• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Forûma 1ê Gulanê: Aştî bi têkoşînê pêk tê

Stenbol / AW

25 NÎSAN 2026 - 16:47
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Beyogluyê derbarê 1ê Gulanê de forûmekê li dar xist. Siyasetmedar Sebahat Tuncel di forumê de axivî û diyar kir ku ew ê li qadên 1ê Gulanê banga aştiyê bikin û got: “Aştî bi têkoşînê dê pêk were. Ev têkoşîn jî bi keda jin, ciwan û kedkaran dê pêk were.”

Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Beyogluyê ya Stenbolê derbarê 1ê Gulanê de li Parka Haci Ahmetê ya li navçeyê forûmekê li dar xist. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel û Çaglar Demîrel û gelek welatî tev li farûmê bûn. Pêşî govend hate gerandin, paşê jî bi beşdariya Sebahat Tuncel, Çaglar Demîrel û Serokê Dev Yapi-Îşê Ozgur Karabûlût forûm hate lidarxistin.

‘Em ê 1ê Gulanê ji bo mafên xwe li qadan bin’

Di forûmê de ewilî Ozgur Karabûlût axivî û got: “Wekî tê zanîn karkerên Kurd gelemperî qada înşaatê dixebite. Em jî ji bo mafê wan dixebitin. Em ê di 1ê Gulanê de ji bo mafên xwe li qadan bin.”

‘Em aştî û azadiyê dixwazin’

Çaglar Demîrel destnîşan kir ku ew îro ji bo 1ê Gulanê civiyan e û wiha axivî: “Me çawa li qadên Newrozê agir geş kir, em ê di 1ê Gulanê de jî ji bo keda xwe li qadan bin. Em aştî û azadiyê dixwazin, ji bo van daxwazan em ê 1ê Gulanê li Stenbolê li Kadikoyê bin.”

‘Em ji bo tu kes neyê kuştin têdikoşin’

Di dawiyê de Sebahat Tuncel axivî. Sebahat Tuncel diyar kir ku îsal 1ê Gulanê xwedî temayek cuda ye û wiha axivî: “Em di serdemeke nû de ne. Em jiyanek wekhev dixwazin. Duh 24ê Nîsanê salvegera Qirkirina Ermeniyan bû. Em ji bo tu kes neyê kuştin têdikoşin.”

‘Em dixwazin azad bijîn’

Sebahat Tuncel di dawiyê de gel vexwend mitînga 1ê Gulanê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îro pêvajo tê axaftin. Gel li bendê ye ku bê ka wê çi bibe? Gel dibêje dewlet gav biavêje, tecrîd rabe. Gel dipirse pêvajo xira bûye? Em îro dibêjin bila pêvajo xira nebe û gav werin avêtin. Em dixwazin azad bijîn. Em ê li qadên 1ê Gulanê banga aştiyê bikin. Çawa ku 8ê Adarê, 21ê Adarê em li qadan bûn, em ê di 1ê Gulanê de jî li qadan bin. Lê em dizanin aştî bi têkoşînê dikare pêk were. Ev têkoşîn jî bi keda jin, ciwan û kedkaran dê pêk were.”

Bi konsera Hunermend Rohat, forum bi dawî bû.

Etîket: 1ê GulaneAktîvîsta TJAyê Sebahat TuncelÇaglar Demîrel
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kedkarên Amedê: Divê em li dijî neheqiyê bibin yek û têbikoşin

Kedkarên Amedê: Divê em li dijî neheqiyê bibin yek û têbikoşin

2 GULAN 2026
Stenbol de 1ê Gulane: Têkoşîn zî est o hêriş zî

Li Stenbolê binçavkirî hemû hatin berdan

2 GULAN 2026
Li Wanê zarokek hat girtin

Li Stenbolê 14 kes hate girtin

1 GULAN 2026
 Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

 Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

1 GULAN 2026
Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

1 GULAN 2026
Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

1 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne