• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gurbet Tekîn: Tirkiye bi çeteyan êrîş dike

Navenda Nûçeyan / AW

17 KANÛN 2024 - 12:20
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A

Nobeta li ser Sînorê Nisêbîn-Qamişloyê ya ji bo piştevaniya gelê Rojava di roja 5emîn de berdewam dike. Yek ji çalakgerên nobetê Gurbet Tekîn ku berdilka “Rojava Rûmeta me ye” li xwe kiriye, 5 rojin li ser sînor nobedê digire. Gurbet Tekîn anî ziman ku Tirkiye hemû çeteyên cîhanê kom dike û bi wan êrîşî Kurdan dike û wiha got: “Ji bo destkeftiyên Kurdan tune bikin êrîş dikin.”

Nobeta ku ji aliyê DBP, TJA û DEM Partiyê li ser Sînorê Nisêbîn Qamişoyê hatiye destpêkirin di roja 5emîn de berdewam dike. Tev demsala zivistanê û hewaya sar her roj bi sedan kes diçin ser sînor û li dijî êrîşên li ser gelê Rojava Nobeta piştgiriya gelê Rojava digirin. Her roj rêxistin û saziyek nobetê dewir digirin û her rojê ji Bajarekî rêxistinên sivîl û demokratîk û partiyên siyasî diçin serdana çalakgeran.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê George Aslan li ser armanca Nobeta li ser sînor axivî û ev agahi dan: “Piştî Rejîma Sûriyeyê ket û şûnde, êrîşên li ser Rojava û Kobanê zede bûn. Em van êrîşan talûke dibînin. Ji bo em bala her kesî bikişînin ser van êrîşên li dijî gelê me yê Rojava em hatin ser vî sinorî. Ji bo em nerazîbûna xwe ya li dijî êrîşên ser Rojava bînin ziman em hatine vekir. Li dijî van êrîşan em ji hemû navçeyên Mêrdînê û navenda Mêrdînê hatine li vir nobetê digirin. Ji 13ê Kanûnê heta niha her roj gelê me sate ji 12.00an heta saet 16.00an tên li ser sînor Nobetê digirin. Em tên li vir daxuyaniyê didin çapemeniyê û daxwaz û bertekên xwe tînin ziman û piştre em belav dibin.”

George Arlan anî ziman ku her roj komek tên beşdarî vê çalakiyê dibin û wiha berdewam kir: ” Armanca me ewe ku em bala her kesî bikişînin ser Rojava. Tevlêbûn baş e. Coşa li vir zêde ye. Her rojê komêk tên tev li çalikyê dibin û piştgiriyê didin. Rêxistinên Şirnexê hatin. Piştre saziyên demokratîk ên Êlihê hatin. Her roj ji navend û navçeyên Mêrdînê tên serdana çalakgeran. Dayikên Aştiyê jî di hemû çalakiyan de cih digirin. Di hemû çalakiyan de di qada pêş digirin. Dayikên aştiyê jî bedelên giran dane. Ew jî bertek û nerazibûnên xwe tînin ziman. Li gorî hatiye plankirin dê ev çalakî heta 21ê Kanûnê berdewam bike. Lê dîsa li gorî rewşa Rojava dê bê guhertin. Li gorî geşedanan dê rengê çalakiyê bê guhertin.”

George Aslan bang li gelê Kurd jî kir û wiha got: “Divê hemû gelê me hişyar û li ser piyan be. Heqîqeta li Rojava diyar e. Ji bo parastina gelê Rojava divê her kes tev li van çalakiyan bibe. Îro gelê li Qamişlo çalakiyên me dibînin û temaşe dikin. Ji van çalakiyan hêzekê digirin. Ev çalakî ji bo gelê Rojava dibe moral. Divê gel zêde zêde tev li van çalakiyan bibin. Divê hemû gelê me yê Bakur bi coşek mezin tev li van çalakiyan bibin. Em bi heman rengî bang li saziyên sivîl û rêxistinên demokratîk jî dikin. Hemû kesên ku ji xwe re dibêjin demokrat û dibêjin ‘Ez mafê mirovan diparêzim’ divê her kes beşdarî van çalakiyan bibin û piştgiriya xwe ya gelê Rojava bînin ziman.

Gurbet tekîn: Ji dengê Rêber Abdullah Ocalan ditirsin

Yek ji çalakgera Nobetê ya li ser Sînorê Nisêbînê Gurbet Tekîn armanca nobetê vegot û wiha axivî: Em 5 roj in em ji bo piştgiriya Rojava li vir Nobetê digirin. Em berxwedana Rojava silav dikin. Em hêvî û bawer dikin ku serkeftin dê ya me û wan tevan be. Ji ber şerekî dijwar li ser serê me pêş dixin, jin û zarok tên kuştin. Rojava bi bedelên gelek giran hatiye bi destxistin. Îro çav berdane destkeftiyên gelê Rojava û ji ber vê yekê êrîş dikin. Em tu carî vê rêyê nadin wan. Em destkeftiyên xwe nadin wan. Li vir êşa herî zêde dayik dibînin. Em dibêjin êdî bes e. Hemû dewletên navdewleti vê yekê temaşe dikin. Êşa herî giran dayik dibînin. Ev êrîş bi destê dewleta tirk pêk tên. Pêşkêşiya van êrîşan dewleta tirk dike. Çiqas çete li welatên cûda hebin tev kom kirine û dide êrîşkirin. Em dibêjin bes e. Em dixwazin Kurd jî bibin yek. Divê kurd yekîtiya xwe xurt bikin. Îro cîhan li me bûye yek. Divê em jî li dijî van êrîşan bibin yek. Çawa ku wê demê rayedarên wan gotin ‘Kobanê ket wê bikeve’, Rêber Abdullah Ocalan jî got ‘Dive hûn tev bibin yek û nehêlin Kobanê bikeve.’ Wê demê li çar aliyên Kurdistanê bûn yek û nehişt Kobanê bikeve. Îro ji vî dengê ku ji Îmraliye derkeve ditirsin. Ji bo bang neke tecrîd dane ser dengê li Îmraliyê. Banga Rêber Abdullah Ocalan her tim ji bo aştî, azadi û wekheviyê ye. Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya herî dawî de jî gotibû ‘Ez ji bo her tiştî amade me. Ji bo aştî û çareseriyê amade me. Ew hêza wî heye. Şer li ku dibe bila bibe, Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd şer naxwaze. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hemû gelan û rengan din ava xwe de dihewîne. Em dikarin hemû nasname, bawerî û dengan din ava xwe de bihewînin. Em dixwazin hemû bi hevre bijîn. Em dixwazin şer bê rawestandin. Em dixazin yekîtiya xwe xurt bikin. Em bang li hemû gelê kurd dikin ku bibin yek û yekîtiya xwe xurt bikin. Em dixwazin dewletên navneteweyî jî bêdeng nemînin.”

Etîket: Abdullah OcalanGeorge AslanGurbet TekînNisêbînnobetQamişlo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne