• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ev konferans dê bibe lingê kongreya neteweyî’

Fexredîn Kiliç / AW

25 HEZÎRAN 2025 - 10:05
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Laleş Bîçîmlî naverok û encama konferansa jinan nirxand û diyar kir ku ev konferansa wan dê bibe lingê kongreya neteweyî û dê di demek nêzîk de kongreya neteweyî ya jinan li dar bixin.

Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a 3yemîn a bi dirûşma “Bi Yekîtiya Jinên Kurd Ber bi Yekîtiya Neteweyî ve” di 21 û 22yê Hezîranê de li Amedê hate lidarxistin. Parlamenter, hevşaredar, hunermend, kesayet, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de ji bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê gelek jin beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de jinan çar kargeh li dar xistin. Jinan di Kargeha Hozan Mizgîn de mijara “Di parastina çanda Kurdî de rol û mîsyona jinan”, di Kargeha Şîrîn Elemhûlî de mijara “Di parastin û pêşxistina zimanê Kurdî de rol û mîsyona jinan”, di Kargeha Ferda Cemîloglû de mijara “Di avakirina aştî û civaka demokratîk de rol û mîsyona jinan” û di Kargeha Jîna Emînî de mijara “Li dijî î her cureyê tundî û qirkirina li ser jinan rêbazên têkoşînê” nîqaş kirin. Konferans bi eşkerekirina encamnameyê di roja duyemîn de bi dawî bû.

Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Laleş Bîçîmlî naverok, encam û girîngiya konferansê nirxand û destnîşan kir ku dê di demek nêzîk de kongreya neteweyî ya jinan li dar bixin.

‘Konferansê hêzek da me’

Laleş Bîçîmlî, diyar kir ku bi hêviya ku dê yekitiya jinan yekitiya neteweyî bi xwe re bîne konferans li dar xistin û wiha got: “Platformê beriya niha du konferans li dar xistibûn. Bi vê konferansê me xwest em xwe bigihînin jinên li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê. Em derd û dermanê jinan bînin ziman û çareseriyekê bibînin. Ev jî bi yekitiya jinan pêkan e. Gihişt armanca xwe jî ji ber ji çar aliyê Tirkiyeyê û Ji ber ku ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tevlibûneke xurt çêbû. Ne tenê yekîtiya jinan yekitiya hemû gelê Kurdistanê me armanc kiriye. Konferansê hêzek da me bi vê hêzê jî em xurttir bûn. Me di vê konferansê de dît ku jinên Kurd dikarin bên bahev dikarin ji derdên xwe re çareseriyê jî bibînin. Vê yekê jî em keyfxweş kirin.”

‘Divê êdî aştî mayînde bibe’

Laleş Bîçîmlî destnîşan kir ku jin dikarin aştiyê ava bikin û wiha domand: “Aştî ji bo me derman e. Em êdî naxwazin li tu cihekî dinyayê tu kes jiyana xwe ji dest bide. Em weke jin weke dayîk dibêjin êdî bes e. Divê aştî hebe ev aştî mayînde bibe. Divê aştî were mayîndekirin. Heke yekîtiya neteweyî çênebe her baskek kêm e. Di vir de armanca me yekitiya neteweyî bû. Ez bawer im ev konferans dê bibe lingê kongreya neteweyî. Em her gaveke xwe ji bo kongreya neteweyî diavêjin. Ev konferans bû bingeheke wê.”

‘Tişta herî girîng ji bo me yekîtiya neteweyî ye’

Laleş Bîçîmlî têkildarî gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Divê jin pêşengtiya vê pêvajoyê bikin” ev tişt gotin: “Em Rêberê Gelê Kurd vala dernaxin. Em vê weke dirûşmekê ji xwe re dibînin. Ji ber wê jî me gelek tişt danîne pêşiya xwe ya herî girîng niha ji bo me yekîtiya neteweyî ye. Ev ji bo me xala herî girîng e. Em ê bibin xebatkarê vê pêvajoyê. Ev pêvajo ji gelê Kurd re gelekî girîng e. Divê gelê Kurd û her jin ji bo vê xebata neteweyî bixebite da ku da ku kongreya neteweyî li dar bikeve û çar aliyê Kurdistanê bi awayekê bibe yek ku gotina wî jî yek be û yek deng derkeve. Yekdengiya gelê Kurd ji bo me gelekî girîng e. Em vê weke dirûşmekê ji xwe re dibînin.”

‘Divê em bi rol û mîsyona xwe gelekî baş rabin’

Laleş Bîçîmlî bal kişand ser pêvajoya heyî ku bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd dest pê kir û wiha pê de çû: “Di vir de rol û mîsyona jinan gelekî girîng e. Barekî giran li ser mile jinan e. Jin aştîxwaz in. Divê em di vê pêvajoyê de bi rol û mîsyona xwe gelekî baş rabin. Em ji bo aştî û aramiyê xebatên xurttir bikin. Ji niha pê ve jî ji bo aştî û aramiyê çi ji destê me bê em ê bikin û xurttir tev li xebatan bibin.”

‘Armanca me ew e ku em kongreya neteweyî li dar bixin’

Laleş Bîçîmlî da zanîn ku xebatên wan niha ji bo Kongreya Neteweyî hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca me ew e ku em çar aliyê Kurdistanê bigihînin hev û kongreya xwe li dar bixin. Em ê kongreya neteweyî ya jinan li dar bixin. Başûr, Rojava, Ewropayê konferansa xwe li dar xistibûn me jî ya xwe pêk anî. Em di têkiliyê de ne. Ji ber wê em ê bigihin hev û kongreyekê li dar bixin. Em dengê jina Kurd derxin holê. Em bi hev re diaxivin. Em çûn Başûr jî me li wir jî xebatek kir. Xebata me encameke baş jî girt. Pey wê re konferans pêk hat. Ji Rojava jî beşdar bûn çêbû. Em êdî ji kongreya netewî ya jinan re amade ne. Dem û cih ne diyar e lê dê di demek nêzîk de were lidarxistin.”

 

Etîket: 3yemîn Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên KurdJinLaleş BîçîmlîYekitiya Neteweyî ya Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

17 TEBAX 2026
Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

29 TÎRMEH 2026
Li Rihayê tora têkoşîn û piştevaniya dijî tundiyê hat avakirin

Li Rihayê tora têkoşîn û piştevaniya dijî tundiyê hat avakirin

22 TÎRMEH 2026
Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

21 TÎRMEH 2026
TAJÊ: Em li dijî lîstikên qirêj ên şerê taybet ên li dijî dîlgirtiyên fermanê rabin

TAJÊ: Em li dijî lîstikên qirêj ên şerê taybet ên li dijî dîlgirtiyên fermanê rabin

20 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne