• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Birêz Ocalan bi zelalî got ku divê kurd û tirk di aştiyê de bijîn

Enqere / AW

25 MIJDAR 2025 - 17:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Endama komîsyonê ya DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyîgît hûrgiliyên hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re parve kir û got: “Birêz Ocalan bi zelalî got ku divê kurd û tirk di aştiyê de bijîn.”

Serokwekîla Koma Meclîsê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît ku bi endamên Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî ve çûbû Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkanî bû di Lîjneya Giştî ya Meclîse de axivî û hûrguliyên hevdîtinê parve kir.

Gulistan Kiliç Koçyîgît bi lêv kir ku hevdîtina wan bi awayekî erênî derbasbûye û wiha got: “Duh hevdîtineke dîrokî bi birêz Ocalan re pêkhat. Ev hevdîtin gavek berfireh û hêvîdar e ku dê rêyek nû di rêwîtiya Tirkiyeyê ya ber bi aştî û demokrasiyê de veke. Divê ew wekî pêşveçûnek girîng a dîrokî were dîtin û nirxandin. Hevdîtin xwedî potansiyela afirandina zemînek ji bo diyalogê ye ku dê pêşeroja hevpar a gelên me ava bike. Birêz Ocalan careke din di hevdîtina me de bi zelalî û aşkere îradeya hemû gelên herêmê, bi taybetî gelên tirk û kurd, ji bo jiyaneke bi hev re di aştiyê de, wekhev, azad û bi hev re diyar kir. Duh pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de qonaxek girîng derbas bû. Serkeftina vê pêvajoyê ji bo pêşeroja Tirkiyeyê girîng e.”

‘Divê rêziknameyên yasayî bên bicihanîn’

Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku wan dixwest hemû endamên komîsyonê tevlî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bibin û wiha pêde çû: “Me ew yek bi awayekî rexneyî nirxand. Lêbelê, divê were zanîn ku ew hevîtin ne zerara gelên Tirkiyeyê berovajî wê ew qezencek mezin e. Em careke din tekez dikin: Pirsgirêka kurd nikare bi sînorên siyaseta heyî ve were sînordarkirin; ew ne amûrek e ku her partiyek siyasî dikare ji bo berjewendiyên xwe yên demkurt bikar bîne. Ew yek ji astengiyên bingehîn ên demokrasiyê li Tirkiyeyê ye û divê were çareserkirin. Divê her kes vê perspektîfê wekî bingeh bigire û polîtîka û pratîkên li gorî wê pêş bixe. Weke DEM Partî em ji berpirsiyariya xwe ya ji bo serkeftina vê pêvajoyê haydar in. Lêbelê, partiya desthilatdar, muxalefet û saziyên dewletê jî di vî warî de berpirsiyariyên wan hene. Ji bo ku rêya aştiyê pêşve biçe, girîng e ku rêziknameyên pêwîst ên yasayî bê derengxistin werin bicîhanîn. Aştî ne bi hewlldanên aliyekî tenê, lê bi îradeya kolektîf a civakê dikare were avakirin. Tiştê ku divê niha were kirin ev e ku rapora komîsyonê bêyî derengxistina vê derfeta dîrokî were temamkirin û rêziknameyên yasayî di civata giştî de bi lez werin bicîhanîn. Ev eleqe tenê wê demê dê watedar bibe ku gavên wêrek û biryardar werin avêtin; aştî tenê bi avakirina baweriyê dikare civakî bibe.”

Etîket: DEM PartîGulistanHevditinOcalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Heyeta DEM Partiyê tekildarî hevdîtina bi Serokkomar re daxuyanî da

Heyeta DEM Partiyê tekildarî hevdîtina bi Serokkomar re daxuyanî da

13 TEBAX 2026
Nahît Eren serdana Erdogan kir û formayê Amedsporê diyarî wî kir

Nahît Eren serdana Erdogan kir û formayê Amedsporê diyarî wî kir

13 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

DEM Partî: Di kongreya 6ê Îlonê de dê starta ji nû ve avakirinê bê dayîn

13 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

13 TEBAX 2026
Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne