Amed – 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê dê di navbera 25-29ê Îlonê de bê lidarxistin. Endama Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn Dîlan Toftîk da zanîn ku serlêdanên festîvalê dê di 20ê Tîrmehê de bi dawî bibin û wiha got: “Ez bang li hemû sînemageran dikim ku hem fîlm û hem jî projeyên xwe ji bo festîvalê rê bikin.”
Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 10emîn dê îsal bi dirûşma “Em li vir in! Nobedarên Dara Gûzê ne” di navbera 25-29ê Îlonê de li Çand Amedê were lidarxistin. Festîvala ku yekemîn car di sala 2011an de bi hevkariya Şaredariya Peyas a Amedê dest pê kiribû, îsal dîsa bi hevkariya Midûriyeta Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn dê were pêkanîn. Serlêdanên ji bo fîlm û projeyan dê heta 20ê Tîrmehê berdewam bikin û di destpêka festîvalê de dê konserek bê lidarxistin. Endama Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn Dîlan Toftîk, têkildarî amadekarî, rol û rist û girîngiya 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ji ajansa me re axivî.
‘Em li vir in, nobedarê dar a gûzê ne’
Dîlan Toftîk da zanîn ku wan dirûşmeya xwe ya îsal ji helbesta Goran Haco ya “Em li vir in, nobedarê dar a guzê ne” girtiye û derbarê mijarê de wiha axivî: “Armanca vê dirûşmê ew e ku, em weke çand, hebûn û afirîneriya xwe, jiyana xwe nîşan bidin. Ev gel bi salan e li ser vê axê ye, li ber xwe dide û bi her rengî diafirîne. Me xwest em vê çanda kevnar û rastiya civakê bi hunera sînemayê û belgefîlman nîşan bidin. Ji ber ku sînema qadeke pir pîşesazî ye û gava tu tiştekî dikişînî, ji amûrên wê bigire heta kedkarên wê, kedeke mezin dixwaze. Em dixwazin ew hafizaya me ya kolektîf bi her awayî di nav jiyanê de xwe saz bike. Ji bo kêmkirina van zehmetiyan, em di nav festîvalê de li gorî derfetên xwe alîkariya sê projeyan dikin; yek ji bo çêkeriyê, yek ji bo post-produksiyonê û yek jî wekî amûrên kamera û deng. Ji ber ku her çîroka vê axê, çîroka me ya hevpar e; em hewldanê didin ku ev çîrok bigihin gel.
‘Li dijî sînemagerên Kurd sansureke berfireh heye’
Dîlan Toftîk bibîrxist ku Festîvala Belgefîlman FîlmAmedê di sala 2011an de bi Şaredariya Peyasê re dest pê kiriye, tevî ku paşê qeyim hatine û atmosfera polîtîk her dem astengî derxistine jî, weke Komeleya Sînemayê û Akademiya Rojhilata Navîn wan ev festîval heta îro aniye. Dîlan Toftîk diyar kir ku ev festîval di qada sînemayê ya Kurdistanê de yekemîn festîvala li ser belgefîlman e û bal kişand ser astengiyan û wiha berdewam kir: “Di qada sînemaya Tirkiyeyê de, bi taybetî li dijî civakên bindest û sînemagerên Kurd sansureke berfireh heye; heta fonan bixwe, bi awayekî saz dikin ku derfetê nadin te. FîlmAmedê van sansûran dişkîne û qadeke azad ava dike ku her kes karibe li vir bi rêyeke azad nîqaş û rexne bike, çîroka xwe hevpar bike. Mîsyona festîvalê ne tenê nîşandana fîlman e.”
‘Em ê pênc rojên têr û tije bi hev re derbas bikin’
Dîlan Toftîk, diyar kir ku her festîval kombûneke kolektîf ava dike û sînemagerên ku tên vir jî bi vî ruhî tên. Dîlan Toftîk da zanîn ku desthilatdar naxwazin ev hafiza û arşîv were dîtin, lewma girîngiya parastina arşîvê ji bo Kurdistanê pir girîng e û di dawiya axaftina xwe de ji bo bernameya îsal ev agahî dan: “Ji ber vê yekê, îsal em ê di nav festîvalê de paneleke arşîv û hafizayê û atolyeya wê çêbikin bê ka em ê çawa karibin arşîvekê ava bikin. Ligel wê, em ê fîlmê derhênera jin Agnès Varda nîşan bidin û bi semîneran nîqaş bikin; bê ka weke jinekê li hemberî vê qada ku fikra mêranî tê de heye berxwedaneke çawa derxistiye holê. Em ê roja ewilê konserekê jî li dar bixin. Serlêdanên FîlmAmedê heta 20ê Tîrmehê berdewam dikin; festîvala me ji wê di navbera 25 û 29ê Îlonê de pêk were. Ez bang li hemû sînemageran dikim ku hem fîlm û hem jî projeyên xwe ji festîvalê rê bikin. Daxwaza me ew e ku em ê bi hev re pênc rojên têr û tije derbas bikin.”













