• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hatîmogullari: Ne rejîma mollayan ne jî hezên hegemon; çareserî Komara Demokratîk e

Enqere/ Aw

3 ADAR 2026 - 14:06
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari tekildarî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê bi lêv kir ku mudaxaleya hezên hegemon berjewendiyên dîzayneke nû ye û got: “Em li dijî rejîma mollayan in. Lê çareserî ne mudaxaleyeke derve ye. Çareserî Komareke Demokratîk ku mafê hemû netew û baweriyan mîsoger dike ye.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe li Meclîsê de axivî. Di serî de sînevîzyona qala têkoşîna jinan dike hat temaşekirin. Piştî sînevîzyonê Tulay Hatîmogullari axivî û anî ziman ku ji 8ê Adarê Roja Têkoşîna Jinan a Cîhanê re kêm maye û bi lêv kir ew ku bi mabesta rojê spasiya xwe li hemû jinên têkoşer dike, yên di têkoşîna azadiya jinan de jiyana xwe ji dest danê bi bîr anî.

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser êrişên Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê û ev tişt gotin: “Li her derê erdnîgariya me şer heye. Armanca van şeran ew e ku hezên kapîtalîst li gor berjewendiyên xwe dîzayneke bidin Rojhilata Navîn. Xetere heye ku êrişên li Îranê belavî tevahî herême bibin. Jixwe belavî Iraq û Urdunê jî bûn. Di êrişan zarokên keç û welatiyên sivîl jî jiyana xwe ji dest dan. Em van êrişan şermezar dikin. Em li dijî rejîma mola ya Îranê ne ku zextê li gelen Îranê dike. Lê çareserî mudaxaleyeke bi vî rengî û kuştina welatiyên sivîl nîne. Çareseriyê gelen Îranê Kurd, Faris û Beluç, Azerî û hemû gel û pêkhateyên Îranê dikarin werin pêkanîn. Çareserî ne rejîma desthilat a mollayan ne jî Amerîka û Îsraîl e. Çareserî avakirina Komareke Demokratîk ku mafê hemû netew û baweriyan mîsoger dike ye. Em di şexse Jîna Amînî de silav ji hemû jinan û jinên Rojava ku di Rojhilata Navîn de modela Rêveberiya Jinan peşkeş kirine dikin.”

‘Berdêla herî mezin a şer jin didin’

Di berdewama axaftina xwe de Tulay Hatîmogullari bal kişand ser gefên êrişê yên li dijî Şengalê û wiha pê dê çû: “Destkeftiyên jinan dikin hedef. Gefxwarinên li dijî Şengalê ku bi pêşengiya jinan Rêveberiyek hatiyê damezrandin nişan dide ku Rojhilata Navînek çawa dixwazin. Her wiha êrişên ser Rojava jî ew yek nişan da. Lê bi hunandina keziyan jinan berxwedaneke mezin hate dayîn. Li Afganîstanê Talîban tundiya li dijî jinan reva dike. Ev yek jî nişan dide dixwazin li Rojhilata Navîn tişteke çawa ava bikin. Aktivîst Yener Muhammedî ku ji bo destkeftiyên jinan têdikoşiya hat qetilkirin. Em bi rêzdarî bi bîrtînin. Jin li her derê ji şer re dibêjin na.”

‘Polîtikayên bêcezahiştinê rê li ber kuştina jinan vêdike’

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku desthilat bi polîtikayên li dijî jinan rê li pêşya qetilkirina jinan vêdike û wiha got: “Bi budçeya îsal a ji bo jinan jî tunehesibandin bû. Jin li her derê rastî tundî û destdirêjiyê tên. Keda jinan tê tunehesibandin. Em jî dibêjin heta mafê jinan tê mîsogerkirin, kêda jinan tê hesibandin, birçîbûn û xîzanî li holê radibe dê têkoşîna xwe bidomînin. Zimanê dewlete jî zilam e û hiqûqa wê jî. Ji ber wê jî jin rastî qirkirinê tên. Tenê di rojeke 6 jin hatin qetilkirin. Lê dadgeha desthilata zilam ne li cem jinan e lê li cem bêrsûcê û bi polîtikayên bêcezahiştinê rê li pêşiya kuştina jinan vêdike. Divê hiqûqa ku jinan biparêze pêk were. Divê desthilat dev jî polîtikayên li dijî jinan berde. Dest ji laşe me, rihe me, nasname û fikren me bikşînin.”

‘Divê ji bo Abdullah Ocalan şert û mercên azad werin pêkanîn’

Di dawiya axaftina xwe de Tulay Hatîmogullari diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama 27ê Sibatê de bal kişandiye ser Entegrasyona Demokratîk û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan diyar kir ku ji bo Entegrasyona Demokratîk wî û partiya wî çi bikeve ser milê wan kiriye. Birêz Ocalan diyar kir ku wan deriyê siyaseteke nû vekiriyê û gotiyê divê deriyeke nû ya hiqûq û demokrasiyê vebibe. Daxwazên gelê Kurd ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû welat dê demokrasiyê bîne. Divê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan demildest pêk were. Hevşeredarên qeyûm tayînî şuna wan kirinê demildest vegerin ser karê xwe. Girtiyên nexweş bên berdan. Divê ji bo pêşveçûna pêvajoyê şert û mercên azad ên birêz Ocalan Pêk were. Ji bo vê ne hewce ye li benda derxistina qanûnan bimînin, tenê hiqûqa heyî bikarbînin. Divê Kurd, Elewî û hemû netew û bawerî bi awayekî hemwelatiyên wekhev di qanûnan de bên mîsogerkirin. Meriv dikarê beje qanûnên hemwelatibûna azad jî. Di çerçoveya qanûnên ji bo endamên PKKê çeken xwe berdanê de jî qanûna hemwelatîbûna azad pêk were. Herwiha divê Rêveberiyên Xwecihî bên xurtkirin. Mohra demokrasiya Tirkiyeyê demokrasiya herêmî ye. Ya Dîsa divê pêşî li xwe rêxistinkirina civakî û siyasî be vêkirin. Heke ew gav bên avetin aştî jî dê pêk were û demokrasî jî dê pêk were. Em jin heta dawiyê piştgiriya banga Aştî û civaka Demokratîk dikin û ji bo pêkhatina vê jî xebat û têkoşîna xwe didomînin.”

Tulay Hatîmogullari axaftina xwe bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî kir.

Piştî Tulay Hatîmogullari bi mabesta 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê jinên mevan jî axivîn û qala girîngiya têkoşîna jinan kirin.

Etîket: 8ê AdareDEM PartîHevseroka Giştîkomcivîna Koma DEM PartiyêTulay Hatimogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Tulay Hatîmogullari serdana çalakiya mexdûrên erdhejê kir

Tulay Hatîmogullari serdana çalakiya mexdûrên erdhejê kir

21 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

18 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne