• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Esmer Tunç: Ji bo çareseriyê divê kujerên jêrzemînên Cizîrê ceza bikin

Mahmût Altintaş / AW

28 GULAN 2025 - 08:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Dayika Orhan Tunç û Mehmet Tunç ên di jêrzemînên Cizîrê de hatibûn kuştin Esmer Tunç diyar kir ku heke Tirkiye bixwazê çareseriyê pêş bixîne divê kujerên jêrzemînên Cizîrê ceza bike û got: “Dilê me şewitî edî bila dilê dayikên din neşewite. Bila dayikên lêşkeran jî aştiyê bixwazin.”

Li navçeyên Cizîr ya Şirnexê di 14ê Kanûna 2015an de qedexeya derketina derve hat ragihandin. Di 79 rojan qedexeyan de 288 kes hatin kuştin. Li navçeyê bi sedan avahî xera bûn. Di ser qedexeyên derketina derva ya Cizîrê re 9 sal borîn. Lê kujerên kuştiyan hîn nehatin cezakirin. Tekildarî komkujiyên li Cizîrê parêzeran serî AYMê dan. Lê AYMê serîledan red kirin. Li ser vê yekê parêzeran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. DMMEyê jî di 22ê gulanê de agahî ji Tirkiyeyê re şand û xwest têkildarî komkujiya li Cizêrê parastinê bike.

Yek jî ji kesên di dema qedexeyan de jiyana xwe ji dest da Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û birayê wî Orhan Tunç bû. Dayika Mehmet Tunç û Orhan Tunç Esmer Tunç, li ser biryara DMMê û pêvajoya aştiyê ji Ajansa Welat (AW) re axivî. Esmer Tunç, anî ziman ku ji bo çareseriyeke mayindê pêşbikevê divê kujerên jêrzemînên Cizîrê jî bên cezakirin.

‘Bila dayikên lêşkeran jî aştiyê bixwazin’

Esmer Tunç ku di jêrzemînên Cizîrê de 2 zarokên xwe windakir û xaniyê wan hat şewitandin aştiyê dixwaze. Esmer Tunç ji dayikên lêşkeran dixwaze ku aştiyê bixwazin û dibêje: “Dilê me şewitiyê. Em naxwazin dilê dayikên din bişewite. Em aştiyê dixwazin. Dawiya şer aştiye. Divê hemû kes ser bisekine û aştiyek pêk bê. Kurd hemû jî aştiyê dixwazin. Divê dayikên lêşkeran jî bêjin em aştiyê dixwazin. Divê edî dilê tu dayikan neşewitê. Min 2 delalên xwe dan axê ez naxwazim edî dayik bigirîn. Hê 6 heyv çêbibûn ku min Orhanê xwe zewicandibûn. Xaniyê me şewitandin. Em koçber kirin. Her du zarokên min kuştin. Edî bes e. Bila xwîn nerije. Herî zêde dayik aştiyê dixwazin. Bila dayikên lêşkeran jî dengê xwe bilind bikin û aştiyê bixwazin. Em weke dayikên Kurdan û Tirkan destê xwe bidin hev û bi hev re aştiyê bixwazin.”

‘Kujeran ceza bikin’

Di berdewama axaftina xwe de Esmer Tunç bal kişand ser biryara DMMê û wiha pê dê çû: “Ew çend sal bûn em li bendê bûn. Dadgeha Ewropa hê nû ji Tirkiyeyê bersiv xwest. Ji bo aştiyek pêk bê divê kujerên kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatinê kuştin jî bên dîtin û cezakirin. Bi sedan kes di jêrzemînên Cizîrê de hatin şewitandin. Ev nayê jibîrkirin. Divê kujerên jêrzemînên Cizîrê, yên Roboskî û yên hemû komkujiyên din bên ronîkirin û cezakirin. Divê çareseriyek pêş bikeve û ew komkujî jî derkevin hole. Cizîra Botan çi kiribû ku ew yek ji serê me de hat. Cizîr kirin hedef û ew qas kes li Cizîrê kuştin.”

Ketina gundê wan qedexe ye

Di dawiya axaftina xwe de Esmer Tunç destnîşan kir ku ji bo pêvajo pêşbikeve divê dewlet jî gavên şênber bavêje û got: “Divê dewlet jî gavan bavêje. Em dixwazin bi zimanê xwe bijîn. Em dixwazin li welatê xwe azad û wekhev bijîn. Gundê me Cifena qedexe ye. Niha mirov nikare têkeve gund. Em dixwazin bi awayekî serbest biçin gundê xwe. Erd û mala me li wir e. Lê ji bo ku em biçin gundê xwe û li ser erdê xwe destûr dixwazin. Ji bo aştiyê divê qedexeyên li ser welat û zimanê me jî rabe. Divê xweşî û aramî pêk bê.”

Etîket: aştîCizîrEsmer TunçjêrzemînMehmet TûncOrhan Tunç
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Roja 2yemîn a bîranîna Cizîrê bi tevilbûna hezaran bi dawî bû

Roja 2yemîn a bîranîna Cizîrê bi tevilbûna hezaran bi dawî bû

27 TEBAX 2026
‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

26 TEBAX 2026

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Li bajarê Mazlum Dogan bi hezaran kesî banga aştiyê kir

Li bajarê Mazlum Dogan bi hezaran kesî banga aştiyê kir

2 TEBAX 2026
Sevîl Rojbîn Çetîn: Heta aştiyeke birûmet dê ev meş nasekine

Sevîl Rojbîn Çetîn: Heta aştiyeke birûmet dê ev meş nasekine

29 TÎRMEH 2026
Li Cizîrê kesek din hat binçavkirin

Li Cizîrê kesek din hat binçavkirin

23 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne