• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hatîmogullari: Beriya Meclîs bikeve betlanê divê çarçoveya qanûnî bê amadekirin

Enqere / AW

9 HEZÎRAN 2026 - 13:41
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku di hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nexşereyek ji bo pêvajoyê daniye û got: “Heyeta me jî bi AKPê re hevdîtin kir û xwest demildest çarçoveya qanûnî bê çêkirin. Beriya Meclîs bikeve batlaneyê divê çarçoveya qanûnî bê çêkirin.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê axivî. Tulay Hatîmogullari di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku li dijî êrişên li ser Elewiyên li Sûriyeyê li Ewropayê çalakî tên ldarxistin û serdana Neteweyên Yekbûyî were kirin û got ku ew weke DEM Partî piştgiriya xebatên li dijî êrişên ser welatiyên Elewî dikin.

Tulay Hatîmogullari xwest êrişên li ser welatiyên Elewî bên rawestandin û daxwazên Elewiyan wiha anî ziman: “Divê êrişên li ser Elewiyan rawest e. Divê NY û qada navneteweyî bikeve nava hewldanê. Her wiha Tirkiye û Şam di nava danûstandinan de ne. Divê Tirkiye ji Şamê bixwaze ku ev êriş bên rawestandin. Em bang li qada navneteweyî dikin ku xwedî li Elewiyan derbikevin. Elewî êdî naxwazin li vê erdnîgariyê bi komkujiyan re rû bi rû bimînin.”

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser biryara batalkirina mafê nafakayê û wiha got: “Ev biryar encama daxuyaniyên nêzî desthilatê yên li dijî nafakayê û provakasyonên li dijî nafakayê hatiye girtin. Ev dijminatiya li dijî jinan e. Di serdemeke ku xîzaniya jinan zêde dibe û kuştinên jinan zêdetir dibe de desteserkirina mafê nafakayê nayê qebûlkirin. Di heman demê de êrişa li dijî destkêftiyên jinan e. Niha jî bi pakêta darazê ya 12emîn mafê zarokan binpê dikin û newekheviya zayendî jî kûrtir dike. Em weke DEM Partiyê dibêjin; destkêftiyên jinan nabin mijara bazariyê û em dev ji destkêftiyên xwe bernadin. Bi şiara Jin jiyan azadî em ê têkoşîna jiyanê mezintir bikin.”

‘Welatî bi birçîbûnê re rû bi rû ne’

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku krîza aborî her ku diçe kûrtir dibe û wiha axivî: “Hinek sermayeya xwe mezin dikin û welatî jî bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Her roj zêdetirî 26 hezar dosyeyên îcrayê diçin saziyên berpirsyar. Ev reqamên xîzaniya welatiyan e û birçîbûnê ye. Tirkiye di enflasyona tiştên xwarinê de di hejmarên yekemîn de ye. Tirkiye ku welatekî çandiniyê ye cotkar deyndar in û nikarin berhemên xwe bifiroşin. Em li vir dipirsin; welatiyên bi çandiniyê debara xwe dikin dê çi bikin? Rewşeke xirab heye. Lê em li dijî vê rewşê serê xwe nakin ber xwe. Em ê li ber xwe bidin. Em ê rêxistina xwe mezin bikin û bi berxwedanê em ê mafên xwe bidestbixîn. Weke mînak Karkerên Madenê bi berxwedanê mafên xwe bidestxistin.”

‘Em ê heta dawiyê têkoşîna aştî û demokrasiyê bidomînin’

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku li Tirkiyeyê krîza hiqûq û demokrasiyê jî kûrtir dibe û ev yek anî ziman: “Îro biryara ‘Batalkirina teqez’ a li ser CHPê di heman demê de dîzaynkirina siyasetê ye. Dixwazin desthilata xwe xurttir bikin û ji bo qada demokrasiyê xetereyan derxînin. Divê hemû partî bi vîna xwe rêveberiya xwe diyar bike, ne bi destê darazê. Li dijî sepanên demokratîk em bang li hemû kesên demokrasiyê diparêzin dikin ku têkoşîna hevpar xurttir bikin. Em ê heta dawiyê têkoşîna aştî û demokrasiyê bidomînin.”

‘Pêdivî bi qanûnên demokrasiyê heye’

Tulay Hatîmogullari derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî anî ziman ku çarçoveya qanûnî mîsogeriya pêvajoyê ye û wiha got: “Neavêtina gavan baweriya aliyan qels dike. Ev pêvajo bi hesabên teng naçe serî, nabe ku bi van hesabên erzan sînordar bikin. Ev pêvajo dîrokî û civakî ye. Ji bo wê jî divê ev çarçoveya qanûnî bi awayekî ku hemû civakê bigire nav xwe pêk were. Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi tengkirina maf û demokrasiyê lê berovajî wê pêdivî bi qanûnên demokrasiyê heye.”

‘Divê çarçoveya qanûnî demildest bê amadekirin’

Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku divê beriya Meclîs bikeve betlaneyê qanûnên pêwîst bên çêkirin û ev nirxandin kir: “Di hevdîtina dawî de birêz Ocalan nexşereyeke nû danîbû. Heyeta me jî bi AKPê re hevdîtinek kir û xwest çarçoveya qanûnî demildest bê amadekirin. Divê heta Meclîs nehatiye girtin ev qanûn bên çêkirin. Divê çarçoveya qanûnî zemîna demokrasiyê ava bike û zemîna biratî û aştiyê xurt bike. Ev qanûn divê encamên hiqûqî bi xwe re bîne. Piştî çarçoveya qanûn ji bo avakirina pêvajoyê mekanîzmayên pêvajoyê mîsoger bikin bê amadekirin. Gava sêyemîn jî divê teqez rol û mîsyona birêz Ocalan bi qanûnan bê mîsogerkirin û şertên wî bên guhertin û başkirin. Ji bo vê jî berpirsyarî ya desthilatê ye. Ji ber ku ji bo ev qanûn bê çêkirin divê desthilat erê bike. Divê desthilat berpirsyarî bigire ser milê xwe û pêvajoya çêkirina qanûnan bide destpêkirin. Her ku pêvajo tê dirêjkirin pirsgirêk jî mezintir dibin. Me tu car dev jî aştiyê berneda. Divê em bêtir xwedî li aştiyê derbikevin û têkoşîna xwe xurttir bikin. Heke em hemû beşên civakê dengekî hevpar ji bo aştiyê derxînin dikarin gavan bi desthilatê bidin avêtin. Em ê teqez dîroka aştiyê binivisînin. Teqez aştî dê bi ser bikeve. Em ê aştiyê bînin. Em soz didin ku ji bo vê em ê tu carî bi paş ve gav neavêjin.”

Tulay Hatîmogullari di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk a ku dê di 13-14ê Hezîranê de li Stenbolê bê lidarxistin û got: “Ji aliyê rewşênbîr, nivîskar û kesayetan ve ev konferans tê lidarxistin. Em ji bo aştî û demokrasî xurttir bibe dê têkoşîna xwe bidomînin.”

 

 

 

 

Etîket: Abdullah Ocalançarçoveya qanûnîHevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay HatîmogullariKomcivîna DEM Partiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne