• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gelê Şirnexê li dijî destdirêjayiya ser zarok û jinan meşiya

Şirnex / AW 

14 HEZÎRAN 2025 - 19:58
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Şirnexê bi sedan kes li dijî destdirêjayiya li ser zarok û jinan ku di Van demên dawî de zêde bû ye meşiyan û bertek nîşanî polîtikayên bê cazahiştinê dan. 

Platforma Jin û Zarokan a Şirnexê, li dijî destdirêjayiya ser zarokan li navenda Şirnexê meşiya. Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnex û navçeyên wê, Baroya Şirnexê, sazî û rêxistinên sivîl ên Şirnexê, parlamenterên DEM Partî, Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zeki Îrmez, Cengîz Çîçek û bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn.

Girsê li qada Cumhuriyetê kom bûn û bi pankarta li ser, “Her der sûc e, destdirêjayiya li ser zarok û jinan bide sekinandin” dinivisî heta qada Omer Kabak meşiya.  Girse di meşe de bênavber dirûşmeyên, “Destdirêjayî mirine” “Şirnex deng bide bêdeng nemîne”,  “Jin jiyan azadî” û “Şirnex ranekeve xwedî li zarokan derbikeve” berz kirin. Her wiha girseyê dovîzên li ser, “Xeyalên zarokan tarî nêkin”, “Zarok bêdeng dimîne tu bêdeng nemîne” û “Îstîsmara zarokan polîtîk e” dinivisîn hilgirtin. Welatiyên Şirnexê jî bi çepikan piştgiriya da çalakiyê.

‘Destdirêjayiya li ser zarok û jinan zêde bû ye’

Li qada Omer Kabak daxuyanî hat dayin. Metna daxuyaniyê endama Baroya Şirnexê Emîne Ozdemîr xwend. Emîne Ozdemîr anî ziman ku li ser Şirnexê bi salanê polîtikayên şerê taybet tên meşandin û anî ziman ku di encama polîtikayên şerê taybet de destdirêjayiya li ser zarok û jinan zêde bû ye. Emîne Ozdemîr bal kişand destdirêjayiya Yusuf Acar a li dijî zarokan û destdirêjayiya li ser zarok û jinan û wiha rêz kir;

“*Li Şirnexê, di êvara cejnê de, dema ku du keç ji kar vedigeriyan malê, ji aliyê polîsan ve rastî tacîzê hatin.

*Çend meh berê, xwendekarek lîseyê li Şirnexê ji aliyê parêzvanê parêzgar ve rastî tacîza cinsî hat.

*Di 3 mehên dawî de, çend mamosteyên ku li dibistanên Şirnexê dixebitin îstîsmarî ciwanên xwendekar kirin.

*Dev ji parastina polîs û hezên dewletê yên li Şirnex û Kurdistanê destdirêjayiya zarok û jinan dikin berdin.

*Ji bo ku pergalek dadwerî ya bêalî di dozên tacîz û tecawizê de bixebite, çi hewce be bikin.”

‘Ya ku zarok û jinan biparêze azadiya civakî ye’

Piştre jî  parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî. Newroz Uysal Aslan jî bertek nîşanî polîtikayên bê cezahiştinê da û ev tişt gotin: “Destdirêjayiya li ser zarokan, tundiya li ser jinan encama polîtikayên bêcezahiştinê û pergala mêrsalariyê. Di dibistan, qursên Quranê û li her derê zarok rastî destdirêjayiyê tên. Ji ber wê jî parastina zarokan erka hemû civakê ye. Ji emniyet û dozgerî nikare zarokên me biparêze. Yên ku destdirêjayiyê li zarokan dikin heke hezên dewletê bin nayên cezakirin û pêşî nayê girtin. Berovajî vê yekê zêdetir dikin. Ya ku zarok û jinan biparêze azadiya civakî ye. Parastin weke banga birêz Abdullah Ocalan a Civaka Demokratîk e. Di civakeke demokratîk de em dikarin zarokan biparêzin.”

Daxuyanî bi lêdana çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

  

Etîket: destdirêjîmesŞirnexzarok
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

30 ÎLON 2026
Serdema nû ya perwerdeyê ya Zarokîstanê destpêkir

Serdema nû ya perwerdeyê ya Zarokîstanê destpêkir

9 ÎLON 2026
Ji saziyên zarokan xebatek giranbiha: Kovara ‘Nivîskarên Biçûk’ derdikeve

Ji saziyên zarokan xebatek giranbiha: Kovara ‘Nivîskarên Biçûk’ derdikeve

4 ÎLON 2026
Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

1 ÎLON 2026
Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

28 TEBAX 2026
Gelê Nisêbînê bi meşê derbasî cihê bîranînê bû

Gelê Nisêbînê bi meşê derbasî cihê bîranînê bû

27 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne