• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê daketin qadan

Navenda Nûçeyan / AW

16 ÇILE 2025 - 17:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Êrîşên dewleta Tirk û komên girêdayî wê yên li ser Bendava Tişrînê û gelê ku di nobedê ye, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêrseke mezin hatin şermezarkirin.

Hêrsa li dijî êriş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bendava Tişrînê û nobedarên parastina bendavê zêde dibe.

Eyn Îsa

Meclisa bajarê Eyn Îsayê bi beşdariya bi dehan endamên saziyan, meclis û nûnerên partî û rêxistinên jinan daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Eyn Îsa Sebrî Nebo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de berxwedana HSDê ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bendava Tişrînê hat silavkirin û êrişên li ser karwanên gel hatin şermezarkirin û wekî sûcek li dijî mirovahiyê hat şîrovekirin.

Hate gotin ku gelê Sûriyeyê li dijî alava şer a dewlet Tirk rêya berxwedan û têkoşînê hilbijartiye. Di daxuyaniyê de ji bo têkbirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li taxa Sûriyeyê jî banga mezinkirina berxwedana gel hat kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmên silavkirina berxwedana HSDê û berxwedana gel a li Tişrînê hatin berzkirin.

Til Koçer

Meclisa bajarê Til Koçerê ya kantona Cizîrê jî bi heman armancê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê ji aliyê Hevserokê Meclisê Newaf El Xedan ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên li dijî karwanê sivîlan ê diçû Bendava Tişrînê bi tundî hatin şermezarkirin û hate goitn: “Em îradeya gelê xwe silav dikin ku tevî êriş û xetereyan meşa xwe ya ber bi bendavê ve dewam kirin da ku dengê li hemberî êrişan bilind bikin.”

Di daxuyaniyê de bang li Hêzên Koalîsyona Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û tevahî rêxistinên mirovî hat kirin ku ji bo parastina bendavê ji êrişan û rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li ser tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi lez bikevin tevgerê.

Dêrik

Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik û gundên herêma Koçerat û Berav jî bi meşekê êrişên li dijî karwanên sivîlan şermezar kir û piştgiriya xwe bi HSDê re nîşan da.

Girse ji Qada Azadî dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên şermezarkirina êrişan û silavkirina berxwedana HSD û ya gel hatin berzkirin. Pankartên bi nivîsên “Em hemû HSD ne” û “HSD rûmeta me ye” jî hatin vekirin.

Girse piştî ku di nava kolanên bajar de meşiya li sûka navendî sekinî. Li vir hevserokê Şaredariya Bajarê Dêrikê Ciwan Hesen axivî. Ciwan di axaftina xwe de piştgiriya xwe bi HSDê re anî ziman û komkujiyên dewleta Tirk ên li Bendava Tişrînê û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir.

Meş bi berzkirina dirûşmên “Berxwedan jiyan e” û “Bijî berxwedana HSDê” bi dawî bû.

Girkê Legê

Li bajarê Girkê Legê yê Kantona Cizîrê jî bi sedan kesî bi meşekê piştgiriya xwe bi HSDê re nîşan dan.

Şêniyan alên HSDê hildan û pankartên “Zarokan qetil nekin” û “Bijî HSD e” vekiribûn ji pêşiya Çarxerêya Şehîd Xebat dest bi meşê kir. Meş li sûka navendî ya bajêr sekinî û mîtîngek hat lidarxistin. Ji rêveberên PYDê Idrîs Ehmed berxwedana gelê herêmê silav kir û bang li civaka navneteweyî kir ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin.

Idrîs Ehmed her wiha banga mezinkirina têkoşîna û tevkariyê bi hêzên leşkerî yên parastinê re kir.

Mîtîng bi dirûşman bi dawî bû.

Etîket: bendava tişrînêDêrikêrişên dewleta tirkEyn ÎsaGirkê Legêşermezar kirinTil Koçer
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Rojava dibistana şanoyê ya zarokan tê vekirin

Li Rojava dibistana şanoyê ya zarokan tê vekirin

10 GULAN 2026
Mela Emîn Ay: Biryara qedexeya Kurdî înkara emrê Xwedê ye

Mela Emîn Ay: Biryara qedexeya Kurdî înkara emrê Xwedê ye

7 GULAN 2026
Klînîkên gerok ên Heyva Sor li Dêrik û Qamişloyê xizmetê didin

Klînîkên gerok ên Heyva Sor li Dêrik û Qamişloyê xizmetê didin

19 NÎSAN 2026
Li Amûdê û Girkê Legê bangawaziya serbestberdana dîlgirtiyan

Li Amûdê û Girkê Legê bangawaziya serbestberdana dîlgirtiyan

7 NÎSAN 2026
Li Girkê Legê, Dêrikê, Kobanê û Amûdê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin

Li Girkê Legê, Dêrikê, Kobanê û Amûdê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin

21 ADAR 2026
Li Rojava kêliyên rengîn ên Newrozê

Li Rojava kêliyên rengîn ên Newrozê

21 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne