• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Evîn Siwêd: Hêzen hegemon li ser xistina Sûrî li hev kirin

Mehmet Alî Ertaş / AW

8 KANÛN 2024 - 21:35
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd anî ziman ku xuye ye ku hêzên hegemon liser xistina Sûrî li hev kirine û wiha got: “Niha li Minbicê şer giran e. Dewleta Tirk dixwaze kurdan tune bike. Lê em ê heta dawî xwe biparêzin.”

Komên çekdar ên HTŞê gelek bajarên Suriyê dagir kirin û di hefteyekî de rejîma Baasê rûxandin. Heyet Tehrîr El Şam di 27ê Mijdarê de li Helebê dest bi êrîşan kir û di 3-4 rojan de Heleb xist kontrola xwe. Di nava hefteyekî de Hema, Hims û Şam dagir kirin û hikûmeta Şamê ket. Arteşa Sûriyê bêyî ku parastina welatê xwe bikin dev ji xaka xwe berdan çûn. Bi ketina Şamê re rejîma Esad ya 54 salan û desthilatiya Beşşar Esad a 23 salan bi dawî bû.

HTŞê piştî Şam xist kontrola xwe, li aliyê din OSO, Sultan Murad û hezên din ên çeteyan êrişî Minbicê kirin. Komên çeteyan ji çar aliyan û qada esmanî de êrîşî Minbicê dikin û dixwazin ji destê Rêvberiya Xweser derxin. Şerekî giran heye.

Li aliyê din, li hemberî vê yekê li qadên rizgarkirî û qadên rêveberiya xweser a Bakur Rojhilatê Suriyê hemû gelên heremê û bajarên xwe diparezin. HSD, YPJ û YPGê gel li dijî qirkirinê diparêze.

Dema ku HTŞê li Helebê dest bi êrîşan kir, komen çeteyan li dijî gelê Efrîne ku li Şehba û Til Rifatê bi cih bûbûn, êrîşên dijwar pêk anîn. Di encama êrîşên Cebhet-El Nûsra, Ceyş El Vatanî de ji bo parastin û ewlekariya gelên Şehba û Efrînê Meclisa Gel biryar girt û ew derbasî herêma Bakur Rojhilatê Suriyê kirin. Di encamên vê koçberiyê de gelek zehmetî derketin pêş. Bi deh hezaran welatî dîsa ketin rêyan û koç kirin.

Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd der barê geşedanên dawî de ji bo Ajansa Welat nirxandin kir.

Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Sûriyê Evîn Siwêd anî ziman ku her kes guhertinên di hundirê Sûriyeyê de pêş dikevin dişopîne û wiha got: “Xuya ye ku bi giştî hêzên hegomon li ser xistina Sûriyeyê li hev kirine. Bi salan e ji bo xistina Sûriyeyê tişten nehat kirin. Nêzî 14 sal in guhertinek çêdibe. Lê di nava 4 rojan de guhertinek pir bilez çêbû. Ev nîşan dide ku di nava hêzên hegomon de lihevkirinek heye. Ji axaftinên wezîrên welatan jî xuya dike ku li ser Sûrî li hev kirine. Ji bo me Bakur û Rojhilatê Sûrî ya girîng ew e ku em wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wekî xelkê Sûriyeyê em çawa dikarin xwe biparêzin û yekîtiya di nava gelan de bêtir xurt bikin.”

Evîn Siwêd, anî ziman ku di rewşên valahiyê de gelek  hêz ji van valahiyê sûdê digirin û wiha axivî: “Hem di nava bajaran de şaneyên razayî û hem jî wekî dewleta Tirk ji bo xwe hincetên êrîşê ava dikin. Li dijî Rêveberiya Xweser bi armanca tunekirinê li hincetên êrîşên digerin.”

Li Minbicê şerê giran heye

Evîn Siwêd da zanîn ku niha li Minbicê şerekî pir giran tê meşandin û wiha axivi: “Bi salan e ev êrîşên li ser herêmê hene berdewam in. Berê jî êrîş hebûn. Her roj li ser herêmê topbaran heye. Her roj bi rêya balafirên biçek û bêmirov herêmê bombe dikin. Îro li Minbicê rewşek gelek gelek giran heye. Bi taybet ji ber dewleta Tirk bi balafirên bêmirov piştgiriyê dide êrîşkaran rewş xerab e. Lê li dijî vê yekê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve berxwedaniyek gelek xurt heye. Li herêma Minbicê şer didome.”

Tirkiye dixwaze Rêveberiya Xweser tune bike

Evîn Siwêd bal kişand ser polîtikayên Tirkiyeyê û wiha got: “Lê wisa xuya dike ku berî li ser maseyê rûnên û diyalogê pêş bixin, Dewleta Tirk dixwaze Rêveberiya Xweser tune bike. Ez dixwazin hinekî li ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestim. Di nava çend rojên dawî de gelek bûyer bi hevre qewimîn. Di nava Sûriyê de tevliheviyek gelek gelek mezin heye. Li aliyekî rejîma ku bi salan li ser kar bû hebû. Ev rejîma ku bi salan desthilat bû, di şev û rojekê de li Sûriyê tek çû û hilweşiya.”

Pedîvî bi alîkariya jiyanî heye

Evîn Siwêd anî ziman ku li ser axa me êrîş didomin û wiha berdewam kir: “Bi deh hezaran xelkê Şehba ku berê carekê koçber bûbûn, ji wargehên xwe koçber bûn û hatin herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî. Ji ber koçberiyê û şerê heyî li herêmê rewşek pir giran heye. Niha li tevahiya Sûriyeyê êşek pir giran heye. Wekî êş û janên beriya zayinê ye. Ji ber vê kaos û aloziyê pêdiviyên mirovan pêk nayên. Sînor girtî ne. Ji bo pêdiviya mirovan alîkarî nayê kirin. Sedema van pirsgirêkan kaosa heyî ye.”

Evîn Siwêd li ser hewldanên Rêveberiya Xweser a ji bo çareseriyê jî rawestiya û ev agahî dan: “Di salên borî de her çiqasî ji mere dihate gotin ku dê hişmendiya vê rejîmê neyê guhertin û dê tu carî diyalogê neke jî, ji bo diyalog û çareseriyê heta dawî me erka xwe pêk anî û me hewl da bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin. Me her tim hewl da ku bi rêya aştî û demokrasiyê bi hemû aliyên Sûrî re rûnên û pirsgirêkan çareser bikin. Me dizanîbû ku hem li Bakur û Rojhilatê Sûrî û hem jî li tevahiya Sûriyeyê, eger bi rengekî aştiyane, pirsgirek neyê çareserkirin, dê li tevahiya welat rewş pir xarab bibe.  Niha li bajarên dervî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di serê gel de nediyariyek û nezelaliyek heye. Hêzên nû dikevin van bajarên ku gelek netew, civak û bawerî bi hevre dijîn. Her çend tê gotin ku ev hêz dê mudaxaleyî  van bawerî, netew û nasnameyên cuda yên li van bajaran dijîn nekin jî, gelek alozî û tevlihevî heye. Ji xwe di demên pêş de dê pratîk hin tiştan bêtir bide xuyakirin.  Gelek welatiyên ku bawer nakin ku rewş ber bi aramiyê ve biçe berê xwe didin herêma Rêveberiya Xweser. Bi hezaran mirov ji ber kaos û aloziyê berê xwe didin Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”

Em di gelek ezmûnên zor re derbas bûn

Evîn Siwed bal kişand ser zor û zahmetiyên dijîn û wiha pêde çû: “Îro di aliyê pêdiviyên jiyanî yên mirovan de zor û zahmetiyên me hene. Em pêşwaziya bi deh hezaran mirovên ku ji Şehba û Efrînê hatine dikin. Di aliyê pêşwazîkirina pêdiviyenwan de hin zahmetî hene. Li aliyekî ji bo temînkirina pêwistiyên wan, li aliyê din êrîşên li ser Minbicê zahmetiyan zêde dike.

Rêveberiya Xweser berê xwedî îmtihan e. Rêveberiya Xweser heta niha bi gelek zor û sahmetî heta îro hatiye û xwedî tecrube ye. Di gelek ezmûnên giran re derbas bûye. Em hêvî dikin dê her tişt baştir bibe. Ev jî debi saya xelkê fedekar û zarokên vê axê pêk bê. Em dikarin hemû bi hevre xwe ji vê rewşa giran xelas bikin.”

Em ê heta dawî li ber xwe bidin.

Evîn Siwêd herî dawî li ser parastinê jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Nerîna me ya ji bo pêşeroja Sûriyeyê gelek zelal bû. Ji 2014an roja ku me Rêveberiya Xweser îlan kiriye heta niha, pratika ku me li pey xwe hişt, bawerî, hêvî û hêz da gelê herêmê. Îro dema gelê Helebê û herêmên din berê xwe didin bajarê Reqqa û Tebqayê, ji bawerî û pratîka  ku derketiye pêş tê. Ev rêveberî dê heta dawî li ber xwe bide û hem jî dê heta dawî fedekariyê bike. Dê xwedî li gelê xwe derkeve û dê parastina gelê xwe bike. Li ser vî esasî ez hemû kesên ku îro cihê xwe din ava têkoşînê de digirin silav dikim. Bi taybetî kesên ku ji bo parastina Rojava bi hemû awayan têdikoşin silav dikim. Dê her tim kar û xebatên me ji bo projeya Rêveberiya Demokratîk a Sûriyeyê be.”

 

Etîket: Evîn SiwêdHSDHTSKurdMinbicRêveberhiya XweserTirk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

16 TEBAX 2026
Festîvala Tetwanê bi konserek coş dest pê kir: Pêvajoya aştiyê siberoja gelê Kurd û Tirk e

Festîvala Tetwanê bi konserek coş dest pê kir: Pêvajoya aştiyê siberoja gelê Kurd û Tirk e

31 TÎRMEH 2026
Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

20 TÎRMEH 2026
Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

19 TÎRMEH 2026
Hêzên Îranê zarokekî Kurd kuşt

Hêzên Îranê zarokekî Kurd kuşt

10 TÎRMEH 2026
Hêzên hikûmeta demkî 10 ciwanên Kurd girtin

Hêzên hikûmeta demkî 10 ciwanên Kurd girtin

4 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne