• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Halîde Turkoglû: Divê hemû alî ji bo aştiyê bixebitin

Wan / AW

22 MIJDAR 2025 - 17:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevberdevka Meclîs Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ku di panela “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin” de axivî, bal kişand ser pêvajoya  “Aştî û Civaka Demokratîk” û got: “Divê hemû alî û qad ji bo pêvajoya aştiyê bixebitin û çi ji destê wan bê bikin.”

Saziyên jinan ên Wanê di çarçoveya kampanyaya “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin” de li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê bi tevlibûna endama Kovara Jineolojiyê Aynûr Sarica û Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû panelek hat lidarxistin. Di eywana panelê de pankarta “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin” hat vekirin. Tevî endamên saziyên jinan, rêveberên saziyên sivîl û gelek jin tev li panelê bûn.

‘Divê siyaseta dijber ji holê bê rakirin’

Hevberdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ewilî axivî û da zanîn ku li Tirkiyeyê di pêvajoyên çareseriyê de jin nikarin bibin kirde. Halîde Turkoglû diyar kir ku heke behsa aştiyeke civakî bikin, divê ev yek ji tekela dewletê de derbikeve. Halîde Turkoglû anî ziman ku kirdeyeke din ya aştiya civakî çapemenî ye û got: “Em bi rojnamegerên jin re hatin cem hev û me aştî nîqaş kir. Divê hemû alî û qad ji bo pêvajoya aştiyê bixebitin û çi ji destê wan bê bikin. Divê siyaseta demokratîk di vê pêvajoyê de rola xwe bilîze. Di vê pêvajoyê de tevî komîsyonan nêzî 150 sazî hatin guhdarîkirin. Her çiqas desthilatê pênaseya ‘Tirkiyeya bê teror’ bi kar anî be jî di van hevdîtinan de çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk derket holê. Divê siyaseta dijber ji holê bê rakirin.”

‘Hewceyî guhertinan heye’

Halîde Turkoglû bi domdarî diyar kir ku derdorên li dijî pêvajoyê, dijberbûnê bi dijberbûna AKPê re tevlihev dikin. Halîde Turkoglû da zanîn ku komîsyon dê biçe bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û qanûn dê bên derxistin. Halîde Turkoglû anî ziman ku qanûna ewilî qanûna entegrasyonê ye û ev tişt got: “Ev tişt ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê gelek girîng e. Qanûnên înfazê, polîtîkayên qeyûman, mafê zimanê dayikê, hemwelatîbûn hwd. gelek tiştên ku bên guhertin hene.”

‘Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin’

Piştre Endama Kovara Jineolojiyê Aynûr Sarica axivî û behsa dîroka kolekirina jinan kir. Aynûr Saricadiyar kir ku jin hewl didin li dijî polîtîkayên ku wan dikin kole, jiyaneke demokratîk ava bikin û got: “Di salên 90an de pêvajoyên dibin sedema koçberî, feqîrî, windakirin hwd. hatin jiyîn. Tevî van yekan jî di salên 2000an de li ser pergala hevserokatiyê xebat hatin meşandin. Em weke kirdeyên xwerêxistinkirinê bi hemû hêza xwe dixebitin. Desthilat li ser bedena jinê biryaran didin û dixwazin jinan ji qadên civakî dûr bixin. Desthilatên milîtarîst dixwazin jinan tecrîd bikin û me mehkûmê kodên civakî bikin. Lê em ê têkoşîna xwe mezintir û berfirehtir bikin.”

Piştî pirs û bersivan panel bi dawî bû.

    

Etîket: DEM PartîJinPanelWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne