• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dibêjin ‘Tu elewî ye an na?’ û dikujin

Hatay /AW

4 ÇILE 2025 - 13:17
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari ku li Hatayê di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Divê hemû gel û baweriyên li wê derê ji bo Sûriyeyeke demokratîk têbikoşin.” Tûncer Bakirhan jî got: “Em bang li rêveberiyên Tirkiyeyê û Sûriyeyê dikin. Heke Tirkiye evqas nêzî rêveberiya wir be divê ji bo Elewî û gelên din di nava aramiyê de bijîn bang bike.”

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tûncer Bakirhan di nav de gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê li ber meqamê Hz. Xizir ê li navçeya Samandag a Hatayê daxuyaniyê dan.

Şêx Ehmed ê ewilî axivî, diyar kir ku bûyerên li Sûriyeyê bandorê li wan dikin û wiha got: “Bi îdiaya li Sûriyeyê rejîma elewiyan hebû Elewî tên qetilkirin. Li Sûriyeyê tu caran rejîma Elewiyan çênebû. Dibe ku rejîma Baasê hin bûyer kiribûn divê ev ji bo Elewiyan neyên hesibandin, ev neheqî ye. Em li ser medyaya dîjîtal dibinin pirsa ‘Tu Elewî yî an na’ dikin û qetil dikin. Ne girîng e ku alîgirê rejîmê be, Elewîbûna wan girîng e. Gelek zilm li Elewiyan bû, em vê qebûl nakin.”

‘Ji bo bibin dengê xwişk û birayên xwe hatin vir’

Serokê Komeleya Nirxên Elewiyan Zulfîkar Çîçek axivî û wiha got: “Em ji bo bibin dengê xwişk û birayên xwe yên li Sûriyeyê zilm li wan tê kirin hatin vir. Li Sûriyeyê ji ber nasnameya wan zilm li xwişk û birayên me tê kirin. Em di destpêka pêvajoya ku veguhere qirkirinê ne. Em ji vir banga aştî û xwişk û biratiyê dikin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û hemû raya giştî ya cîhanê dikin. Divê wê civaka mazlum a li wir ji xetereyê xelas bikin. Em ji vir denge aştî û xwişk û biratiyê bilind dikin. Mudaxileyî van bûyeran bikin. Peywîra mirovahiyê ye ku destê xwe dirêjî wan bikin. Em weke Elewiyan ji Çildêran heta Mereşê her tim hatin şewitandin û kuştin. Îro jî heman tişt li Sûriyeyê diqewime. Ewlehiya hevalên me yên wir pêk bînin. Em dest bidin mirovên me yên li wê derê, ji bo piştevaniyê spasiya herkesê dikim.”

‘Elewî ji Mûaviyeyên niha re serî natewîne’

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê pişt re axivî, diyar kir ku li Sûriyeyê xeta û kêmasiyên rêveberiya berê girêdayî civaka Elewiyan bikin xetereyeke mezin û gefeke û wiha got: “Civaka Elewiyan nikare ji ber baweriya xwe tune werin hesibandin û qetilkirin. Civaka Elewiyan, Xirîstiyan, Ermen, Kurd, Durzî di bin xetereyeke mezin de ne. Ji ber baweriya wan mirovan lînc dikin û qetil dikin. Hewl didin wan herêman bêmirov bihêlin û mirovan koçber bikin. Divê em ji vê re bejin bes e. Ez ji rayedarên dewletê dipirsim. Wateya desteserkirina mal û canên Elewiyan çi ye? Vê bêmirov hiştinê bisekinînin. Bila Elewî li Sûriyeyê di bingeheke demokratîk de bijîn. Li Sûriyeyê bêyî Elewî û Kurdan nabe. Sûriye bi hemû rengên xwe Sûriye ye. Elewiyên li Rojhilata Navîn serê xwe li ber Yezîd û Mûaviye ne tewandin, ji Mûaviyeyên niha re jî natewîne.”

‘Elewî çima ne di nava ewlehiyê de ne’

Tûncer Bakirhan destnîşan kir ku weke DEM Partiyê li dijî polîtîkayên zilmê dê bi hev re li ber xwe bidin û wiha domand: “Di serî de Tirkiye bang li hemû cîhanê dikim; Hêsane ku biçin serdana Sûriyeyê bikin. Elewî çima ne di nava ewlehiyê de ne? Ji bo berjewendiyên welatê xwe qetilkirina civakeke qedîm paşguh nekin. Em ne ji bo kişandina wêne ji bo ku li dijî polîtîkayên zilmê bi hev re li ber xwe bidin hatin. Em bang li rêveberiyên Tirkiyeyê û Sûriyeyê dikin, heke Tirkiye evqas nêzî rêveberiya wir be divê ji bo Elewî û gelên din di nava aramiyê de bijîn bang bike. Em ê weke DEM Partiyê destûrê nedin xeletiyan. Em ê bibin deng û gotina we.”

‘Ev herêm ji xwînê têr bû’

Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari ya dû re axivî jî wiha got: “Ev herêm ji xwînê têr bû. Li bin erdê ji petrolê zêdetir xwîna mirovan heye. Em Elewî dema Yavûz de hatin qetilkirin li Kerbelayê li Tirkiyeyê jî hatin qetilkirin li Sûriyeyê jî tên qetilkirin. Em vê qebûl nakin. Êrişên li ser dêran, patrîkan qebûl nakin. Divê hemû gel û baweriyên li wê derê ji bi Sûriyeyeke demokratîk têbikoşin. Em bang li Tirkiyeyê, cîhanê dikin. Divê em vî şerî bi hev re bidin sekinandin. Em bang li saziyên mafên mirovan dikim we hemûyan vedixwînin peywîrê. Êdî tehamula me nemaye ku bên qetilkirin. Em bang li civaka Elewiyan dikim em bibin yek û bi awayekî xurt bikevin nav piştevaniyê. Bang li Tirkiyeyê dikim divê êrişên li ser gelan bi dawî bikim. Ji bilî aştiyê tişteke vebijêrkeke din nîne bikin.”

Piştî axaftinan girseyê ji bo aştiya li herêmê gul avêtin Behra Spî.

 

Etîket: Behra SpîŞêx EhmedTulay HatimogullariTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

27 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

27 ÎLON 2026
Tulay Hatîmogullari serdana çalakiya mexdûrên erdhejê kir

Tulay Hatîmogullari serdana çalakiya mexdûrên erdhejê kir

21 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne