• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Fikra siyasî’ kirin hinceta qutkirina alîkariya sê astengdaran!

Abdullah Esen / AW

21 MIJDAR 2025 - 08:46
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Malbata Bakîoglû ku li Farqînê dijî sê zarokên wan astengdar in û Qeymeqamiya Farqînê bi hinceta “fikra siyasî” alîkariya her sê ferdên astengdar ên malbatê qut kiriye. Medenî Bakîoglû got: “Ji ber fikra me ya siyasî meaşê zarokan qut kirin.”

Li gundê Huseyna yê navçeya Farqînê ya Amedê du xwişk û birayek astengdar hene. Zarokên malbata Bakîoglû ne. Dîlan Bakioglû 27 salî ye, Diyar Bakîoglu 25 salî ye û ya herî biçûk jî Umran a 18 salî ye. Li Dîlanê nexweşiya epîlepsiyê lê peyda bûye, li Diyar jî nexweşiya şant (hîdrosefalî) yanî ku av li ser mêjiyê wî kom dibe peyda bûye û ew nikare ji erdê rabe, her tim li erdê ye. Umran jî jidayikbûna xwe ve nexweş e. Tevî ku her sê ferdên malbatê astengdar in jî lê belê Weqfa Piştevaniyê û Alîkariyê ya Civakî ku girêdayî Qeymeqamiya Farqînê ye, alîkariya madî ya ji bo malbatê qut kiriye. Her wiha weqfa navborî sîgorteya ji bo tenduristiyê ya ferdên malbatê jî betal kiriye.

Fikra wî ya siyasî kirine hinceta qutkirina alîkariyê!

Dayik û bavê zarokan Saygul û Medenî Bakîoglu bi derfetên xwe yên kêm hewl didin li zarokên xwe binêrin û pêdiviyên wan dabîn bikin. Tevî ku malbatê gelek caran li dijî qutkirina meaşê astengdariyê û betalkirina sîgortayê serî li Qeymeqamtiya Farqînê daye jî lê tu encam negirtiye. Malbatê da zanîn ku kesên derdora wan çûne giliyê wan kirin e û alîkarî hatiye qutkirin. Medenî Bakîoglu diyar kir ku ji ber wî heyamekê hevserokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Farqînê kiriye vê yekê kirine hinceta betalkirina sîgorta û qutkirina meaşên zarokên wî.

Her wiha saziyên pêwendîdar ji malbatê re gotiye, “Hûn kar û xebatên rêxistinî dikin, em nikarin ji bo we tiştekî bikin.”

Malbat dibêje ku wan serî li dadgehê jî daye, lê dosyeyê şandine Dadgeha îstînafê ya Enqereyê. Tevî yekê jî bersiva dosyeyê nedane û dosye demek dirêje li îstînafê sekinandî ye.

Malbatê da zanîn ku wan çend caran serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û ya navşeya Farqînê jî dane, lê her du şaredarî jî ji malbatê re nebûne bersiv. Linihêrîna zarokan bi piranî li ser milê dayika wan e. Dema ku bavê wan li malê be ew bi hev re li zarokên xwe dinihêrin.

‘Kes ji derdê me re nabe derman’

Saygul Bakîoglû diyar kir ku zarokên wê nexweş in û çûye qeymeqamtiyê jî jê re gotine, “Me sîgorta û meaşê zarokên we betal kiriye. Em ê derman nedin we.” Saygul Bakîoglû da zanîn ku ew nikarin dermanan ji zarokên xwe re bistînin û tu saziyek ji derdê wan re nabe derman. Saygul Bakîoglû diyar kir ku ew nikarin zarokên xwe bibin nexweşxaneyê û ew ketine rewşek şerpeze. Saygul Bakîoglû anî ziman ku neheqî li wan tê kirin û bêsedem li wan wisa hatiye kirin û xwest sazî tavilê alîkariya wan bikin.

‘Qeymeqamiyê bi sedema siyasî ev tişt anîn serê me’

Bavê zarokan Medenî Bakîoglu jî diyar kir ku çend sal in meaşê wan ê astengdariyê hatiye betalkirin û qutkirina meaş ne bes bû sîgortaya zarokên wî jî hatiye betalkirin. Medenî Bakîoglû da zanîn ku heta niha serî li kîjan saziyê dabin jî tiştek bi dest nexistine û her cara ku ew serlêdan dikin jî bi hincetên cuda nêzîkî wandibin. Medenî Bakîoglu bi bîr xist ku di sala 2015an de qereqolê gazî wî kiriye û ew çûye qereqolê û got: “Ez çûm û min îfade da. Ji min re gotin, ‘Tu meaşê xwe yê hevserokatiyê distînî, em ê meaşên zarokên te betal bikin’. Tevî ku min serî li şaredariyan jî da ew jî ji derdê min re nebûn derman. Armanca me ne xwestina pereyan e, bi tenê ewlehiya tenduristiya van zarokan e. Êdî hatiyê wê astê em nikarin wan bibin nexweşxaneyê. Tişta ku qeymeqamiya Farqînê tîne serê me, ji ber fikra me ya siyasî ye.”

‘Ji ber fikra me ya siyasî giliyê me tê kirin’

Medenî Bakîoglu destnîşan kir ku wî serî li dadgehê jî daye û dadgehê jî tiştek nekiriye û dosyeya wan şandine Dadgeha Îstînafê ya Enqereyê û dosye li wir tê sekinandin. Medenî Bakîoglû anî ziman ku ji ber bihabûna dermanan û heqê nexweşxaneyan ew nikarin zarokên xwe tedawî bikin û got ku niha guhertina amûrê bi serê kurê wî Diyar kêmî 500 hezar lîreyî ye û ji ber biha ye nikare biguherîne. Medenî Bakîoglû destnîşan kir ku ji ber fikra wan siyasî giliyê wî û malbata wî tê kirin û hemû alîkarî û piştevaniya ji bo wan hatiye qutkirin.

Etîket: AstengdarHDPmalbata Bakîoglûnexweş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

AKP hewla darbeyê 15ê Tîrmehê ji xwe re kir amûr: Bi hezaran Kurd girt û şer berfireh kir

AKP hewla darbeyê 15ê Tîrmehê ji xwe re kir amûr: Bi hezaran Kurd girt û şer berfireh kir

15 TÎRMEH 2026
Fatûreyên şexsî li ser navê astengdaran hatiye qeydkirin

Fatûreyên şexsî li ser navê astengdaran hatiye qeydkirin

7 TÎRMEH 2026
Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

18 HEZÎRAN 2026
Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan girseyî hat pêşwazîkirin

Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan girseyî hat pêşwazîkirin

15 HEZÎRAN 2026
DEM Partî: Divê hemû berpirsên komkujiya 5ê Hezîranê bên darizandin

DEM Partî: Divê hemû berpirsên komkujiya 5ê Hezîranê bên darizandin

5 HEZÎRAN 2026
Lîsa Çalan: Têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê berdewam bike

Lîsa Çalan: Têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê berdewam bike

4 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne