• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gelê Şengal û Mexmûrê: Rojava yekîtiya neteweyî ava kir

Navenda Nûçeyan / AW

1 SIBAT 2026 - 17:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Gelê Mexmûrê bi meşek girseyî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê hatin şermezar kirin û peyama parastina nirxên şoreşê hatin dayîn. Li Şengalê jî bi hezaran kes meşiyan û daxuyandin ku dê Rojava bi ciwan û zarokên xwe re biparêzin.

Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 1ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê meş li dar xist. Meşê ji ber bavahiya Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir û heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî berdewam kir. Di meşê de bênavber sloganên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana HSDê” hatin avêtin. Girseya al û rengên Kurdistanî rakirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin.

Ligel hemû êrişan jî şoreşê nirx afirandin

Hevşaredarê Wargehê Edban Yilman li ser navê girseya gihişt ber avaniya NYê axivî û silav da berxwedana Rojavayê Kurdistanê. Yilmaz wiha axivî: “Li ruxmê hezaran şehîd, bi bedelên giran, koçberî, qirkirin û hemû curên êrişan berxwedanek bêhempa destkeftiyên mezin bi xwe re anîn. Wek gelê Kurd li her çar aliyan xwedîderketinek mezin li vê şoreşê hate kirin. Rojava bi sekin û berxwedêriya xwe yekîtiya gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê da nûkirin û rûhê yekîtiyê da xurtkirin.” Yilmaz xwest ku gelê Kurd yekîtiya xwe xurt bike û têkoşîna li dora Rojava mezin bike.

Şengal: Em dê bi ciwan û zarokên xwe Rojava biparêzin

Gelê Şengalê bi hemû pêkhateyên xwe û hêzên siyasî bi boneya 1ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê meşek li dar xist. Nûnerên civaka Êzidî û Ereb, Rêveberiya Xweser, YNK û TAJÊ tev li meşê bûn. Girseya li ber Mekteba Zarîfe Osê (Mekteba Sor) ya li navenda Şengalê kom bû, heya çerxerêya Yermûk a Şengalê meşiya. Di meşê de pankarta, “Rojava û Şengal yek e” hate rakirin û dowîzên, “Berxwedan jiyan e”, “Bijî yekîtî”, “Berxwedana jinê, hebûna jiyanê ye” û “Jin jiyan azadî” hatin rakirin. Di meşê de timî diruşmên, “Rojava û Şengal yek e” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin gotin. Wêneyên şehîdên berxwedana Rojava û zarokên hatine qetilkirin hate rakirin.

‘Roja xwedî derketina Rojava ye’

Cîgirê Berpirsê Malbenda YNKê ya Şengalê Hecî Mirad axivî û diyar kir ew weke hemû pêkhateyên Şengalê tevlî meşê bûne. Midar wiha axivî: “Ew çawa di rojên zehmet de xwedî li me derket, îro ji me jî tê xwestin em bi wan re bin.” Li ser navê TAJÊ Riham Hesen jî dazanîn ku ew êşa gelê Rojava ji kûr de hîs dikin û wiha domand: “Weke civaka Êzidî ji herkesê zêdetir em êşa wan hîs dikin. Ji ber ku li Şengalê û Rojava îradeya azad hatiye avakirin, dagirker timî êrişê van herdu cihan dikin. Tevî hemû êrîşên hovane û êşên mezin jî, tu hêz nikare îradeya bi hêz a gelê Rojava bişikîne. Serkeftina Rojava bi hêza gel bûye. Berxwedaniya ku bi saya gel pêş ketiye, tu hêz nikare tune bike.”

‘Em bi ciwan û zarokên xwe alîkarî bikin’

Li ser navê Serokêşîrên Şengalê jî Hisên Xelîl dazanîn ku civaka Êzidî xwedî derketina li Rojava weke deynekî dibînin û wiha domand: “Di rojên herî zehmet de gelê Rojava li me xwedî derket. Niha em jî weke deyneke li ser xwe dibînin ku li kêleka gelê xwe yê Rojava bin û li dijî wan êrîşên hovane bêdeng nemînin. Em amade ne bi ciwan û zarokên xwe piştgiriya Rojava bikin û biparêzin.” Meş bi çepik û sloganan bi dawî bû.

Etîket: ErebÊzidîKurdistanMexmûrRojavaSengalTAJÊYekîtîYNK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

22 ÎLON 2026
Hêzên Pêşmerge bûn yek

Hêzên Pêşmerge bûn yek

21 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne