• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gungen: Gotin têr nake, divê gavên şênber bên avêtin

Abdullah Esen / AW

4 ADAR 2026 - 10:30
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Sêrt – Endamê Meclisa DEM Partiyê Abdullah Gungen têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a salekê li pey xwe hiştiye, diyar kir ku divê dewlet jî êdî gavên şênber biavêje û got: “Gotin û nêzîkatiyên Devlet Bahçelî elbet ji bo pêvajoya heyî biqîmet in. Lê belê gotin tenê têr nake, divê di pratîkê de gavên şênber hebin.”

 

Salek di ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025an re derbas bû. PKKê di çarçoveya vê bangê de gelek gavên dîrokî yên girîng avêtin. Biryara fesixkirinê hat girtin û têkoşîna çekdarî hat bidawîkirin. Paşê çek hatin şewitandin û pêvajoya vekişînê dest pê kir. Di vê navberê de, komîsyona ku li Meclisê hat avakirin karê xwe temam kir û rapora xwe amade kir. Rapora ku Meclisê bi rayagiştî re parve kir ji ber têgehên wekî “teror” û “Tirkiyeyeke bêteror” û nebûna xalên berbiçav ên der barê maf û azadiyan de hate rexnekirin.

Endamê Meclisa DEM Partiyê Abdullah Gungen derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de ji ajansa me re axivî.

‘Divê dewlet êdî feraseta xwe biguherîne’

Abdullah Gungen bi bîr xist ku tevî salek di ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re derbas bûye dewletê hê jî gaveke şênber neavêtiye û wiha got: “Ev nêzîkatiya dewletê nakokiyan dide avakirin. Heta ku dewlet zimanê xwe yê tûj û polîtîkayên xwe neguherîne dê tiştek bi pêş nekeve. Ev sed sal bêhtir in pirsgirêka heyî weke pirsgirêkên ewlehiyê digirin dest, ger ku bi vî awayî be dê çareserî jî neyê. Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka ewlehiyê ye. Divê dewlet êdî feraseta xwe biguherîne. Ev pirsgirêkên heyî ne niha beriya ava kirina komarê hebûn. Dema ku nêzîkatiya wan a li dijî nirx û nasnameya Kurd ev be elbet dê bawerî jî bê şikandin. Kengî ku em bibînin dê ev dewlet hurmetê bide çand û zimanê Kurdan, dê wê demê êdî baweriyê di nava Kurdan de bide avakirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di hevdîtinên xwe de dibêje; ger ku pirsgirêk ewlehî be, dê ew pirsgirêk neyê çareserkirin. Tişta ku em dibînin ku bi vî awayî biçe dê neyîniyê bi xwe re bîne. Tiştên ku niha li Rojhilata Navîn diqewimin em bawerin dê ji bo pirsgirêka Kurd bi xwe re çareseriyekê bîne.”

‘Divê gelê Kurd li hemberî feraseta dewletê rêxistina xwe xurt bike’

Abdûllah Gungen anî ziman ku Kurd ji roja bûne heta îro li ser vê axê niştecihên vî welatî bûne û wiha domand: “Ji beriya mîladê heta niha gelê Kurd li ser vê erdnîgariyê xwecihê vî cihî bûye. Kurd ne ji Kafkasya yan jî ji cihekî din hatine Kurd ji roja ku ji dayîk bûne heta niha li ser axa xwe bûne. Divê dewlet di vê pêvajoya ku ji aliyê birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin de vê yekê esas bigire. Ger ku nêzîkatî wisa çewt be dê bi ser nekevin.” Abdullah Gungen diyar kir ku divê her ferdekî civakê di pêvajoya heyî de rol û mîsyona xwe bilîze û wiha pê de çû: “Divê li dijî vê hişmendiya wan a faşîzane civaka Kurd bi rêk û pêk bixebite û rêxistina xwe xurt bikin. Ev nîv esire ku ev têkoşîn hatiye destpêkirin û bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane. Bi hezaran gund hatine şewitandin û Kurd ji ser axa xwe hatine koçberkirin. Vê yekê pirsgirêkeke mezin bi xwe re anî û bandor li ser civaka Kurd û Tirk kir. Ji aborî, ewlehiya jinê, xwezayê û bi her awayî bandora xwe li ser her tiştî kir. Çaresiya vê ew e ku ev pêvajo biserbikeve.”

‘Dê gel vê pêvajoya heyî ber bi serkeftinê ve bibe’

Di berdewama axaftina xwe de Abdûllah Gungen bal kişand ser rapora ku Komîsyona Meclisê pêşkeşî rayagiştî kir û wiha got: “Di nava raporê de gelek kêmasî hene, lê nayê wê wateyê ku rapor kêm e em ê dest ji her tiştî berdin. Elbet ev nayê qebûlkirin. Divê ev pirsgirêkên heyî dîsa jî di nava Meclisa de bêne nîqaşkirin û çareserkirin. Dema ku bertek ji vê raporê re neyên nîşandan dê qebûlkirinek û meşrûtiyetekê bi xwe re bîne. Dê gel vê pêvajoya heyî ber bi serkeftinê ve bibe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Olacan dibêje ger ku hûn bixwazin ev pirsgirêk bê çareserkirin, divê nêzîkatiyeke cidî hebe. Jixwe wekî ku me dît di raporê de ‘Mafê Hêviyê’ jî tune bû. Divê dewlet biryarên DMMEyê esas bigire. Em dikarin bêjin ku dewlet biryar û makezagona xwe jî binpê dike. Heta ku dewlet makezagona xwe esas negire dê ev pirsgirêk neyên çareserkirin. Di serî de Rêber Apo û bi hezaran hevalên me di zindanan de hene. Wekî ku Rêber Apo jî dibêje her çiqas rapor kêm be jî, ev destpêkek nû ye. Lê çareserkirina pirsgirêkan ne hêsane, hinek dem jî jê re tê xwestin.”

‘Em dikarin bêjin nebawerkirina civakê jî ji zanebûna wê tê’

Abdullah Gungen di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gotin û nêzîkatiyên Devlet Bahçelî elbet ji bo pêvajoya heyî biqîmet in. Bi tenê di gotinê de têr nake, divê di pratîkê de gavên şênber hebin. Bi tenê pirsgirêk bi nîqaşkirinê dê neyên çareserkirin. Divê demildest gavên şênber bêne avêtin, da ku ev civak hinek hêz bistîne. Nebaweriya civakê li ber çavan e, ji ber ku hê ziman nehatiye guhertin. Hê jî çapemeniya wan bi zimanê tûj û neyînî diaxive. Em dikarin bêjin nebawerkirina civakê jî ji zanebûna wê tê. Bi salan e civaka Kurd bi Tevgera Azadiya Kurd re gelek pêvajoyên wisa derbas kirine.”

Etîket: Abdullah GungenAştî û civaka demokratîkRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Yek mûhatap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

‘Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

28 HEZÎRAN 2026
Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

28 HEZÎRAN 2026
Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

20 HEZÎRAN 2026
Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

20 HEZÎRAN 2026
Parêzer Arslan: Rêzdar Ocalan ji bo aştiyê ji dil e

Parêzer Arslan: Rêzdar Ocalan ji bo aştiyê ji dil e

19 HEZÎRAN 2026
Hêlîn Umît: Divê statuya siyasî û hiqûqî ya Rêber Apo bê naskirin

Hêlîn Umît: Divê statuya siyasî û hiqûqî ya Rêber Apo bê naskirin

16 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (36)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne