• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Farqîn bi Kurdî dixemile: Serlêdana pêşbirka çîrok û helbestê dest pê kir

Abdullah Esen / AW

1 NÎSAN 2026 - 09:39
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Amed – Koordînatorê Çandê yê Şaredariya Farqînê Fesîh Çetînkaya diyar kir ku ew îro dest bi serlêdana 2yemîn Pêşbirka Çîrok û Helbestê ya Serê Gulanê dikin û got: “Pêşbirka me xwedî diyarî ye. Em bi van xebatên çand, hunerî û wêjeyî dixwazin li ber bişaftinê bisekinin û ji holê rakin.”

Şaredariya Navçeya Farqînê ya Amedê Pêşbirka Çîrok û Helbestê ya Serê Gulanê ya 2yemîn li dar dixe. Şaredariyê ji bo tevlibûna pêşbirkê serlêdanê da destpêkirin. Mijara pêşbirkê “Vejîna Merwanî û hatina biharê” ye. Xelat dê ji bo berhemên ku bi zaravayên Kurmancî yê Kurdî beşdar dibin bê dayîn. Berhemên ku berê di pêşbirkan de hatibin parvekirin di vê pêşbirkê de dê neyên bijartin. Her wiha berhemên ku bi hişê çêkirî hatibin wergerandin dê neyên qebûlkirin.

Her kesek tenê bi çîrokek û helbestekê dikare tev li pêşbirkê bibe. Beşdarên pêşbirkê divê dosyeyên xwe bi awayê wordê ji meîla şaredariyê re bişînin. Ew ê di pêşbirkê de heta rêza sêyemîn beşdar bê xelatkirin. Kesê/kesa yekemîn wê bi 15 hezar lîreyî bê xelatkirin, kesê/a duyemîn bi 10 hezar lîreyî û kesê/a sêyemîn jî bi 5 hezar lîreyî bê xelatkirin. Dîrokên qebûlkirina berheman ango serlêdana ji bo pêşbirkê ji 1ê Nîsanê dest pê dike û heta 1ê Gulanê dê berdewam bike.

‘Em dixwazin çîrokbêj û helbestvan tev li pêşbirkê bibin’

Koordînatorê Çandê yê Şaredariya Farqînê Fesîh Çetînkaya diyar kir ku wan sala borî dest bi xebatên xwe yên çandî kirine û îsal jî ew Pêşbirka Çîrok û Helbestê ya Serê Gulanê ya 2yemîn li dar dixin û wiha got: “Ji ber ku me cara yekemîn dest pê kiribû di vî milî de ecemîtiya me jî hebû. Serlêdan û kêfxweşiya gel jî hebû. Îsal jî em ê ya duyemîn dest pê bikin. Em ê di 1ê Nîsanê de dest bi serlêdanan bikin, dê heta 1ê Gulanê bidome. Me amadekariyên xwe ji bo pêşbirkê dan destpêkirin. Em niha li benda serlêdanan e. Em dixwazin her kesek ku bi çîrok û helbestê ve mijûl serlêdan bike. Di navbera serlêdanan de jî dê berhemên hatine bên nirxandin. Di 14-15ê Gulanê de kesên ku di pêşbirkê de bi ser ketine, em ê xelatên wan bidin. Em ê pere xelatî wan bikin.”

‘Em dixwazin zarok bi Kurdî mezin bibin’

Fesîh Çetînkaya bi bîr xist ku sala par jî pêşbirkê li dar xistibûn lê ji ber rewşa hewayê pirsgirêkên teknîkî derketibûn û ew hewl didin li gel Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bernameyek hevpar amade bikin. Çetînkaya da zanîn ku xebatên wan ên çand, ziman û hunerê didomin û dersên muzîkê jî didin zarok û ciwanan. Çetînkaya bi bîr xist ku ew hewl didin cihek çandê ava bikin. Çetînkaya diyar kir ku kargehên wan ên ji bo zarokan jî berdewam dikin û got: “Em gelek caran dersên dîrok û xwezaya Kurdistan didin zarokan. Em her cure lîstikên Kurdî nîşanî zarokan didin. Em dixwazin dersên piyano, keman, wêne, şanoyê jî bidin zarokan lê niha ewqas derfetên me tune ne. Em dixwazin di her warî de li ber bişaftinê bisekinin. Bangewaziya me li dayik û bavan e, li ser zimanê xwe bisekinin û bila têkilî, hişmendî û xewn û xeyalên zarokan bikin bi Kurdî. Em dikarin wisa li dijî vê bişaftinê bisekinin û li ber xwe bidin. Armanca me ew e ku em her derê bikin Kurdî.” Çetînkaya anî ziman ku ew dixwazin zarokan di warê sînemayê de jî li pêş bixin û fîlmên Kurdî bi wan bidin temaşekirin.

Çetînkaya destnîşan kir ku di bin banê şaredariyê de Koroya Kulîlkên Zembîlfroş a Zarokan û Koma Rîtmên Jiyanê ya Erbanê hatine sazkirin û xebatên hunerî bi rê ve dibin.

Etîket: Pêşbirka Çîrok û Helbestê ya Serê Gulanê ya 2yemînŞaredariya Farqînê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

4 TEBAX 2026
Li Farqînê Xwaringeha Gel hate vekirin

Li Farqînê Xwaringeha Gel hate vekirin

10 TÎRMEH 2026
Li Farqînê bertek nîşanî êrişa li dijî Parka Rojîn Kabaîşê dan

Li Farqînê bertek nîşanî êrişa li dijî Parka Rojîn Kabaîşê dan

22 HEZÎRAN 2026
Hozan Şiyar li ser gora xwe hat bibîranîn

Hozan Şiyar li ser gora xwe hat bibîranîn

22 NÎSAN 2026
‘Haya ku dinya hebe dê 3 roj û 3 şev Serhivde bê lidarxistin’

‘Haya ku dinya hebe dê 3 roj û 3 şev Serhivde bê lidarxistin’

30 ADAR 2026
Li Farqînê şahiya 21ê Sibatê hate lidarxistin

Li Farqînê şahiya 21ê Sibatê hate lidarxistin

22 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne