ji bo hilbijartina serokomar dîrokek destnîşan bikin.

Serokê Parlamentoya Iraqê behsa wê yekê kir ku hevpeymaniya îdareya dewletê di civîna dawî de, hewildanên Parlamentoya Iraqê pesinand û girîngiya bicihanîna erkên destûrî û diyarkirina rojeva civîna parlementoyê ya 11ê nîsana 2026an ji bo hilbijartina serokomar tekez kir.

Rûniştina vê carê ya Parlamentoya Iraqê di demekê de ye ku, PDK û YNK hîn li ser namzetekî serokomariyê li hev nekirine ku Fuad Husên namzetê PDKê ye û Nizar Amêdî jî namzetê YNKê ye û li ser namzetê xwe israr dikin. Ger her du partiyên Kurd heta 11ê mijdarê li hev nekin, namzetên wan dê di parlementoyê de werin diyarkirin û her kesê ku piraniya dengan bidest bixe dê bibe serokomar.

Di heman demê de, Serokê Tevgera Hîkme ya Netewî û endamê Çarçoveya Hemahengiya Şîe ya Iraqê duh ragihand ku wan ji partiyan xwestiye ku xwe li ser yek namzetî zelal bikin û got; “Ger ew nikaribin du namzet hebin, her kesê ku piraniya dengan bidest bixe, dê bibe serok.”

Emar Hekîm aşkera kir ku wan wek aliyên Çarçoveya Hemahengiyê lihev kirine ku parlamenterên wan deng bidin kîjan namzetê postê serokomar.

Etîket: Heybet HelbûsîhilbijartinIraqserokomarî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

30 ÎLON 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

26 ÎLON 2026
Hilbijartinên Rûsyayê: Partiya Putîn 349 kursî bidest xist

Hilbijartinên Rûsyayê: Partiya Putîn 349 kursî bidest xist

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne